Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî dest pê dikin derbasî asêgeha DAIŞ a dawî dibin

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî fermanan li bingeha artêşê li Hebanîyê roja Sêşemê (24ê Cotmehê) werdigirin, du rojan berî destpêkirina operesyona rizgarkirina Rewa û Qaimê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Rojnamegerekî xwecihî/AFP]

Hêzên Iraqî fermanan li bingeha artêşê li Hebanîyê roja Sêşemê (24ê Cotmehê) werdigirin, du rojan berî destpêkirina operesyona rizgarkirina Rewa û Qaimê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Rojnamegerekî xwecihî/AFP]

Hêzên Iraqî îro Pêncşemê (26ê Cotmehê) dest bi operesyoneke serbazî kirin bo rizgarkirina bajarên Rewa û Qaimê li ser kinara rojavayî ya parêzgeha Enbarê.

Serokwezîr Heyder Ebadî îro Pêncşemê îlan kir ku şer berdewam e daku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li asêgeha rêxistinê ya dawî li Iraqê ji kokê rakin û sînorê bi Sûriyê re misoger bikin.

"Feyleqên lehengî û fîdayê hene tevgerê dikin daku asêgeha terorîzmê ya dawî li Iraqê wêran bikin û Qaim û Rewayê û gund û bajarokên rojavayê Enbarê rizgar bikin," wî di daxuyanîyekê de got.

"Tiştên ku me berê gotine dîsa dubare dibin, ku şerên me bûne bingeh ji beserkeftinê û têkçûna DAIŞ, û rê li pêşîya endamên DAIŞ nîne ji bilî mirin û radestbûnê," wî got.

Hêzên Iraqî pasvanîya kolanên Anahê di 22ê Îlonê de dikin, di operesyoneke serbazî de bo derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). Îro Pêncşemê (26ê Cotmehê) operesyoneke serbazî bo rizgarkirina Rewa û Qaimê dest pê kir. [Muaaz Dilêmî/AFP]

Hêzên Iraqî pasvanîya kolanên Anahê di 22ê Îlonê de dikin, di operesyoneke serbazî de bo derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). Îro Pêncşemê (26ê Cotmehê) operesyoneke serbazî bo rizgarkirina Rewa û Qaimê dest pê kir. [Muaaz Dilêmî/AFP]

Êrîşa ji gelek alîyan ve

Berdevkê Fermandarîya Operesyonên hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got ku yekîneyin ji Enbarê û fermandarîyên operesuonên Cezîrê, polîsê federa û yê xwecihî û hêzên lêkdanê yên gelemperî û êlîdi şer de beşdar dibin,

Resûl got ku êrîşa nû hat "piştî ku amadekirna serbazî û locistî hatin temamkirin".

"Ji gelek alîyan dest bi operesyonê hat kirin," wî got. "erkine tam bi yekîneyan hatibûn spartin daku refên dijmin lawaz bikin û qudreta wan a munawere û veşartinê pûç bikin."

Fermandarê operesyonên Cezîrê liwa Qasim Mihemedî ji AFP re got ku hêzên Iraqî ji alîyê rojhilat, başûr-rojhilat, bakur û başûr bi pêş ve diçin.

Zêdeyî Rewa û Qaimê, operesyon hewl dide ku deverên derdorê û gundan jî rizgar bike, di nav wan de Ubeyde, Saeda, Kerabla û devereke din ku bi navê T1 tên naskirn, herwiha karîgehên fosfat û çemento yên xwecihî, Resûl ji Diyaruna re got.

"Îro hêzên me bi awayekî têrdar amade û pispor in daku şer şert û mercên herî zehmet bikin," wî got.

"Em nahêlin ku endamên terorîst sûdê ji jîngeha biyabanî li zonên şer bikin," wî anî ziman. "me di planên xwe de hazirîya hemû berhengarî û astengîyên xwezayî kiriye".

"Em dê bi ser bikevin."

Êrêşên asmanî yên hevpeymanî û Iraqê

Fermandarê Operesyonên Parêzgehê emîd Mihemed Felahî got ku balefirên şer ên hevpeymanîyê û yên Iraqî êrîşên giran pêk anîn.

Resûl ji Diyaruna re eşkere kir ku hêzên asmanî yên Iraqî roleke girîng dilîzin di cengên li dar de bi armnackirina vaşargeh û bingehên DAIŞ.

Wî got ku beriya operasyona li dar, blafirên şer ên Iraqî roja 21ê Cotmehê lêdanên asmanî yên çir li biyabana rojavayî li nêzî sînorê bi Sûriyê re pêk anîn.

Wî da zanîn jî ku êrîşên asmanî 25ê çekdarên DAIŞ kuştin û du kampên rêxistinê wêran kirin û 13ê navgîn rûxandin, di nav de lorîyeke mişt alavên serbazî.

Beriya êrîşê, bi hezarên nameyên selametiyên li deverên armancikrî hatin barandin.

Wî eşkere kir ku wan rênima û rêbername ji sivîlan re û daxwazên xweradestkirinê ji çekdarên DAIŞ vedihewandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500