Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hevpeymaniya Navdewletî: DAIŞ 95% ji "xîlafeta" xwe ji dest daye

AFP

Hêzên Iraqî roja 4ê Mijdarê dîlan dikin li nêzî sînorê Sûriyê piştî vegerandina bajarê sînorî Qaim, li rojavayê Enbarê, ji "Dewleta Îslamî" beriya rojekê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî roja 4ê Mijdarê dîlan dikin li nêzî sînorê Sûriyê piştî vegerandina bajarê sînorî Qaim, li rojavayê Enbarê, ji "Dewleta Îslamî" beriya rojekê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) 95% ji zeviyê "xîlafeta" ku wê beriya sê salan li Iraq û Sûriyê ragihandibû ji dest da, hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê DAIŞ dike got.

"Ji dema ku hevpeymaniya me sala 2014an ve hat damezrandin, IDAIŞ 95% ji xaka ku carê wê li Iraq û Sûriyê kontrol dikir ji dest da," şanderê Waşinton di hevpeymaniyê de, Brêt Mak Gurk, roja Çarşemê (15ê Mijdarê) got piştî bidawîhatina civînekê li Urdinê got.

Rêxisrina terorîst di heman salê de derbasî Iraq û Sûriyê bû, "xîlafeteke" ku sînorê herdu welatan derbas kir ragihand li ser zeviyeke ku rûbera wê bi qasî ya Brîtanyayê ye, û bi hezaran çekdarên biyanî kişandin nava rêzên xwe.

Lê çendîn êrîşên serbazî, di nav de yên ku bi piştevaniya hevpeymaniyê tên kirin, hiştin ku DAIŞ piraniya deverên li jêr kontrola xwe ji dest bide.

"Zêdetirî ji 7.5 milyon kes ji DAIŞ hatin rizgarkirin," Mak Gurk di daxuyaniyekê de got, wî da zanîn jî ku diraviya rêxistinê aniha "di nizimtirîn asta xwe de ye".

Bi herifîna xewnên rêxistinê yên dewletdariyê re piştî şikestinên li meydanên şer, baldariya Rojavayî bi zêdebûn çû ser nehiştina hewlên çekdarên biyanî yên vegera bo malên xwe bo pêkanîna êrîşan.

Mak Gurk got ku herikîna çekdarên biyanî bo Sûriyê "hema bibêje rawestiyaye", û da zanîn ku elementên terorîst bi zêdebûyî tên girtin dema ku ew hewl didin sînorê welatan derbas bikin.

"Em hîna havahengî û ewlehiya sînorî, ewlehiya geştiyên asmanî, pêşxistina zagonan, sizayên aborî, berengarbûyîna nameşandinê û parvekirina agahiyên hewalgirî dikin bo nehêlin ku DAIŞ êrîşan li welatên me pêk bîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500