Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq rûspiyên êlan tecnîd dike bo çareserkirina nakokiyên ku DAIŞ li pey xwe hiştin

Xalid Taî

Hêzên Iraqî cihê xwe girtine roja 4ê Mijdarê li nêzî sînorê Sûriyê piştî vegerandina bajarokê Qaim ê sînorî, li rojavayê Enbarê, ji "Dewleta Îslamî" berî rojekê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî cihê xwe girtine roja 4ê Mijdarê li nêzî sînorê Sûriyê piştî vegerandina bajarokê Qaim ê sînorî, li rojavayê Enbarê, ji "Dewleta Îslamî" berî rojekê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hikûmeta Iraqî dê ligel kesayetên êlî kar bike ji bo çareserkirina aloziyan û aramkirina civakên navxweyî yên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin, çavkaniyeke êlî roja Înê (17ê Mijdarê) got.

"Hikûmetê 41 kesayet ji êlên cuda li seranserê welat bijartine," Şêx Ebdulah Cuxêfî, lîderekî êlî li bajarê Hedîsa û serokê Ehrar el-Furat, got.

Ev kesayetane, ku li gorî adetên êlî navê "Arifa" li wan tê kirin, sê kesan ji parêzgeha Enbarê li xwe digrin, wî ji Diyaruna re got.

"Arifa kesayetiyên naskirî ne nav êl û civakên xwe ji ber helwestên wan ên niştîmanî û erênî, û piştgirîkirina herdu wezaretên karên hundir û dadê wergirtin," wî got.

Em dê alîkariya muxtaran, dadweran û ajansên ewlekarî bikin di çareserkirina aloziyên êlî de û qayimkirina aramiyê li bajarên ku ji DAIŞ hatin rizgarkirin, Cuxêfî got.

Çaresekirina derzan

Kesayetiyên êlî dê herwiha kar bikin ji bo çareserkirina derzan û dijminatiyan navbera zilamên êlan, ewên ku bi sedema endamên DAIŞ çêbûn dema kontrola wan li ser rûberina berfireh ji welat.

Cuxêfî tekezî kir li ser pêwîstiya çareserkirina hemû pirsgirêkên heyî, yên eger neyên çareserkirin, "dibe ku karîgeriyeke wan a nerênî hebe li ser serkeftinên ku li dijî terorîstan hatine bidestxistin ligel paşxistina hewldanên ji bo vegerandina aramiyê".

Di dema dagirkirina Iraqê di havîna 2014an de, DAIŞ hewl da ku loyalîteya êlan li deverên ku dest danî ser wan bidest bixe. Hejmarek ji endamên van êlan tevlî şer bûn li kêleka çekdarên biyanî yên rêxistinê.

Ev çekdarên xwecihî, ku DAIŞ navê Ensar (piştevan) li wan kir, destê wan di kiryarên tundutûjî de hebû ku terorkirin, koçberkirina bizorê û destdanîn ser milkan li nav û derveyî civakên wan ên xwecihî.

"Îro, me qeydên vê rêxistina hov şikandin piştî bedelên giranbuha," Cuxêfî got. "Niha em dixwazin hemû paşmayiyên terorîstan rakin û em nehêlin ku mifayê ji ti lihevnekirinekê werbigrin."

"Weke çawa em tevlî hêzan bûn daku wan bişkînin, em dê bi hev re kar bikin ji bo jinavbirina karîgeriyên wan û xwe ji nûavakirinê re xwebexş bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500