Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bi hezaran xelk vedigerin malên xwe li Nînewayê

Ala Husên li Bexdayê

Wezareta Koç û Koçberîyê ya Iraqî basên piçûk û kemyon terxan kirin daku kesên bêwar û mal û halên wan biguhêzin malên wan ên berê, bi hevahengîya bi Fermandarîya Operesyonên hevbeş re. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Wezareta Koç û Koçberîyê ya Iraqî basên piçûk û kemyon terxan kirin daku kesên bêwar û mal û halên wan biguhêzin malên wan ên berê, bi hevahengîya bi Fermandarîya Operesyonên hevbeş re. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Di van heftaneyên dawî de, deh hezar kesên di welatê xwe de bêwarbûyî vegeriyan malên xwe li parêzgeha Nînewayê.

Vegera wan biryara desthiladarîya Iraqî a çareserkirina krîza bêwaran diyar dike, tevî berhengarîyên mezin ku parêzgeh rastî wan tê piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), berpirsyaran got.

Ji dema ku DAIŞ destên xwe di Hezîrana 2014an de danîn ser parêzgehê, pêlên bêwarîyê yên pey hev li Nînewayê hatin dîtin, giha asta herî bilind bi pêla herî mezin di dema operasyonên serbazî daku parêzgehê rizgar bikin.

Di dawîya Cotmehê de, bêtir ji 37,000 IDPs vegeriyan malên xwe li parêzgehê li ser du nifşan 15,277 û 21,743, birêveberê medyayê di Wezareta Koç û Koçberîyê de Sêf Sebah ji Diyaruna re got.

Di dawîya Cotmehê de, bêtir ji 37,000 kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne vegeriyan malên xwe li parêzgeha Nînewayê, li gorî Wezareta Koç û koçberan. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Di dawîya Cotmehê de, bêtir ji 37,000 kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne vegeriyan malên xwe li parêzgeha Nînewayê, li gorî Wezareta Koç û koçberan. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Wî got ku ew ji kampên Xazir û Hesem Şam li rojhilatê Nînewayê vegeriyan û kampên Jada, Medrec, Hac Elî, û Hemam Elîlê li başûrê parêzgehê, herwiha ji kampa Nerkizlîyê li parêzgeha Duhokê.

kesên vegeriyayî li taxên mûsilê nitecî bûn, mîna Zencelî, wehde, Intîsar, Yemûk, devera pîşesazî û 17 temûzê, herwiha deverin derdora bajar mîna Başîqa, Zumar, Rebîea,Qeyara Telefer, Mehlebîya, Kesak,Hema Elîl û Badûşê.

Wî anî ziman ku wezaretê basên piçûk û kemyon terxandin daku bêwar û mal û halên wan biguhêzin malên wan ên berê, bi hevahengîya Fermandarîya Operesyonên hevbeş û selikên xwarinê ji kesên vegeriyayî re dabîn kirin.

Daxwazeke xurt daku vegerin

Parlementera Iraqî ya Nînewayê Sacîda Mihemed ji Diyaruna re got ku meraqeke xurt li cem niştecîyan heye daku vegerin malên xwe li parêzgehê, bêy ku pûte bidin astegîyan.

"Gelek ji wan tercîh dikin ku li ser molozên malên xwe konekî vedin bêtir ji ku li kampên bêwaran dervey Mûsilê bimînin," wê got.

Wê anî ziman ku kesên vegeriyayî li gel rêxistinên civaka sivîl û hikûmeta xwecihî kar dikin daku taxên xwe ji niştecîbûnê re guncan bikin.

"Astengîya sereke ku nahêle malbatên mayî vegerin asta hilweşandînê ye," wê anî ser ziman, "bi taybet alîyê rojava ji bajar, yê ku di operesyonên serbazî de daku DAIŞ derxin, bi awayekî dijwar hatiye zirakirin."

Deverên mayî, yên ku derdê zirarê nekişandine, amade ne daku pêşwazîya kesên vegeriyayî bikin dema ku prosedûrên ewlekarî temam bibin, wê anî ser ziman.

Mihemed bang li desthilatdarîya ewlekarî kir daku zû destûrên ewlekarî ji bêwarên mayî re biweşîne ji bo ku karibin bi lez vegerin malên xwe.

Lê herwiha wê tekez kir ku pêdivî bi sehkirineke agedar derbarê agahîyên girêdayî ewlekarîya her kesê bêwar heye daku nehêlin çekdarên DAIŞ hewl bidin ku bi dizî di nav kesên vegeriyayî de derbasbibin.

Astengî di rêyê de

Endamê encumena parêzgeha Nînewayê Dawûd Cundî ji gelek astengîyan ditirse ku nehêlin çareserîya tam ji dosyaya bêwaran de di van mehên tên de çêbibe, bi awayekî balkêş kêmbûna xizmetê li gelek deverên rizgarkirî.

Dibe ku ev yek vegera malbatan bo malên wan han nede, wî got, wî not kir ku hatina zivistanê dê rewşa wan a zehmet li kampan xirabtir bike, cihê ku seqa lê sar e û xizmet kêm e.

Astengîyên ku rêyê li ber vegera IDPs digirin nûavakirina deverên rizgarkirî û binesazîyê di nav xwe de dihewîne, wî anî ziman, wî şîrove dikir ku bêwar dê venegerin malên xwe dema ku elektrîk û an kêm in.

"Herwiha doza ewlekarî jî yek ji astengîyan e, ji ber ku gelek tekekesên gumanbar ku tevlî DAIŞ bûn bi dizî di nav IDPs derbas bûn û di nav wan de di kampan de dijîn," wî got.

Divê agahîyên wan ên kesane werin sehkirin berî destûrê bidin wan ku vegerin, wî got, û ev yek vegera gelek malbatên bêwar dereng dihêle.

Desthilatdarîyên ewlekarî nahêlin ku ISPs vegerin heta deverên wan ji teqînên bidestçêkirî (IEDs) û bermayîyên şer paqij nekin û molozan ranekin, wî anî ziman, bi taybet deverên ku derdê zirara dijwar kişandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500