Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Nînewayê hebûna xwe li Mûsilê qayimtir dike

Xalid Taî

Polîsên Iraqî ên Hêzên Rizgarkirina Nînewayê waneyeke perwerdahiyê li serbazgeha Spayker roja 9ê Adara 2016an hazir dibin. Bi kontrolkirina Mûsilê di meha Tîrmeha 2017an, polîs baldariya xwe daye misogerkirina ewlehiyê li bajêr. [Ehmed Rûbeyî/AFP]

Polîsên Iraqî ên Hêzên Rizgarkirina Nînewayê waneyeke perwerdahiyê li serbazgeha Spayker roja 9ê Adara 2016an hazir dibin. Bi kontrolkirina Mûsilê di meha Tîrmeha 2017an, polîs baldariya xwe daye misogerkirina ewlehiyê li bajêr. [Ehmed Rûbeyî/AFP]

Polîsê parêzgeha Nînewayê roja Înê (20ê Cotmehê) dest bi bicihkirina planeke nû kirin bo parastina Mûsilê ji derbasbên bi dizî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Plana ewlehî bicihkirina yekînene polîs li bajêr û zêdekirina hejmara operasyonên dûvçûn û girtina milîtanên daxwazkirî vedihewîne.

"Me hêzên şerker, ên ji yekînene bersivdayîna bilez pêk tên, li hemû taxên Mûsilê û derbasgehên wê bi cih kirin," serokê polîsê Nînewayê, lîwa Wasiq Hemdanî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku ev hêz xebatên xurt ên dûvçûn û girtina endamên DAIŞ ên xwe veşartine encam didin, bal kişan ku vê heftiyê "25 terorîstên DAIŞ" girtine.

Wî got ku girtin li ser bingeha fermanên dadgehên bûn û bi şehdebûna dîdvanan û delîlên ku gunehkariya wan piştrast dikin piştevankirî ne.

Navendên polîs dîsan hatin vekirin

Piraniya navendên polîs dîsan hatin vekirin û " kar li ser bicihkirina erkên xwe ên parastina ewlehiyê, nehiştina tawanan û hêsankirina karûbarên welatiyan dikin", Hemdanî got.

Wî got ku ew xebatên ligel Fermandariya Operasyonên Nînewayê û yekîneyên din ên serbazî û hewalgirî kordîne dikin.

"Em naxwazin di şûna xwe de bimînin, belê merem dikin ku planên xwe biguherin û serwext bikin, û piştre li gorî pêşhatinên rewşa ewlehî û mercên nû yên ku prosesa rizgarkirinê anîne holê tev bigerin," wî got.

"Em karên xwe bi asteke bilind ji skîl û pêşeyîyê diqedînin," wî got, da zanîn jî ku "Mûsil îroj xwedan rewşeke ewlehî ya baş e."

Wî da zanîn jî ku xelkê lokal rolê di parastina ewlehiyê de li bajêr dilîzin, ew jî bi rêya xeberdarkirina li dor cihên veşartî û şanên terorîstan, otombîlan û gumanbaran.

"Em ji vê kordînekirinê û vî karê hevbeş sipasdar in, em dê tu hebûna terorîstan li deverên xwe nehêlin, û em dê rê nedin tu gefekê li ser ewlehiya me û jiyana welatiyên me," wî got.

Xebatên tecnîdkirina polîs

Hemdanî got ku xebatên tecnîdkirinê berdewam in bo qayimkirina hebûna polîs li Mûsilê, û eşkere kir ku dê hêzên polîs di demeke nêz de xelkê vexwendî navnivîsê bikin.

"Aniha dora 13,000 polsên parêzgehê hene û ew êrîşan dikin û erkên xwe bi cih dikin," wî got.

"Em hêvî dikin hejmar bibe 20,000an," wî got jî. "Lêbelê aniha em bi tiştê di nav lepên xwe de kar dikin, bi awayekî nerm ê bilind daku em erkên xwe yên ewlekarî bi cih bikin."

Hêzên Iraqî roja 11ê Tîrmehê destê xwe danîn ser Mûsilê piştî neh mehan ji şerê giran li hember DAIŞ.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500