Nûçeyên Iraqê
Medya

Kenaleke televîzyonê ya bi piştgiriya Îranê bo Sûriyê tê arastekirin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev wêne avahîya Wezareta Ragihandinê ya Sûrî li Şamê nîşan dide. Pisporên medyayê dibêjin ku kenala asmanî ya nû ya bi piştgirîya Îranê li Sûriyê tê weşandin li derveyî kontrola rejîma Sûrî kar dike. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Ev wêne avahîya Wezareta Ragihandinê ya Sûrî li Şamê nîşan dide. Pisporên medyayê dibêjin ku kenala asmanî ya nû ya bi piştgirîya Îranê li Sûriyê tê weşandin li derveyî kontrola rejîma Sûrî kar dike. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Kenaleke televîzyonê ya asmanî ya nû ya ku Îran temwîl dike şeva Şemîyê (25ê Mijdarê) li Sûriyê dest bi weşana xwe kir, derfetê ji Îranê re peyda dike ku ew bi awayekî din destêwerdanê di hermê de bike û herwiha promîsyonê ji ajenda û îdîolojîyên wê re dike, pisporên medyayê hişyarî dan.

Ev însîyatîf ligel siyaseta Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) dimeşe û ew amûreke bo mûmaresekirina kontrol û karîgêriyê, wan got.

Kenala televîyonê ya Sûrîya el-Alem weşana xwe ya test şeva Yekşemê bo sê saetan dest pê kir û biryar heye ku di dema bê de saetên weşanê zêde bibin.

Kenala ku bingeha wê li Tehranê ye dê dawî ofîsên xwe li Sûrîyayê ava bike, çapemenîya Sûrî ragihand.

"Kenala nû dê derfetê bide Feyleqê Pasdaran ku belavbûna xwe di nav civaka Sûrî de berferhtir bike," pispor Hesan Efîfî ji fakulteya medyayê li Zanîngeha Qahîrayê got.

Alavên ragihandinê û naveroka ew diweşînin ji amûrên herî girîng in daku bandorê li xelkê bikin, ew ligel kontrola serbazî, ewlehî, siyasî û aborî li ser deverê kar dike, wî ji Diyaruna re got.

Tevî ku kenal naveroka Sûrî diweşîne, ew li derveyî kontrola rejîma Sûrî ye û naveroka wê rastî çavdêrîkirina Sûrî nayê, Efîfî got.

Amûreke tejnîdkirinê

"Ji ber vê yekê, naveroka ku ew dê biweşîne bêguman dê di çarçoveya proseya tejnîdkirinê ya Feyleqê Pasdaran de bibe," wî got, wî not kir ku armanca Feyleqê Pasdaran ew e ku komên xwecihî yên mîna Hizbulah li Libnanê dabimezrîne.

Efîfî got ew pêşbîn dike ku kenala nû dê were bikaranîn daku tevlîheviya mezhebî gur bike.

Ev yek dê netebayîyê di hundirê Sûriyê de zêde bike, wî got, wî not kir jî ku ev pevçûna hundirîn yeke ji faktorên ku di "mayîn û belavbûna" Feyleqa Pasdaran de beşdar dibe.

Destpêkirina kenalê hevrê bû bi destpêkirina malpereke têkildarê wê, ev yek jî dê belavkirina nameya wê ya siyasî pêş bixe, wî got.

Ev stratîjî dişibihe damezrandina kenala televîzyonê ya Menar a têkildara Hizbulah li Libnanê.

Piştî demeke nêzîk ji destpêkirina Menar, Efîfî not kir, sazemenîyeke medyayî hat damezrandin ku malper, rojname û êzgehên radiyo dihewîne.

"Ev yek di belavkirina îdîolojîya Feyleqê Pasdaran û proseya tejnîdkariya wê li Libnanê beşdar bûn," wî got, û alîkarî bi Hizbulah re kir ku xwe berfereh bike.

Divê welatên ku şerê tundîyê dikin kenala nû û malpera wê qedexe bikin, Efîfî got, û divê ew xebatên medyaya dijber a ji hundirê Sûriyê re arastekirî zêde bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500