Nûçeyên Iraqê
Ol

Melayê Nînewa yên miyanrew îdolojiya DAIŞ red dikin

Xalid Taî

Oldarên Mûsilê di vê wêneyê de tên dîtin dema ku beşdarî korsekî pêşxistina karînên wan ên rêberiya olî dibin, ku li ser înternetê 9ê Cotmehê hatine danîn. Parêzgeha Nînewayê îtimad li ser oldarên miyanrew dike ku îdolojiyên tundrew red bikin. [Wêne ji rûperla Facebooka Weqifa Sunî ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Oldarên Mûsilê di vê wêneyê de tên dîtin dema ku beşdarî korsekî pêşxistina karînên wan ên rêberiya olî dibin, ku li ser înternetê 9ê Cotmehê hatine danîn. Parêzgeha Nînewayê îtimad li ser oldarên miyanrew dike ku îdolojiyên tundrew red bikin. [Wêne ji rûperla Facebooka Weqifa Sunî ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Daku belavbûna îdolojiya ku "Dewleta Islamî" DAIŞ diweşand ji nav biçe, hukmeta xwecihiya Nînewayê kar li ser pêşvebirina rola oldaran di handana rewşenbîrbûna olî dike.

Komîteya encumena parêzgeha Nînewayê ya weqifê û karên olî roja Sêşemê (17ê Cotmehê) pêkanîna projeyeke "rêberî û guhertinê" bi hevsengiya dîwanên weqfên Sunî Şîe û qirstiyanan ragihand.

Armanca vê projeyê, li gorî rêveberê komîteyê Xanim Hamid, ji "bo belavkirina ruheke biratî û aştiyê ye di nav endamên civakê û redkirina îdolojiya DAIŞ a tundrew".

Desthilatên parêzgehê dest bi civîn û şêwirmendiyan kirine ligel xetîb, îmam û oldarên cor bi cor re kirin, wî ji Diyaruan re got, ji ber ku bandoreke gelek mezin a van kesayetiyan here li ser gelê xwecih.

"Me ji vê girûpê divê ku roleke çalak di rewşenbîrkirina welatiyan bikin li ser baweriya Islamê ya rastî ku fokus li ser miyanrewiyê dike," wî got, tekez kir jî ku ev bawerî bang ji bo meameleya exlaqî ligel xelkê dike.

"Herwiha em dê ji bo amadekirina programên rêberiya îdolojî ji bo hemû girûpên cikakî re hewil bidin, bi taybetî ciwan û nûciwanan re," wî got.

Nûciwan bi taybetî şikestinbar in ku bibin qurbaniya girûpên weke DAIŞ, wî got, ku hewil dide wan bi "destkarîkirina mijên wan û xapandina wan bi gotarên çewt û dirûşman" wan tejnîd bike.

"Avêtina qirêja îdolojîk"

Ji bo pêşeroja parêzgehê re pir girîng e ku malên peristinê û saziyên girêdayî wan bibin beşek ji program û çalakiyên rêberiyê, wî got.

Herwiha encumen hewil dide ku ji bandora lîderên êlan, çalakvanên sivîl û lîderên nerînan sûd werbigre di zêdekirina rewşenbîriya giştî der heqê prensîpê miyanrewîyê di bîrkirinê û meamelekirinê, Hamid got.

Armanc avêtina qirêja îdolojiya girûpên teroristî ye, wî anî ziman jî.

DAIŞ bi giranî itîmad li ser xetîban kir ji bo weşandina jehra xwe û propegandaya xwe bi rêya mizgeftan, û ne tenê dixwest ku xelkê bixapîne û nehiştina baweriyên wan ên avakirî ye, lê belê dixwest jî ku wan bitirsîne û huş bike, wî not kir.

"Gelek ji van berdevkan -- nêzî 100 heta 150 xetîbî -- ji aliyê hêzên ewlekariyê hatin kuştin di dema şerê rizgarkirina bajarê Mûsilê," wî got.

Lê hinek xetîbên DAIŞ karîn birevin.

"Nav û agahiyên van kesan cem desthilatên ewlekariyê re naskirî ne û weke terorîstên ji bo mehkemekirinê daxwazkirî ne hatine tomarkirin," wî got, dema ku baweriya xwe wesf dikir ku desthilat dê bikaribe wan bigre.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500