Nûçeyên Iraqê
Veguhestin

Iraq rêya Felûce-Bexdayê ya kevin nûvedike

Xalid Taî

Hêzên ewlekarî li xala kontrolê ya Suqûr li Enbarê rê ji kamyonên barkirî bi sûtemenî û matiryalên din re vedikin daku biçin parêzgehê. [Wêne li ser rûpela Facebookê ya ofîsa qayimeqamê navçeya Felûceyê di 10ê Tîrmehê de hatiye belavkirin]

Hêzên ewlekarî li xala kontrolê ya Suqûr li Enbarê rê ji kamyonên barkirî bi sûtemenî û matiryalên din re vedikin daku biçin parêzgehê. [Wêne li ser rûpela Facebookê ya ofîsa qayimeqamê navçeya Felûceyê di 10ê Tîrmehê de hatiye belavkirin]

Hêzên ewlekariyê yên Iraqî rêya kevin a ku parêzgeha Enbarê bi Bexdaya paytext ve girê dide îro Pêncşemê (2ê Mijdarê) nûvekirin, berpirsan ji Diyaruna re got.

Ev sê sal bûn ku rêya ku ji Felûceyê digihe deriyê rojavayî yê Bexdayê girtî bû ji ber sedemên ewlekarî piştî ketina çendîn bajarên Enbarê, di nav de Felûce, di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Fermandariya Operasyonên Bexdayê rêya hevin a Felûce-Bexdayê nû vekir piştî ku hemû tedbîrên ewlekarî û lojistîk hatin temamkirin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Ferhan Mihemed Salih ji Diyaruna re got.

Hikûmeta xwecihî li Enbarê kampanyayeke yek-mehî pêk anî ji bo nûçakkirina rêya ku 65 kîlometran dirêj e.

Kar tijekirina kunan, rakirina hemû nîşanên wêranbûnê, paqijkirin û çandina daran li xwe digirt, Salih got, wî anî ziman ku çekdarên DAIŞ beşin ji rê bomberêj kiribûn berî ku ji Felûce werin derxistin.

Hêzên ewlekarî xaleke kontrolê ya sereke li ser rê danîne ku hazirkirî ne bi teknolojiyên dawî yên pişkinîna teqemeniyan û mefreze û nobedarên ewlekarî bicih kirine ji bo parastina wê ji êrîşan, wî got.

Asankirina trafîkê û herikîna kelûpelan

"Ev rê dê barê rêwiyên ku navbera Bexda û Enbarê geştê dikin asan bike û qerebalixên trafîkê bidawî bîne," Salih got.

"Niha rêyeke me ya sereke heye ji bo girêdana parêzgeha me bi paytextê re," wî got.

Xala kontrolê ya Suqûr a ku dikeve li ser wê rêyê piraniya caran qerebalixa trafîkê lê gelek e û dorên dirêj ên otombîlan li benda derbasbûnê ne, wî got.

Lê niha, bi nûvekirina rêya kevin a Felûce-Bexdayê, dibe ku trafîk dê nîvî kêmtir bibe, Salih got.

Rê dê herwiha herikîna kelûpelan û bazirganiyê bo Enbarê asan bike.

"Em bi awayekî awarte hewceyî rêyeke din in ji bo peydakirina rêya gihiştina kamyonên bazirganî bo parêzgehê, li gel madeyên girîng bo projeyên nûavakirina jêrxaneyê li bajarên me ku ji ber terorê ziyan dîtine," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500