Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Stratejîyeke Iraqî ya nû ji bo paqijkirina deverên rizgarkirî ji mayînan

Xalid Ta'î

Vê dawîyê hikûmeta Iraqî stratejiyeke nû ji bo paqijkirina welat ji mayînan danî. Di vê wêneyê de karkerekî Iraqî erdê ji mayînan paqij dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Karûbarên Mayînên Erdê ya Iraqî]

Vê dawîyê hikûmeta Iraqî stratejiyeke nû ji bo paqijkirina welat ji mayînan danî. Di vê wêneyê de karkerekî Iraqî erdê ji mayînan paqij dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Karûbarên Mayînên Erdê ya Iraqî]

Hikûmeta Iraqî roja Sêşemê (14ê Mijdarê) got ku wê stratîjîyeke niştimanî ya nû ji bo rakirina mayîn û cebilxaneyên neteqiyayî li welat daniye, wê giranî daye deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin.

Ev stratejî planeke kar ya nû di nav xwe de dihewîne ya ku heta sala 2021ê dirêj dike.

Wezareta Tendirustî û Jîngehê alîkarî bi Wezaretên Karê Hundir, Berevanî û Plankirinê re kir daku stratîjîyê pêş bixin, serokê birêveberîya Karûbarên Mayînên Erdê ya Iraqî Xalid Reşad ji Diyaruna re got.

Herwiha hevkarên navdewletî mîna Programa Pêşxistinê yê NY dê di nav stratîjîyê de cih bigirin, wî got.

"Ev program li gor xwesteka Iraqê ye ku beşdarbûna xwe di peymana Qedexekirina Mayînan ya li Otawayê deh salên zêde dirêj bike, heta sala 2028an," wî got.

"Di rêya vê hewldana hevbeş de, me hewl da ku em hecimê kêşeya lewitandina bi mayînan destnişan bikin û çawa em hemû pisporîya teknîkî û karînên malî daku em vê kêşeyê kêm bikin bikar bînin û em welat bi awayekî tam ji teqemenîyan paqij bikin," Reşad got.

Lewitandina bi mayînan

Iraq derdê belavbûna mayînan dikişîne, tê texminkirin ku 25 mîlyon mayîn û cebilxaneyên neteqiyayî yên vedigerin şerê Îran û Iraqê hene.

Mesele xirabtir bû piştî ku DAIŞê bi sed hezaran bombeyên bidestçêkirî li deverên li jêr kontrola xwe çandin.

Ev bombe, yên ku piranîya wan xwecihî hatin çêkirin, bûn sedema gelek qurbanîyan, piranîya wan niştecîyên bêwar bûn yên vedigeriyan deverên xwe piştî çekdar hatin derxistin.

"Em gelekî kar dikin daku em erda bi bermayîyên DAIŞê lewitî paqij bikin," Reşad got. "Heta aniha me 200,000 bombeyên bidestçêkirî û mayîn ji deverin berfereh li parêzgehên Nînewa û Enbarê rakirine."

Lê erk berhengar e, wî anî ziman, ji ber deverên lewitî berfereh in û gelek kar dixwazin.

"Stratîjîya me ya nû giranîyê dide ku hewcedarî heye em kevkarî û alîkarîyê bi welatên din re hêzdar bikin daku em bi ser berhengarîyê bikevin di rêya dabînkirina pisporî û piştgirîya teknîkî ji tîmên me yên [rakirina mayînan] re," wî got.

Ev yek dê hewldanên rakirina mayînan bi lez bike, wî anî ziman.

Reşad teqez kir ku rakirina mayînan "berpirsyarîyeke nakeve ser milên Iraqê tenê de, lê herwiha civaka navdewletî jî berpisyar e".

Herwiha ev stratejî giranîyê dide "zêdekirina hişyarîyê û hînkirina gelemperî daku dûrî xetera mayîn bikevin û xizmetên bijîşkî û rahênana derûnî û laşî ji wan kesên bi teqîna mayînan hatin birîndarkirin dabîn bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500