Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Xwendekarên Anahê vedigerin dibistanan

Xalid Taî

Xwendekarên keç ala iraqê bilind dikin û nîşana serkeftinê hildidin di yekemîna roja wan a dibistanê de li dibistaneke bajarê Anahê roja 22ê Cotmehê. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Xwendekarên keç ala iraqê bilind dikin û nîşana serkeftinê hildidin di yekemîna roja wan a dibistanê de li dibistaneke bajarê Anahê roja 22ê Cotmehê. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Bi sedên xwendekaran dîsan vegeriyane dibistanê vê heftiyê li bajarê Anahê yê parêzgeha Enbarê, bajarê ku nû hatiye rizgarkirin, berpirsiyaran ji Diyaruna re got.

Dora 2,500 xwendekarên dibistanên seretayî, navendî û amadeyî dîsan perwerdahiya xwe dewam kirin roja Yekşemê (22ê Cotmehê) piştî mehekêji derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajar, serokê meclîsa xwecihî, Ebdul Kerîm Anî, got.

Wî got ku destpêkirina xwendinê li dibistanan nîşaneke zelal e ku bajarê Anahê aram e.

"Yekser piştî şerê rizgarkirinê bi dawî bû, me xebatên nûkirina bajêr dest pê kirin," wî got, da zanîn jî ku sektora perwerdahiyê di serê berîtiyan de bû.

"Me sê dibistan vekirine û me hemû pêdiviyên xwendinê ji xwendekarên qeydkirî re dabîn kirin, wekî pirtûk û pênûs," Anî got.

Wî da zanîn ku hêzên ewlekariyê kar li ser misogerkirina ewlehiyê ji dibistnan re dikin.

Wî got ku xizmetên ava vexwarinê û telîfon dîsan berdest in, û sektora tenduristiyê "hin bi hin tê berdestkirin".

"Matryalên hewarçûnê ji xelkê re tên dayîn ji aliyê rêxistinên navdewletî yên alîkariyê," wî got.

Qayimkirina ewlehiyê

Anî got ku du sêyekên şêniyên Anahê, ku nifûsa bajêr 32,000 kes in, beriya ku şerên rizgarkirinê dest pê bikin ji bajêr derketin, û wî hêvî kir ku ew di demeke nêz de vegerin malên xwe piştî îsbatkirina pakiya xwe ya ewlehî.

Wî got ku kesên ku li bajêr mabûn ketin pişkinîna ewlehî de bo piştrastbûn ku tu terorîstan xwe di nav wan de neveşartiye.

Wî got ku aniha Anah ewle û aram e, "û hêzên Iraqî ji Firqeyên 7ê û 8ê û Fermandariya Operasyonên Cezîrê kontrola tevahiya taxên bajêr dikin".

Hêzên Anahê cih girtine "têr dikin ku ewehiyê misoger bikin û bajar ji êrîşên terorî biparêzin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500