Nûçeyên Iraqê
Aborî

Iraq dest bi nûavakirina Enahê dike piştî çend rojan ji rizgarkirinê

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên ewlekariyê yên Iraqî xaleke pişkinînê li bajarokê Enahê yê parêzgeha Enbarê birêve dibin, ji bo xurtkirina ewlekariyê li bajar. [Wêne ji rûpela Facebookê ya nûçeyên navçeya Enahê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekariyê yên Iraqî xaleke pişkinînê li bajarokê Enahê yê parêzgeha Enbarê birêve dibin, ji bo xurtkirina ewlekariyê li bajar. [Wêne ji rûpela Facebookê ya nûçeyên navçeya Enahê hatiye wergirtin]

Her dema ku dengê fîşekan sekinî û hêzên Iraqî Enah ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerandin, tevgereke mezin a nûavakirinê dest pê kir ji bo vegerandina xizmeguzariyan bo bajarê li parêzgeha Enbarê.

Rizgarkirina Enahê di 21ê Îlonê de, tenê piştî du rojan ji destpêkirina operasyona rizgarkirinê, ku bi encama wê hêzên Iraqî pêş ketin di çarçoveya operasyoneke serbazî ya mezin de ji bo derxistina DAIŞ ji beşên li rojavayê welat.

Rizgarkirina bilez a Enahê nehişt ku wêrankariyeke mezin bigihe jêrxaneya bajar, berpirsên Iraqî gotin, lê wan hişyarî ji ziyana ku ji encama desthilata DAIŞ a bi salan da.

Planeke nûavakirinê ya du-qonaxî

Her dema ku Enah hat rizgarkirin, desthilata xwecihî dest bi planeke nûavakirinê ya du-qonaxî kir, endamê encumena parêzgeha Enbar Taha Ebdulxenî, got.

"Qonaxa yekem paqijkirina bajar ji teqemenî û cebilxaneya [yên DAIŞ] ye," wî ji Diyaruna re got.

Yekîneyên endazyarî yên serbazî dest bi kar kirin ji bo rakirina mayîn û teqemeniyan, wî got, anî ziman jî ku şikestina bilez a rêxistinê rê nedayê ku cebilxaneya neteqiyayî li tevahiya bajar deyne, ji bilî hejmarek ji avahiyên giştî.

Wî got ku qonaxa duyem vegerandina xizmeguzariyan weke av, elektirîk, veguhestin û berhemanîna petrolê piştî nirxandina zererê li xwe digre.

Parêzgehê komîteyeke taybet pêk anî bi serokatiya cîgirê parêzgarê Enbarê Elî Ferhan, ku serdana bajar kir piştî ku hat rizgarkirin, Muştaq Talib, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enahê, got.

Ferhan, ku ligel serokên dezgehên av, trafîk, kenalîzasyonê û şaredariyan serdana bajar kir, ziyana ku gihaye bajar nirxand, got.

Vegerandina xetên telîfonan û rêyan

Gelek xwebexşên ji rêxistinên civaka sivîl û sektora taybet soz dabûn ku piştgiriya hewlên nûavakirinê bikin her dema ku ji DAIŞ hat rizgarkirin, Talib got.

Wî got jî ku xelk dixwazin ku jiyana li bajar vegerînin rewşa asayî.

"Piraniya wêranbûnê gihaye dezgehên hikûmetê, ku DAIŞ hewl da ku di dema hukmê xwe de û dema ku ji bajar vedikişiya wî wêran bike," wî got.

Lê belê, jêrxane û dibistan, di rewşeke baş de bûn li gorî bajarên Iraqî yên din ku ji DAIŞ hatin rizgarkirin, wî got jî.

"Kar dê li gorî lîsteyeke berîtiyan were pêkanîn, ku xizmetên sereke di serî de ne, di nav de telekumonîkasyon daku xelk bikaribin bigihin derveyî bajarê xwe piştî salan ji îzolekirinê," Talib, got.

Piştre, rêyên sereke ku Anah bi Hedîsa ve girê didin dê werin çêkirin ji bo asankirina tevgera kamyonên ku xwarin û dermanan hildigrin, wî got.

Kar berdewam e ji bo vegerandina tora niştîmanî bo xizmetê, wî got, ku elektirîk niha bi rêya jeneratorên taybet ku bi sûtemeniyê kar dikin tê peydakirin, ku ew jenerator ji aliyê hikûmetê ve hatine dabînkirin.

Xurtkirina ewlekariyê

Talib got ku xurtkirina ewlekariyê jî girîng e ji nûavakirina Enahê re.

Wî got ku ev tê wateya xurtkirina hêzên polîsan û yên ewlekariyê li bajarên hinekî mezin, ku ev yek hewceyî hêzeke polîs a ji 500 endaman e.

Niha tevahiya bajar ewle ye bi xêra hêzên rizgarker, êlan û polîsên xwecihî, fermandarê heşda şaabî ya navçeya Bexdadî Şêx Qeterî Semermed, got.

Ev hêz çavdêriya nûavakirina bajar dikin, wî ji Diyaruna re got.

Wan alîkarî kir di parastina ewlehiyê de bi rêya ferzkirina qedexekirina hatûçûnê li ser xelkê xwecihî di dema şerê rizgarkirinê de, ji dêvla rêdan ji wan re ku ji bajar derkevin, wî got.

Vê yekê alîkarî kir di vegerandina bilez a jiyana asayî de, ji ber ku karmendên hikûmetê yên sereke di vegerandina xizmetan de ji bajar nereviyabûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500