Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Nişteciyên Kembera Bexdayê vedigerin malên xwe

Xalid Ta'î

Niştecîyên bêwar ji devera Ersanê şahîyeke ku di 25 Cotmehê de hat lidarxistin amade bûn daku vegera xwe bo malên xwe li devera Kembera Bexdayê nîşan bikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandarîya Operesyonên Bexdayê]

Niştecîyên bêwar ji devera Ersanê şahîyeke ku di 25 Cotmehê de hat lidarxistin amade bûn daku vegera xwe bo malên xwe li devera Kembera Bexdayê nîşan bikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandarîya Operesyonên Bexdayê]

Piştî êşa sê salên bêwarîyê kişandin, niştecîyên Kembera Bexdayê bi qeflan vedigerin malên xwe, berpirsyaran ji Diyaruna re got.

Fermandarîya Operesyonên Bexdayê devera derdora paytexta Iraqî ji endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij kir û veşargehên wê wêran kir, veşargehên ku gefek bûn ji ewlekarîya paytextê re.

Bi rênimayên Serokwezîr Heyder Ebadî, "1,200 malbat vegeriyane deverên xwe yên niştecîkirinê yên resen li Ersanê, û 110 malbat li Herqawîyê", li başûr û rojavayê Bexdayê, fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Di 18ê Cotmehê de, fermandarîyê îlan kir ku 3,000 malbat vegeriyane malên xwe li rojavayê Bexdayê, bi awayekê balkêş li Ebû Elwanê.

Herwiha, 620 malbatên bêwar vegeriyane Saeda, Ersan û Xudêrê li başûrê Bexdayê, fermandarîyê berî du rojan got.

Çalakîya terorê kêm bû

Hêzên Iraqî guhdaneke mezin didin devera Kembera Bexdayê û bi awayekî balkêş hewl didin ku li kom û piştgirîyên DAIŞê bigerin", endamê encumena parêzgeha Bexdayê Xalib Zamilî got.

Operesyonên serbazî li wê derê alîkarî kirin daku aramîyê qayim bikin û çalakîya çekdaran heta radeyeke mezin kêm bikin, wî got, bandora vê yekê li rewşa ewlekarîyê li paytextê hebû.

"Piştî ewlekarî hat qayimkirin û dever ji teqînên bidestçêkirî û mayînan hat paqijkirin, aniha şertûmerc guncan in daku niştecî vegerin malên xwe û xizmetan careke din saz bikin," wî ji Diyaruna re got.

Niştecî vegeriyan piraniya deverên derdora paytextê, Zamilî got, wî anî ziman ku niştecî derbasî sehkirinên ewlekarîyê bûn da misoger bikin ku ti çekdarên DAIŞê bi dizî neketine nav refên wan de.

Wî rola niştecîyan ya girîng di parastina ewlekarîyê de piştrast kir.

"Alîkarîya mêrên êlan û beşdarbûna wan di redkirna gefên teror de girîng e," wî got.

"Vegra niştecîyên bêwar bo kembera Bexdayê piştî bendewarîyeke dirêj bêguman gaveke erênî ye," pisporê ewlekarî Casim Henûn got.

"Divê em kar bikin daku [bawerîya] niştecîyên xwecihî wergirin û rola wan a ewlekarî xurt bikin ji ber ew deverên xwe nas dikin û dikarin xerîban destnîşan bikin û çavdêrîya gumanbaran bikin," wî ji Diyaruna re got.

Nûkirina planên ewlekarî

"Pêdivîyeke lezgîn bi nûkirina planên ewlekarî heye ku xwe bispêrin jêderên istixbaratî daku bidin dû komên terorîst, kemînan belav dikin û pêkanîna operesyonên kifşkirinê yên nişkî," Henûn got.

Planên ewlekarîyê yên berê giranî didan xalên pişkinînê, wî got, "yên ku nema berhengarîyek in ji koman re, ji ber ew deveran nas dikin, cihê ku ev xalên pêşkinînê lê belav dibin û ew bi gelek awayên [din] dikarin derbasî deverên niştecihî bibin.

Henûn bang kir ku odeyên operesyonan ên taybet werin avakirin daku karibin ewlekarîya deverên Kembera Bexdayê îdare bikin, bi beşdarbûna hemû sîstemên istixbaratî, serbazî û ewlekarî.

Herwiha qayimkirina aramîyê pêşxistina xizmeta û xurtkirna pêşketinê dixwaze," wî got, wî not kir ku piranîya deverên kemberê deverin çandinî ne, yên eger bêguhdan man, ew dê bibin erdeke biber ji terorîstan re.

Niştecî dilxwaz in ku ewlekarîyê biparêzin

"Niştecîyên vegerîyayî amade ne ku berevanîya deverên xwe bikin," parlemeterê Iraqî Iskender Witwit, ê ku di komîteya berevanî û ewlekarîyê ya perlemanî kar dike, got.

"Van kesan derdê terorîzm û bêwarîyê bi awayekî bed kişandiye û naxwazin careke din bikevin vê tecrîbeyê de," wî ji Diyaruna re got.

Îro ew bêtir dilxwaz in ku deverên xwe aram bikin û piştgirîya hêzên ewlekarîyê bikin, wî got.

Ewlekarîya Bexdayê girêdayî ye ewlekarîya derdora wê ye, Witwit got, wî anî ziman ku operesyonên serbazî li kembera paytextê berdewam in, bi awayekî taybet di baxan de.

Ibrahîm Taha, niştecîyê 53 salî yê ku vegeriyaye Ersanê, spasdarîya hêzên ewlekarîyê dike bo paqijkirina deverên wan ji endamên DAIŞê.

"Em sozê didin hêzên xwe em dê piştgirên wan ên herî baş bin û em dê alîkarîyê bi wan re bikin daku em qanûnê ferz bikin û terorîzmê dûr bixin," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500