Nûçeyên Iraqê
Aborî

Iraqê careke din dest bi operesyonan kir li bakurê zevîyên neftê

Xalid Taî

Agirkujên Iraqî agirê bîreke neftê ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Geyara, li parêzgeha Nînewayê hat vêxistin vemirandin [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Neftê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Agirkujên Iraqî agirê bîreke neftê ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Geyara, li parêzgeha Nînewayê hat vêxistin vemirandin [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Neftê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Iraqî kar dike ku dest bi operesyonan li zevîyên neftê yên li deverên bakurî yên ku ji destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin bike, wê diyar kir ku ew dê hin ji qezincan di temwîlkirina nûavakirinê de bikar bîne.

Di dawîya sala 2014an de, DAIŞ dest danî ser zevîyên neftê yên ku dihatin pêşxistin, nemaze zevîyên Geyara û Necmayê li Nînewayê û yên Alas û Ecilê li rojhilatê Tikrîtê.

Rêxistinê bi mîlyonên dolaran ji dizî û qaçaxîya neftê dan hev.

Di lûtkeya hêza xwe de, DAIŞ kontrola derçûya neftê ya gelek kiriye, dora sêyekê ji yedeka nefta Iraqî li bakurê Iraqê dikeve, Sadiq Behadilî, pisporê fînans û bankirinê li Zanîngeha Mustensirîyayê, got.

"Ligel van bîran, herwiha çekdaran parzûngeha Bîcêyê jî kontrol kir, parzûngeha ku karîna derçûna pêkhatîyên neftê digihe 15 mîlyon ton her salê," wî ji Diyaruna re got.

Vegerandina van zevîyên neftê nav destên dewletê deskeftineke sereke ye di şerê li dijî DAIŞ, wî got, wî not kir,"ew dikarin qezencên mezin bi dest bixin eger ew wan saz bikin û li gorî planeke pratîk ya ku bi guhdan hatiye danîn bikar bînin,"

"Dibe ku derçûna van zevîyan tevde rojane bigihe mîlyonek bermîlan, ev yek wateya zêdekirina mêjera nefta ku tê hinartin û peydakirina qezencên zêde dide," wî anî ziman.

Dibe ku qezenc bikevin ber kêmasîya malî

Behadlî got ku dibe zêdebûna di qezenckirinê were ramedandin daku bikeve ber kêmasîya malî ya ji ber daketina nirxê nefta Iraqî û nizimbûna nirxê nifta xav li bazarên navdewletî.

Herwiha dibe ku bike ber gapa ku ji ber lêçûna hikûmetê van her sê salên dawî dakû şerê dijî DAIŞ temwîl bikin, wî anî ziman, wî not kir ku aniha ev lêçûn çariyekê ji budceya dewletê dike.

Wezîrê Neftê yê Iraqî Cebar Luweybî di 3yê Cotmehê de îlan kir ku wî emir da daku planeke lezgîn bo pêşxistinê deynin daku zevîyên neftê yên parêzgeha Nînewayê saz bikin.

Wî got ku wî ji Kompanîya Nefta Bakur û Desteya Zevîyê Neftê ya Nînewayê xwestiye daku "planeke lezgîn pêş bixin ji bo zevîyên neftê li Nînewayê saz bikin û derçûna wan zêde bikin daku her rojekê bigihe bêtir ji 30,000 bermîlan di van çend mehên tên de."

Armanc ew e ku pêdivîyên enerjîyê ji parêzgeh bajarên rigarkirî re peyda bikin.

Lueybî diyar kir ku "hemû materyal û rîsorsên teknîkî dê werin dabînkirin daku biserketina hewldanên wezaretê ji bo sazkirina lêkirin û zevîyên neftê li parêzgeha Nînewa, Selahedîn û Kerkûkê werin misogerkirin,".

Gecîneyên neftê ji bo nûavakirinê temwîl bikin

"Nûdestpêkirina operesyonan di sektorê neftê de li deverên rizgarkirî dê qezencinan peyda bike, yên dibe ku di piştgirîya hewldanên nûavakirinê li wê derê werin bikaranîn," berdevkê Wezareta plankirinê Ebdu Zahra Hindawî got.

"Piştî rizgarkirina piranîya erdê me ji nav lepên terorîzmê, îro hikûmet tevgerê dike daku wan biparêze û hêleborîyan û projeyên hinardekirina neftê careke din saz bikin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev yek dê karîna hikûmetê zêde bike daku li dijî berhengarîyên di rêya nûavakirin û pêşxistinê li hemû bajarên ji DAIŞ rizgarkirî raweste.

Li gorî texmînên Wezareta Plankirinê, herî kêm bajar 100 milyarî ji bo temwîlkirina hewldanên nûavakirinê dixwaze.

Hindawî got ku hikûmet hewldanan dike daku jêderin nû ji qezenckirinê re li gel neftê bibîne, daku deverên di şerê li dijî DAIŞ ve hatin wêrankirin nûavabikin.

Parlementerê Iraqî Zahir Ebadî, yê ku di komîteya parleman ya Neft û Enerjîyê de kar dike, teqez kir ku pêdivî heye qezenckirinên dewletê yên ne neftî werin cudakirin û wan di nûavakirinê de bikar bînin.

"Pêwîst e ku hemû sektorên derçûnê mîna geştyarî, çandinî û pîşesazî werin çalakkirin," wî ji Diyaruna re got.

"Gelek rîsors û karîn li gel neftê li cem me hene," wî got, wî piştrast jî kir ku divê ev "bi awayekî baş di nûavakirina binesazîya ku ji alîyê DAIŞ ve hat wêrankirin were bikaranîn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500