Hikûmeta Îraqî pêbend e bi nûavakirina pirên Mûsilê wekî beşek ji xebatên vegerandina jêrxaneyê û xizmetguzariyan û dubaregirêdana aliyên rojava û rojhilatê bajêr, berpirsiyarên Iraqî ji Diyaruna re dibêjin.
Hemû pir di şerê derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajar de wêran bûne, bi tenê pirek, ku Pira 5ê, hatiye vekirin, endamê komîteya xizmetguzariyan a encumena parêzgeha Nînewayê, Husamedîn Ebar, got.
Pireke daleqandî hatiye avakirin bo kêmkirina trafîkê û pirên din li derveyî xizmetê ne, wî ji Diyaruna re got.
Wezareta Vehewandin û Avakirinê aniha li ser nûavakirina Pira Kevin, bi navê Pira Hesinî jî tê naskirin, kar dike, bi projeyekê bi buhayê 2.98 milyar dînarên Iraqî ($2.38 milyonan), wî got.
Wî got ku dê Pira Mûsena dubre bê avakirin bi buhayê 263 milyon dînarên Iraqî ($210,000).
Tevgera di navbera rojava û rojhilat de gengaz e
Aniha pirên bajêr tên çakirin û rewş li Mûsilê hin bi hin baştir dibe, çalakvan Leys Raşidî ji Diyaruna re got.
Wî got ku malbat destpê kirine ku vedigerin malên xwe li aliyê rojavayî yê Dîclayê, û tevgera bazirganî jî vedigere, lê hîna sînordar e.
Wî got ku heta aniha, bi tenê du pir li bajar di xizmetê de ne -- yek ji bo derbasbûnê û ya din ji bo derketina ji bajêr.
Wî got ku ev têrê nake ku rewşa li bajar asayî bike, nexasim ku aniha zanîngeh û dibistan hatine vekirin, û derbaskirina pirekê herî kêm demjimêrekê didome ji ber trafîka qerebalix.
Reşîdî got ku nûkirina pirên Mûsilê dê bandoreke mezin li ser jiyana aborî û civakî ya welat bihêlin.
Wî got ku Pira Kevin seyrangeha Mûsilê li aliyê rojhilatî yê bajar bi Bajarê Kevin li aliyê rojavayî ve girê dide.
"Dema ew bê nûkirin, dê gihiştina bo bazarên Bajarê Kevin gengaz be, û dê xelk vegere firoşgeh û malên xwe li aliyê rojavayî yê bajêr," wî got.
Dubare karakirina jiyana bazirganî
Raşidî got ku ji ber ku pir li derveyî xizmetê ne, hejmara xelkê li aliyê rojhilat yê bajêr gelek e, ji ber ku kêmtir ziyan ji ber operasyonên serbazî gihiştiyê ji aliyê rojavayî.
"Vê yekê hişt ku kirêya yekîneyên vehewandinê û firoşgehan li aliyê rojhilatî zêde bibe û bibe duqatê buhayên berê," wî got.
Wî da zanîn ku ev veqetîna piran herwiha hişt ku tevgera bazirganî ji bazarên gelêrî li aliyê çepê, mîna Dewasa, Nebî Şît û Bajarê Kevin, veguhestin bo deverine nû li aliyê rojhilatî.
"Vê yekê hişt ku tevahiya bazirganiyê li aliyekî be, di demekê de ku beriya niha li herdu aliyan bû," wî got.
Wî got ku guhertin di vehewandinê û bazirganiyê de li aliyê rojhilatî guvaşeke mezin li ser jêrxaneya Mûsilê hişt, û da zanîn ku aliyê rojavayî ji bajar bûye devereke hema bibêje nenişîn, ev yek jî rewşa aborî ya giştî li bajêr nearam dike.
Wî got ku ji aliyê civakî ve, zêdetir ji 90% ji xelkê aliyê rojava çûne aliyê rojhilat, û li wir di xaniyên nefermî de dijîn, û her çar an jî pênc malbatan di xaneyekî û parçên giradayî wî de dijîn.
Aramî nûkirinê geş dike
Rewşa ewlehiyê li Mûsilê îro di baştirîn rewşa xwe de ye ji 2004an ve, li gorî serkêşekî heşda êlan, Şêx Xalid Cibûrî.
"Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar fermana belavbûna Firqeya 16ê li rojhilatê Mûsilê daye û ew bi misogerkirina ewlehiyê li navenda Mûsilê û deverên nişîn ên derdorê erkdar kiriye," wî ji Diyaruna re got.
Wî got ku baştirbûna ewlehiyê, ku polîsê lokal û heşda êlan jî têde rolê dibînin, keşûbayekî aram ji kompaniyên niştîmanî û biyanî yên nûkirinê re peyda kiriye bo ku ew projeyên xwe li bajêr pêk bînin.
"Aramî vegera xelkên bêwar bo bajêr han dide ji ber ku ew nema li ser jiyan û malûmilkên xwe ditirsin li jêr parastina hikûmeta federal û artêş û polîsê Iraqî," wî got.
Ebar got ku tevî ku gelek kar li benda qedandinê ye, vegera jêrxaneyê û xizmetguzariyan li herdu aliyên bajêr rê li pêşiya beşekî mezin ji xelkê xweş kir ku vegerin.
Endamên encumena parêzgeha Nînewayê got ku rojavayê Mûsilê, yê ku pir ji ber pevçûnan pir ziyan dîtiye, aniha dora 70% ji nifûsa wê vegeriyane malên xwe.
Wî got ku ev rêjeyeke baş e bi berhevkirin ligel asta wêraniya ku DAIŞ li deverê li pey xwe hişt.
Deverên ku ziyaneke kêm bi operasyonên gihiştiye wan, mîna rojhilatê Mûsilê û Telaferê li rojavayê Nînewayê û Mehelebiyayê, xelkê wan bi girseyî vegerane warên xwe, piştî xizmetguzarî hatin berdestkirin.