Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Iraqî dibêjin jîyan li jêr hukmê DAIŞê weke zindaneke vekirî ye

AFP

Hêzên Iraqî sivîlan li bajarê Qaimê yê parêzgeha Enbarê di 6ê Mijdarê de pişkinîn dikin. Kesên sivîl derketin kolanan piştî ku çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin derxistin. [Muaz Dulêmî/AFP]

Hêzên Iraqî sivîlan li bajarê Qaimê yê parêzgeha Enbarê di 6ê Mijdarê de pişkinîn dikin. Kesên sivîl derketin kolanan piştî ku çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin derxistin. [Muaz Dulêmî/AFP]

Niştecîyên bajarokê Qaimê yê sînorî li parêzgeha Enbarê bi tirs derdikevin derveyî malên xwe daku li kolanên xirabe binêrin, di demekê de ku hêzên Iraqî didine dû çekdarên mayî ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Rizgarkirin sê sal ji ya ku wan jê re digot "zindana vekirî" bidawî kir.

"Bi kêmanî em dê karibin bi hêsanî razin bê ku em ji êrîşên asmanî yan ji girtinê bitirsin," Qasim Dirbî devbiken dibêje.

"Em nema ditirsin ku em herin zindanê ya ji tu tiştê din."

Hêzên Iraqî roja Înê (3ê Mijdarê) Qaim vegerandin, yek ji asêgehên DAIŞê yên dawî li Iraqê.

Dema ku hêzên Iraqî li kolanên Qaimê belav bûn, bi tozê hatin nuximandin, ne tenê toza ji ber hilweşandina şer lê herwiha ji ber bahozeke qumî, Dirbî behsa jîyanê li jêr hukmê DAIŞê kir.

Rêxistin kete bajarokê biyabanî yê girîng, yê çend kîlomitran dûrî sînorê bi Sûrîyê re di sala 204an de, û bi lez hişt ku bi hebûna wê li bajar bihesin.

"Destûr nebû ku em telefonan bikar bînin, me nikarîbû em razin, yekcar mafê me nebû ku em tu tiştî bikin," wî got.

"Em di zindaneke vekirî de dijiyan ku me dikarî em tenê bimeşin -- tu tiştê din ku em bikin dê ne ji xêra me re ba."

Roja Yekşemê, yekem car di bêtir ji sê salan de, ala neteweyî ya Iraqê careke din li ser Qaimê hat hildan -- ji alîyê Serokwezîr Heyder Ebadî ve.

Desthilatdarîya Iraqî aniha şerê komên dawî yên tundrewan dike li asêgeha wan a dawî li bajarok.

Li ser sînor li Sûrîyê, DAIŞ rastî guleyan tê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ve, hevbendîyeke opozîsyonê ya Erebî-Kurdî, û rêjîma Sûrî.

"Çewsandin û kirêtkirin"

Piştî êrîşa DAIŞê di sala2014an de, biyabana rojavayî li parêzgeha Enbarê û sînorê wê yê kuncikî weke rêyeke dabînkirin û xaçaxçîyê ya sext hat qayimkirin.

Li derveyî mala xwe li Qaimê rawestiyaye, Eqîl Mûsa li ser "çewsandin û kirêtkirina" li jêr hukmê DAIŞê diaxive.

"Me nikarîbû em bigihin tiştekî, ne dibistan, ne elektrîk, ne av hebû. Heta nan kêm bû," wî got.

Dirbî dibêje hejmareke ku biçûk ji niştecîyên Qaimê sebirîn û man, ji 50,000 kesên ku li wê derê dijîn berî ku DAIŞ bigire ser bajar.

"Hêzên ewlekarîyê em rizgar kirin," wî got, wî anî ziman ku çûna DAIŞê wateya vegera nêzîk ya xizman dike, xizmên ku ji ber êrîşa wan reviyane.

"Ji çend mehan ve, di hin haletan de, ev çend sal in me ew nedîtine," wî got.

"Îro, bi izna Xwedê, ew dê vegerin û em dê careke din wan bibînin."

Hinekî bi wir de, komeke biçûk ji mêran, hinekan alên spî hildidan, derketine kolanan, di nav bombeyên şewitî ji otombîlên ku DAIŞê weke bombeyan bikar anîn.

Hin kolanên din hîn hinekî qedexekirî ne ji ber berbestên axî yên ku ji alîyê "xîlafetê" ve hatin danîn û aniha bi beldozerên hêzên Iraqî hatin rakirin.

Zarok nîşana serkeftinê ji hêz û leşkeran re çêdikin dema ku ew di kolanan re derbas dibin.

Ji ber ku DAIŞê destên xwe danîn ser sêyekekê ji xaka Iraqê di sala 2014an de, hêzên Iraqî teqrîben hemû vegerandine.

Aniha tenê bajarokê Rewayê yê nêzîk li ser Çemê Feratê û devera biyabanî ya yekser derdora wê li jêr destên DAIŞê dimîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500