Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bajarên Iraqî yên rizgarbûyî qeydên DAIŞ dilerizînin

Xalid Ta'î

Nanpêj nan li rojavayê Musilê dipêjin, cihê ku xizmet careke din berdest in û hewldanên nûavakirinê berdewam in piştî derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji rûpela Facebookê ya Cenga Nînewayê]

Nanpêj nan li rojavayê Musilê dipêjin, cihê ku xizmet careke din berdest in û hewldanên nûavakirinê berdewam in piştî derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji rûpela Facebookê ya Cenga Nînewayê]

Bajarên Iraqî yên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rigarkirin asteke baş ji ewlehîyê li wan peyda dibe, ev yek derfetê dide niştecîyên bêwar ku vegerin û karê nûavakirinê dest pê bikin.

Li mûsilê, ya ku asêgeha rêxistinê ya herî mezin bû li Iraqê, niştecîyên bajar hêdî hêdî dest bi jîyana xwe ya normal dikin, û niştecîyên bêwar jî dest pê dikin vedigerin.

Pêşketina rewşa ewlekarîyê û xizmet hiştin ku ev yek gengaz beWisam Emar got, niştecîyekî taxa Erebî li Rojhilatê Mûsilê, got.

"Nûavakirina bajar careke din weke berê ne erkekekî hêsan e," wî ji Diyaruna re got, wî destnîşan kir ku nûavakirin berêtîyeke herî girîng e ji niştecîyan re li gorî asta ewlehîyê ya aniha li bajarê parêzgeha Nînewayê peyda dibe.

"Li gorî vê asta aramîyê , dibe ku her tişt dirust be," wî got.

Kenalên danûstandinê tên vekirin

Fermandarîya Operesyonên Serbazî ya Hevbeş plan dike ku ewlehîyê biparêze, fermandarîya ku giranîyê dide avakirina sîstemeke istixbaratî ya çalak û bawerîyê bi niştecîyn xwecikî re ava bike, berdevk fermandariyê, emîd Yehya Resûl, ji Diyaruna re got.

"Piştî rizgarkirina Bajaran û paqijkirina teqemenî û bermahîyên şer, em aniha giranîyê didin çawa em erdê û xelkê biparêzin," wî got, "Me dest pê kiriye em istixbaratên xwe xurt dikin û em kar dikin ku em rêbazine nû bikar bînin."

Operasyonên parêzî berdewam in daku li şanên DAIŞê yên razayî bigerin, wî got, wî anî ziman ku hêzên Iraqî "gelek ji wan şanan ji hev xistin ş wêran kirin".

Di çi hewldana bû parastina ewlekarîyê de, kenalên danûstandinê di navbera niştecîyan û hêzên ewlekarîyê de xwedî girîngîyeke mezin e, Resûl not kir.

Pîştî şeran, "asteke bilind ji bawerîyê di navbera her du alîyan de hebû", wî got. "Em dixwazin vê têkilîyê xurt bikin daku em karibin jîngehekê çêbikin ku xelk bi hêzên ewlekarîyê re kar bikin û aramîyê biparêzin.

Wî got ku operasyonên dijî DAIŞ ên vê dawîyê hatin cîbicîkirin weke bersivekê ji agahîyên istixbaratî re ji alîyê niştecîyên xwecihî ve, wî êrîşa asmanî ya 7ê Cotmehê li ser komeke DAIŞ li Qaimê destnîşan kir weke mînaka herî nû ya vê alîkarîyê re.

"Terorîstan êrîş li paytextê, Bexdayê, û parêzgeha Necefê plan dikirin," wî got, wî anî ziman ku serkirdeyekî berz ê nêzîkî Ebû Bekir Bexdadî di nav wan kesan de bû ku di êrîşê de hatin kuştin.

"Çandeke ku terorîzmê sivik dike"

"Aramî li bajarên rizgarkirî zor girîng e ji bo nûavakirin û pêşxistina wan," lêkolîner Haşim Haşimî,y ê ku di lêkolînên derbarê tevgerên tundrew de pispor e, got.

Lê belê, aramî dadperwerîya guhêzbar dixwaze, herwiha vegera niştecîyên bêwar û çandeke ku terorîzmê sivik bike, wî ji Dyaruna re got.

wî got ku daku aramî vegere û em wê biparêzin, ji hikûmetê tê xwestin ku sponserîya programên giştgîr li dijî terorîzmê bike, programên ku divê bigihin her kesî.

"Divê em xelkê li mizgeft û dibstanan û di rêya Înternetê û hemû kenalên ragihandinê re han bidin daku beşdar bibin û berpirsyar bin ji bo ewlekarîyê biparêzin," wî got.

Haşimî hişyarî da ku eger kêmasî derbarê vê berpirsyarîyê hebe, wî not kir eger kêmasî hebe dê bêrûmetî be ji wan qurbanî û serkeftinên serbazî ên ku hatin cîbicîkirin.

pêşketina xurt li parêzgeha Nînewayê

Hewldanên nûavakirinê li parêzgeha Nînewayê bi awayekî balkêş zêde dibin, parêzgeha ku dawîya meha Tebaxê hat rizgarkirin, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Ebdul Rehman Weka ji Diyaruna re got.

"Em pêşketinekê pêk tînin, çendî ku hedî ye jî ji ber temwîla alawaz," wî got.

Lî rojhilatê Mûsilê, xizmetên av û elektirîkê dest pê kirine û aniha hemû şarederî kar dikin, Weka got.

Lê belê li rojavayê Mûsilê "hîn xelk derdê kêmasîyê di xizmetên sereke de dikişînin", wî anî ziman, wî not kir ku niştecîyan "careke din dikanên xwe vekirin û rê û sikak bi xwe paqij kirin".

Dupirên ku rojhîlat û rojavayê Mûsilê digihînin hev hatin vegerandin, li alîyê din pireke sêyem lî Qeyarayê li başûrê Mûsilê ji alîyê beşê endazyarîya serbazî ve hate sazkirin.

"Hîn rêyeke dûr û dirêj li pêşîya me ye, lê em berdewam hewldanên xwe dikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500