Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Teqînek li Sûriyê 23 kesan nêzîkî Şamê dikuje

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Endamên Berevanîya Sivîl zarokên ku di bombebarabkirina li ser bajarokê Misrabayê li Xotaya Rojhilatî de birîndar bûn derman dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Komîteya Hevahengîya Dûmayê hatiye wergirtin]

Endamên Berevanîya Sivîl zarokên ku di bombebarabkirina li ser bajarokê Misrabayê li Xotaya Rojhilatî de birîndar bûn derman dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Komîteya Hevahengîya Dûmayê hatiye wergirtin]

Êrîşên rêjîma Sûrî û topavêjê herî kêm 23 sivîl îro Duşemê (26ê Mijdarê) kuştin li devera Xûtaya Rojhilatî ya li jêr kontrola opozîsyonê li derveyî Şama paytext, AFP ragihand.

Beriya vê yekê Xûtaya Rojhilatî rast krîzeke mirovî hatiye, kirîza ku ji encama dorpêçkirina ji alîyê rejîmê ye, rejîma ku xelk li deverê çewisandin ji sala 2013an ve ya ku bû sedema kêmbûyîna xwarin û dermanan.

Êrîşa asmanî ya îro Duşemê li ser bajarokên Misraba û Madîrayê 21 sivîl kuştin, dema ku bombebarankirina topavêjê li ser bajarokê Dûmayê du kesên din kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Herwiha gelek kesên din di êrîşa asmanî de hatin birîndarkirin.

Êrîşên asmanî û bombebarankirinê îro Duşemê (26ê Mijdarê) bajarokê Misrabayê kirin armanc. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Komîteya Hevahengîya Dûmayê hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî û bombebarankirinê îro Duşemê (26ê Mijdarê) bajarokê Misrabayê kirin armanc. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Komîteya Hevahengîya Dûmayê hatiye wergirtin]

Di nav wan de bebekek ê ku serê wî bi paçekî bi xwîn pêçayî bû hebû, herwiha mêr û zarok jî hebûn ên ku li ser erdê rûniştîbûn dema wan alîkarîya seretayî werdigirt.

Keçikeke piçûk girî çaxê bijîşk serê wê dipêça dema ku mêrekî nêzîkî wê pişta xwe dabû dîwar, rûniştîbû û bêdeng dinalî û rûyê xwe xistibû nav destên xwe yên tewandî de.

"Dibe ku hejmara mirîyan zêde bibe ji ber hejmara kesên birîndar ên ku rewşên wan dijwar in," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Di nav mirîyan de çar zarok hebûn, Rewangehê got.

Li gorî Rewangehê, bombebaranikirina rejîmê li ser Xûtaya Rojhilatî di her du hefteyên borî de bêtir ji 100 kesan kuştine.

Dibe ku hejmara mirîyan bilind bibe

"Xûtaya Rojhilatî rastî komkujîyeke rast hat, ya ku bi dehan sivîl tê de hatin kuştin û birîndarkirin," çalakvan Mihemed Bêk ê ji komîteya hevahengîya xwecihî ya Xûtaya Rojhilatî ye, ji Diyaruna re got.

Bombebarankirinê teqrîben piştî saet 12ê nîvroj dest pê kir, wê giranî da bajarê Dûmayê, wî got, wî not kir ku ew hevrê bû bi firînên zexm ên balafirên kifşkirin û yên şer re.

Herwiha avêjerên roketan jî hatin belavkirin, vê yekê hişt ku agirên mezin belav bibin, wî got.

"Di pişt re êrîşên asmanî hatin, yên ku ji bilî Dûmayê, bajarokên Misraba û Madirayê kirin armanc," Bêk got

Herî kêm 50 sivîl di êrîşê de hatin birîndarkirin, wî got, wî not kir ku dibe hejmara mirîyan bilind bibe ji ber hejmarek ji birîndaran di rewşin xirab de ne.

"Herwiha operasyonên rakirina molozan hîn bi dawî nebûne û guman heye ku hejmareke mezin ji birîndaran di bin kavilan de ne," wî got.

Bêk got ku bombebarankirinê "tenê deverên sivîl û avahîyên niştecihî yên ku tu çeperên serbazî li derdora wan nebûn," kirin armanc.

Xûtaya Rojhilatî dikeve zona kêm şer de li gorî peymana di navbera komên opozîsyona çekdar û hikûmeta Sûrî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500