Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Alîkarî digihin Dûma û çalakvan banga dawîkirina dorpêçkirinê dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Şandeyeke alîkariyê digihe deriyê bajarê Dûmayê li devera Xûteya Rojhilatî derveyî Şamê. [Wêne ji Mihemed Bêk]

Şandeyeke alîkariyê digihe deriyê bajarê Dûmayê li devera Xûteya Rojhilatî derveyî Şamê. [Wêne ji Mihemed Bêk]

Alîkariyên gelekî pêwîst ku roja Yekşemê (12ê Mijdarê) gihiştin Xûteya Rojhilatî, devereke derveyî Şamê ku li jêr dorpêçkirina rejîma Sûrî ye, dê tenê têra çend rojan bikin, çalakvanên li deverê ji Diyaruna re got.

Gihiştina alîkariyên mirovî hevdem e li gel destpêkirina kampanyayeke medyayî ya cemawerî ku hewl dide giraniyê bide pirsa mezintir bi rêya daxwaza bidawîkirina dorpêçkkirinê, wan got.

Bi rêya danûstandinên li gel rejîma Sûriyê, NY karî derbaskirina pêdivîyên bijîşkî bo deverê dabîn bike, Dr. Enes Ebû Yasir, ku di ofîsa bijîşkî ya Merc de, ku devereke Xûteya Rojhilatî e, kar dike, got.

Pêdivîyên bijîşkî roja Yekşemê gihiştin û roja Duşemê hatin belavkirin, Ebû Yasir ji Diyaruna re got.

Şandeyeke mirovî ku bi alîkariyan derbasî Dûmayê bû roja Yekşemê (12ê Mijdarê) bi karmendên hawarçûnê re li bajar civiya. [Wêne ji Mihemed Bêk]

Şandeyeke mirovî ku bi alîkariyan derbasî Dûmayê bû roja Yekşemê (12ê Mijdarê) bi karmendên hawarçûnê re li bajar civiya. [Wêne ji Mihemed Bêk]

Şandeyên ji Heyva Sor û rêxistinên mirovî li gel zarokekî xwedî pêdiviyên taybet rast hat. Dêûbavê wî daxwaz kirin ku ji deverê were derxistin ji bo dermankirinê. [Wêne ji Mihemed Bêk]

Şandeyên ji Heyva Sor û rêxistinên mirovî li gel zarokekî xwedî pêdiviyên taybet rast hat. Dêûbavê wî daxwaz kirin ku ji deverê were derxistin ji bo dermankirinê. [Wêne ji Mihemed Bêk]

Bi karwana NY re şandeyeke rêxistinên navdewletî yên mirovî û hawarçûnê û Heyva Sor a Sûriyê hebû, wî got.

Pêwîstî ne bes in

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor got ku operasyoneke hevbeş bi NY re 24 kamyonên xwarin û pêdivîyên bijîşkî derbasî bajarê Dûmayê kirin. AFP ragihand.

Gihandina alîkariyan yekem bû li deverê ji sê mehan ve, Xaça Sor got.

Tevî pêşbîniyên zêdetir, karwan bû sedema şokbûnê, Ebû Yasir ji Diyaruna re got, ji ber ku alîkarî ne bes bûn ji bo bixwarinkirina hemû kesên bi hewce, û dê tenê têra çend rojan bikin.

Li Dûma bi tenê 27,000 malbat hene, wî anî ziman, û nîv milyon kes li devera dorpêçkirî bi temamî.

Alîkariyên xwarinê ji talîşk, şekir, birinc, zeyt û xwê pêk tên.

"Encumena xwecihî, ku bi belavkirinê hat erkdarkirin, dê selikên xwarinê careke din par bike daku bikaribe li ser hejmara herî zêde ya xelkê belav bike," wî got..

Ebû Yasir hişyarî ji mezinbûna bobelata mirovî da, bi taybetî bo zarokan, ji ber ku rêjeya mirina di nav wan de zêde dibe.

Mirina herî dawî roja Duşemê li bajarê Seqbayê hat tomarkirin, wî got, ku kêmbûna dermanê nexweşiya dil û çareseriyê bû sedema mirina Welîd Ubêd ê 13 salî.

Hevdem, Rêxistina Tenduristiya Cîhanî got ku sivîlek li Xûteya Rojhilatî roja Yekşemê mir ji ber têkçûna gurçikan, û ku nexweşine din jiyana xwe ji dest dan ji ber astengiyên li ser gihiştina alîkariyê, AFP ragihad.

Banga rakirina dorpêçkirinê

Calakvanên Sûrî roja Duşemê dest bi kampanyayeke medyayî kirin ji bo bangkirina rakirina dorpêçkirina li ser Xûteya Rojhilatî ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê ve ji 2014an ve, çalakvan Mihemed Bêk ji komîteya hevahengiya Xûteya Rojhilatî, got.

Kampanyaya , ku ji aliyê çalakvanên nav û derveyî deverê ve hat pêkanîn, dê giraniyê bide medyaya civakî, bi bikaranîna haştaga #BreakGhoutaSiege, wî ji Diyaruna re got.

"Ev hewleke ji bo tevgerkirina civaka navdewletî ji bo danîna guvaşê li ser rejîma Sûriyê ji bo rakirina dorpêçkirina li ser rejîmê bi yekcarî," wî got.

"Xelkê Xûteya Rojhilatî vê alîkariya qels naxwazin," Bêk got jî, "lê belê daxwaza rakirina dorpêçkirinê dikin daku bikaribin karûbarên xwe bi awayekî normal bi rêve bibin."

Nirxê xwarinê û kelûpelên din gelekî zêde dibinji encama dorpêçkirinê, wî got, ku madeyên xwarinê yên ku bi qaçaxî derbasî deverê tên kirin bi 10 qatan girantir tên firotin.

Li gel nirxên giran û kêmbûna xwarinê, wî got jî, tenduristiya giştî gihaye asteke metirsîdar ji ber kêmbûna niha ya pêwîstiyan, û bi hezaran bi hewceyî derxistinê ne daku çareseriya bijîşkî wergrin.

"Navenda êşê"

Jan Egeland, serokê erkê mirovî ya NY bo Sûriyê, roja Yekşemê Xûteya Rojhilatî weke "navenda êşê" li welat bi nav kir.

"Nêzîkî 400 zilam, jin, zarok... bi hewce ne ku werin derxistin," wî got, wî anî ziman ku 29 ji wan, di nav de zarok, "dê bimrin eger neyên derxistin".

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî Yekşemê got ku wê palnek amade kiriye ji bo derxistina xelkê ji Xûteya Rojhilatî.

"Lê belê, bi vê gavê, ti qebûlkirineke fermî nehat wergirtin ji desthilatên berpirs li welat," rêxistinê got.

"Em niha gihane xaleke metirsîdar, ku jiyana bi sedên kesan, di nav de zarok, di metirsiyê de ye," nûnera rêxistinê Elizabeth Hoff got, ku rewş bi "dilêş" binav kir.

Xaça Sor û ofîsa hevahengiya karûbarên mirovî ya NY li Şamê herduyan got ku ti derxistinên bijîşkî nehatine plankirin weke beşekê ji operasyona alîkariyê ya roja Yekşemê

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500