Nûçeyên Iraqê
Aborî

Reqaya Sûriyê ne nişînbar e piştî têkçûna DAIŞ

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Dikanên bajarê Reqayê yê Sûrî nîşanên zirarê li wan tê xuyakirin piştî şerên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve]

Dikanên bajarê Reqayê yê Sûrî nîşanên zirarê li wan tê xuyakirin piştî şerên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve]

Tevî ku niştecîyên Reqayê aram bûne ku ew ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xilas bûne ew nikarin vegerin tiştê ku ji malên wan mane ji ber binesazîya bajar hatiye jihevxistin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) roja Înê (20ê Cotmehê) "serkeftineke dîrokî " li dijî DAIŞê li bajarê Reqayê pîrez kir û soz da ku desthilatdarîyê bide dest Encumena Sivîl ya Reqayê, birêveberîya wê ya sivîl.

Lê ev yek nabe -- û sîvîl nikarin vegerin -- heta ku bermayîyên teqemenîyên şer ji kolanên bajar neyên veguhestin û laşên di bin molozan de dorpêçkirî neyên veguhestin, QSD got.

"Rewşa aniha ji vegera sivîlan re ne guncan e, sivîlên ku dixwazin vegerin mal, dikan û zevîyên xwe," Sedam el-Hiwêdî got, cîgerê serokê komîteya tenduristîyê ya Encumena Sivîl ya Reqayê, got.

Ji bilî "mayînên erdê û molozên li her deverê", wî ji Diyaruna re got, dozin din hene yên divê werin çareserkirin berî ku niştecî karibin vegerin.

Pêdivîyên nûavakirinê yên ku demeke kin gerekî wan e zêdey taqeta encumenê ye, wî got, wî bang li rêxistinên hewarçûn û yên navdewletî kir daku di rewşên awarte de destêwerdanê bikin.

"Rakirina molozan berêtîyeke lûtke ye ji ber tenê wî çaxî mirov dê karibe bombeya demkî û laşan rake û bajar paqijî bikin daku niştecî karibin vegerin," wî got.

Paqijkirina teqemenî û molozan

Berêtîya aniha ew e ku rêya giştî yên diçin bajar di rêya rakirina moloz û amûrên teqîner were vekirin, û bi berdewmkirina operesyonên paqijkirinê, Luey Meter, endezyarekî ji Reqayê yê ku ji berê ve bi encumenê re kar dikir.

"Bajar di rewşa aniha de ne gengaz ku mirov lê bijî û ew têra 300,000 niştecî nake," wî ji Diyaruna re got, wî not kit ku DAIŞ binesazîya sereke mîna av, elektrîk û bi awayekî tam wêran kiriye.

"Kesên vedigerin dê gelekî êşê bikişînin, bi taybet zivistan nêzîk dibe," wî got.

"Herwiha mesela vekirina dibistanan pir girîng e ji ber divê zarok bêtir ji wilo dûrî perwerdeyê nemînin, rewş wiha bû ji çaxa ku DAIŞ destên xwe danîn ser bajar û gundewarên wê," wî got.

Meter got ku DAIŞ dibistan kirin baregeh û çeperên rahênanê, vê yekê hişt ku hin niştecîyên Reqayê birevin kampên penaberan ên nêzîk daku karibin zarokên xwe bişînin xwendinê.

"Girîngîya nûavakirina bajar ne kêmtir e girîngîya rizgarkirina wî ji DAIŞ," Meter got, lê ev yek bê piştgirîya navdewletî ya yekser ne pêkan e.

Hiwêdî got ku komîteya tenduristîyê ya encumenê dê kar bike daku binesazîya tenduritîyê ya bajar nû ava bike daku niştecî vegerin bajar.

Armanca yekem ew e ku nexweşxane û xastê ji nû ve ava bikin, wî got, wî not kir ku nûavakirina tam ji sîstema guhdana tenduristî re dê tekoşîn û temwîleke mezin bixwaze.

Veger ji niştecîyan re xewn e

“Xewna min ku ez vegerim Reqayê her wekî rewş çawabe" Cemal Bekar got, ew cotkareke li devera Reqayê ku li Eyn Îsayê bena bûbû. "Lê piştî derxistina DAIŞ û rizgarkirina bajar divê ez bêtir bendewarîyê bikim, ji ber bi awayekî tam ne nişînbar e."

Niştecîyên bajar ên reviyan kampên pênaberan her tişt di dest wan çû, û tevî ew dixwazin vegerin, rewş li ser wan ferz dike ku bendewarîyê bikin, wî ji Diyaruna re got.

Piranîya wan mal û debara wan ji dest wan çûne, wî anî ziman, lê cotkar dê nikaribin vegerin zevîyên xwe ji ber ku DAIŞê bombeyên bidestçêkirî (IEDs) çandine û rêxistinê torên avdanê xerab kirine.

"Komeke sivîl hewl dan ku vegerin lê QSD û encumena sivîl ya Reqayê li derdora bajar in bi jîrî bi rewşê re didin û distînin," wî got.

Wî da zanîn ku wan astengî û xeternakên ke dibe ew rastî werin ji kesên ku vedigerin re û ew birin deverên ewle yên herî nêzîk.

Tevî şîretên diyar ji alîyê QSD ve, niştecî her rojî li ber dergehê bajar in li benda derfetê daku herin bigein bê çi ji ber malên wan maye, ew hewl didin ku şervanên QSD qayil bikin daku bihêlin derbas bibin, AFP ragihand.

Kesên ku guh li şîretan nakin xeter li devê rêya wan e, tîma bijîşkî ya QSD roja Înê ragihand ku herî kêm 15 kes, di nav wan de neh sivîl, hatin kuştin ji dema ku şer qediyaye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500