Mirina fermandarekî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî (Pasdaran) li Sûriyê belegeke din e li ser destêwerdana rasterast a Îranê di şerê li wî welatî de ye, pisporên karûbarên Îranî ji Diyaruna re gotin.
Dezgehên medyayî yên Îranî û malperên fermî roja Yekşemê (15ê Cotmehê) kuştina ferîq Ebdulah Xosrewî, fermandarê Tabûrên Fatihîn ên ser bi Pasdaran, li qada Sûriyê piştrast kirin.
Xorsewî yê wekî fermandarê Pasdaran dihat naskirin ji bajarê Arak e û ew bo Sûriyê hat şandin bo şer li wir bike.
Nûçeyên mirina Xosrewî belgehên zêdetir li dor destêwerdana raserast a Îranê di şerê Sûriyê de dide pêş, Şiyar Turko, pisporê karêbarên Pasdaran û mêtodên wê yên fînansekirin û beferhxwaziyê, got.
Bi taybet, ew belgeheke zelal e li ser destêwerdana Îranêû veguhestina wê ji çekdarên biyanî re bo Sûriyê daku ew di şer de cih bigrin, wî ji Diyaruna re got.
Wî got ku Xosrewî wekî fermandarê Tabûrên Fatihîn, ku komeke şervanên xwebexş û ser bi hêzên Basîc ên nefermî ve ne, dihat naskirin.
"Piştî teşenebûna şerê Sûriyê, hinek yekîneyên Tabûrên Fatihîn bo Sûriyê hatin veguhestin bi geştên asmanî bi behaneya parastina ziyaretgehên pîroz li Şamê," wî got.
Yekîneyên din bo parêzgehên Hums û Hema yên Sûriyê hatin veguhestin, ku ligel yekîneyên Hizbullah kar dikin, herwiha milîsên Şîe yên din jî li jêr kontrola Hêza Quds a Pasdaran, di nav de lîwaya Fatimiyûn, ku çekdarên Efxanî jî lixwe digre, û lîwaya Zeynebiyûn, ku ji welatiyên Pakistanî pêk tê.
Tê zanîn ku dora 3,000 çekdarên Tabûrên Fatihîn li sûriyê hene, herî kêm, Turko got, û ew nof bi nof tên nûkirin.
Wî got ku hêzên ji endam û efserên Pasdaran pêk tê, û herwiha ji sivîlên xwebexş, piraniyan wan jî ji aliyê tîmên heşda tayifî yên Pasdaran hatine tejnîdkirin.
Mirinên ku ajendeya herêmî dibêvirînin
Kuştina Xosrewî gurzeke azardar bû ji Pasdaran re, Turko got, ji ber ku "ew ezmûndarekî Pasdaran bû, û yek ji efserên bilind bû û di cenga Îranî- Iraqî şer kiribû".
Pasdaran hemû hewlên xwe kirin bo veşartina nûçeyên dor hebûna şervanên Îranî li Sûriyê ji tirsa karvedanên navdewletî, Fethî Seyid, lêkolînerê di Navenda Şerq de bo Lêkolînên Herêmî û Stratîjî, got.
"Lê hejmarên mezin ên şeran û wendahiyên gelek ên gihştin Îraniyan û milîsên hevalbendên wan hişt ku ew pirs bi awayekî berfireh bê vekirin," wî got.
Wî got ku ev bi awayekî serekî ji ber ku Pasdaran hêzên xwe bi awayekî berfireh li beşên rojhilatî yên parêzgeha Humsê û deverên hevsînorê Iraqê belav kirine daku kontrola deryên sînorî bike.
Ev beşek ji plana Îranê ye ji bo vekirina rêyeke bêjayî ji Tehranê heta Deryaya Navîn, ku bi rêya wê dikare çekdar û çekan veguheze û bazirganiyê zêde bike, û bi vê yekê, hejmûna xwe li herêmê zêde bike.
Seyid got ku wendahiyên Îranî gelek in, ev yek jî xuyayî ye jiragihandinên li dor mirina efserandi mehên dawî de.
Xesarên mezin ên Supaya Pasdaran jidestdana Eqîd Murteza Şelmanî, lîwa Mistefa Muhemedî û şêwirmendên sebazî yên Pasdaran Mihemed Tac û Murteza Husênpûr lixwe digrin, wî got jî.