Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Nîştecihên Dûmayê dijî buhabûna xwarinê xwenîşandanê dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Niştecihên bajarê Dûma yê Sûriyê xwenîşandan kirin ji bo sekinandina bacên nû ku rejîmê li ser tiştûmiştên xwarinê daniyê li deverê. [Wêne ji ofîsa medyaya Hêzên Şoreşa Sûrî hatiye wergertin]

Niştecihên bajarê Dûma yê Sûriyê xwenîşandan kirin ji bo sekinandina bacên nû ku rejîmê li ser tiştûmiştên xwarinê daniyê li deverê. [Wêne ji ofîsa medyaya Hêzên Şoreşa Sûrî hatiye wergertin]

Niştecihên Dûma li devera Xûta Rojhilatî li derveyî Şamê xwenîşandanan pêk tînin û li dijî nirxên gelek buha yên xwarinê derkevin.

Bilindbûna herî dawî di buhayê xwarinê de elaqedar e bi bacên nû yên ku rejîma Sûrî li ser bazirganan sepandiye daku rê bide wan tiştûmiştan bigehînin devera di destê opozisyonê de, ku ji aliyê rejîmê û hêzên alîgir wê ve dorpêçkirî ye.

Xûtaya Rojhilatî rastî xerabtirîn rewş tê, ji sedema kêmahiya xwarinê û buhabûna nirxên wê, çalakvan Mihemed Bêk ji komîteya xwecihî ya Xûtaya Rojhilatî ji Diyaruna re got.

Wî got ku piştî ku niştecihan çend xwenîşandan dubare kirin, rejîmê hişt ku xwarin ji rêyekê derbas bibe -- rêya Wafidîn ji aliyê rojhilatî yê Dûmayê ve.

Wî got ku lê belê ev saziş bi buhayeke giran tê, ji ber ku rejîmê baceke bi qasî 2,000 lîreyên Sûrî ($3.87) bo her kîlogrameke xwarinê ku derabsî devera di destê opozîsyonê dibe sepand, û hawirdekirin tenê bo 5,000 ton sînordar kir.

"Derencama vê gavê firotina her xwarinekê bi 2,000 lîreyê zêde dibe, di demekê de ku nirxên xwarinê li Xûtayê Rojhilatî sê yan çar caran ji deverên din girantir e," wî got.

Xwenîşandan li Dûmayê dest pê dikin

Dûma, ku navendeke rêveberî ye li navçeya bi eynî vî navî, hejmareke mezin a awareyên deverên din li xwe digre.

Di rojên dawî de, û rojên Çarşem û Pêncşemê (18ê û 19ê Cotmehê) bi taybetî, niştecihên xwecih şêniyên awarebûyî li bajar kom bûne daku li dijî bacan derkevin û daxwaza rakirina wan bikin, Bêk got.

Wî got ku rejîmê rê li alîkariyên mirovî bo derbasbûna herêmê girtiye, û gelek niştecih nikarin xwarinê bi bihayênn niha yên bilind bikirin.

"Niştecihên Xûtaya Rojhilatî di rewşên aborî yên gelek xerab de dijîn, ji ber ku piraniya çalakiyên bazirganî sekinî ne, û karmendên dewletê jî tu mûçeyan wernagirin," wî got.

Wî da zanîn jî ku ev yek wiha dike ku tiştên herî sereke zêdeyî karîna kirîna piraniya xelkê.

Bêk got ku Dezgeha Bazirganî û Aborî ku rêveberiya derbasgehên Xûtaya Rojhilatî dike bi boykotkirina derbasbûna tiştan ji deverên di destê rejîmê de difikire.

Wî şirove kir ku ev yek fişarê li ser rejîmê pêk bîne daku ji biryara xwe vegere.

Ev tiştûmişt ji zû ve bac li ser wan heye, beriya bacên nû bên sepandin, û bacên veguhestin û embarkirinê jî li ser buhayên wan ên resen zêdekirî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500