Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Iraq dixwaza hilbijartinan di çaxê xwe de sala 2018 encam bide

Alaa Husên li Bexdayê

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqî haziriya hilbijartinên sala bê dike bi belavkirina kartên dengdayînê yên elekitronî. [Wêne ji Ofîsa Komîsyona Hilbijartinan li Bexdayê hatiye wergirtin]

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqî haziriya hilbijartinên sala bê dike bi belavkirina kartên dengdayînê yên elekitronî. [Wêne ji Ofîsa Komîsyona Hilbijartinan li Bexdayê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Iraqî dê hilbijartinên parleman û parêzgehan di çaxê xwe de sala bê encam bide, tevî berhengariyên ewlehî, siyasî û lojistî, berpirsiyaran ji Diyaruna re eşkere kir.

Palemanê Iraqî roja 15ê Gulanê destnîşan kir bo encamdayîna hilbijartinên parleman û encumenên parêzgehan, Serokwezîr Heyder Ebadî vê mehê ragihand.

Hikûmeta Federal soza misogerkirina ewlehiya pêwîst bo encamdayîna hilbijartinan da û ew dê daxwaza vegerana şêniyên aware bo warên wan kir.

Bi tenê dê rê bê dayîn ku partiyên siyasî yên bê hêzên çekdar beşdariyê di hilbijartinan de bikin, li gorî hikûmeta Iraqî.

Xişteyên hilbijartinan tên belavkirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan "xiştiyên hilbijartinan li ser bingeha dema dawî ku hikûmetê diyar kiriye danîn", endamê encumena komîsyona hilbijartinan, Maen Hitawî got.

Navendên navnivîsê û ofîsên komîsyona hilbijartinan aniha kardên dengdanê bi ser sivîlan û karmendê ewlekariyê de belav dike piştî ku wan hûragahiyên xwe bi rêya sîstema bayometrî bo navnivîsînê dan, wî ji Diyaruna re got.

Komîsyona hilbijartinan li deverên nû ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin kar dike daku şêniyan van deveran ji beşdarîkirina di hilbijartinan de amade bike, wî got.

Hitawî got ku ew texmîn nake ku hilbijartin bên derengxistin "ji ber çi sedeman, ji ber ku xişteya destûrî ya hilbijartinan faktorekî navendî ye dema em qala prosesa hilbijartinê bikin".

Lêbelê wî herwiha got ku komîsyona hilbijartinan laşekî cîbecîkar e ku bi hazirîkrina ji hilbijartinan re erkdar e, û eger hikûmet biryarê li ser dîrokeke din bide, dê komîsyonê pê pêbend e.

Zorîbirina ji berhengariyan

Hilbijartinên tên xwedan berhingariyên grîng in, Hîtawî got, lêbelê "piraniya wan berhingariya her hebûn" dema ku komîsyona hilbijartinan sala 2004an cara pêşîn hat damezrandin.

Wî got ku komîsyonê karî zoriya tehediyên ewlehî û lojistî bibe û bi serkeftiyane hilbijartinan çavdêrî bike bi rêya hazirîkirina ji astengiyanre û dariştina planên pêwîst.

"Ev tehedî di gera hilbijartinan a îroyîn hatin pêş, ji ber ku parlemanê Iraqî erêkirina zagonan nû a hilbijartinan ku komîsyona hilbijartinan pişta xwe pê girê dide di pêkanîna hilbijartinan de dereng xist," wî got.

Wî got ku çendîn partiyên siyasî zagona ku li gorî hilbijartinên 2014an hat dayîn rexne kirin, û daxwaz ji serokwezîr kirin ku zagonên nû pêşinyar bike.

"Di buyera ku parleman bibinket di erêkirina zagona nû de, ya ku hîna jî mijara gengeşeyên parlemanî ye, komîsyona hilbijartinan amade ye ku hilbijartinan bibbe serî li gorî zagona kevin ji ber ku ew hîna rewa ye," wî got.

Pirsa awarebûnê

Awareyên li parêzgeha Enbarê tehediyeke din a hilbijartinên dahatî ne, Taha Ebdul-Xenî ji Diyaruna re got.

Wî got ku hêzên Iraqî hîna jî ligel molgehên mayî yên çekdarên DAIŞ li rojavayê Enbarê dicengin lewra jî awarebûyîn berdewam e, da zannî jî ku 87 kampên awareyan li parêzgehê hene û wan kesên ku ji bajar û navçeyên cuda reviyane vedihewînin.

Wî got ku pêkan e ku piraniya şêniyên awarebûyî vegerin deverên xwe beriya hilbijartinan eger Wezareta Koçberiyê û Koçberan xebatên xwe duqat bike, û eger desthilatdariyên federal û xwecihî bi hev re kar bikin.

Bajarên vê dawiyê di DAIŞ hatine rizgarkirin, mîna Qaim, dê amade bin ji himbêzkirina hilbijartinan re di çaxê wan de, ji ber ku ew bi giranî rastî wêraniyê nehatiye ji ber operasyonên serbazî û pêleke mezin a awarebûyînê nedîtine.

Ebdul Xenî pêşwaziyeke mezin ji dengdayînê re li parêzgeha Enbarê texmîn dike ji ber ku şênî daxwaza guhertineke siyasî dikin piştî zehmetiyên ku wan jiyan kirin".

"Hilbijartinên qanûnsazî û parêzgehan ên tên dê derfeteke rasteqîn bin bo derngderên Iraqî bo dengên xwe bilind bikin derbarê pergala siyasî," analîzerê siyasî, Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500