Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Li Idlibê nerazîbûn piştî kuştina zêrkeran

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şêniyên Idlibê nebûna zagonê li bajarê xwe şermezar dikin di xwenîşandana 10ê Cotmehê de. [Wêne ji Komîteyên Hevaheng ên Idlibê hatiye wergirtin]

Şêniyên Idlibê nebûna zagonê li bajarê xwe şermezar dikin di xwenîşandana 10ê Cotmehê de. [Wêne ji Komîteyên Hevaheng ên Idlibê hatiye wergirtin]

Bajarê Idlibê îsyaneke giştî roja Sêşemê (10ê Cotmehê) lidar xist ku xebatkarên sektora giştî û sektora ehlî têde beşdar bûn li ser daxwaza rûsipiyan û bazirganên mezin, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Banga îsyanê hat kirin piştî bûyera kuştina sê bazirganan û talankirina zêrgeha wan, û ew weke protestoyekê li dijî şêwazê parastina hevbendiya Tehrîr el-Şam ji ewlehiyê re li bajêr hate organîzekirin.

Li nava Idlibê, çalakvanan got, revandin, kuştin, fêlbazî û standina bacan berbelav in bêyî tu rêgiriyekê ji aliyê hevbendiya tundrew ve, ya ku bi giranî ji Eniya Nusra ya berê pêk tê.

Êvara Duşemê, sê zêrker hatin kuştin bi destê çeteyan di dukana wan de li nêzî mizgefta Şû'êb li navenda Idlibê, çalakvanê medyayî Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Dukan li bazara Idlibê hatine girtin di bersivdayîna banga roja 10ê Cotmehê de ya bo îsyana giştî ji aliyê kesayetên bibandor. [Wêne ji Komîteyên Hevaheng ên Idlibê hatiye wergirtin]

Dukan li bazara Idlibê hatine girtin di bersivdayîna banga roja 10ê Cotmehê de ya bo îsyana giştî ji aliyê kesayetên bibandor. [Wêne ji Komîteyên Hevaheng ên Idlibê hatiye wergirtin]

Ciwanên Idlibê sloganên ku daxwaza mafê parastinê dikin û binketina Tehrîr el-Şam di kontrolkirina ewlehiyê de şermezar dikin bilind kirin. [Wêne ji Komîteyên Hevaheng ên Idlibê hatiye wergirtin]

Ciwanên Idlibê sloganên ku daxwaza mafê parastinê dikin û binketina Tehrîr el-Şam di kontrolkirina ewlehiyê de şermezar dikin bilind kirin. [Wêne ji Komîteyên Hevaheng ên Idlibê hatiye wergirtin]

Ew hersê bi navên Eymen Ebdul-Mo'în Qewsera û herdu kurên wî, Ebdul-Mo'în û Îsam, û kurê wî yên sêyem, Redwan, bi giranî birîndar e û bo nexweşgehê bo tîmarkirinê hatiye veguhestin.

Kujeran hemû tiştê di dukanê de biriye, ku pênc kîlo zêr, $12,000 û çar milyon perên Sûrî ($7,760) bû.

Li gorî dîdvanên ku li deverên bûn dema bûyer qewimî, kesî dengê gulekirinê nekiriye, ew jî nîşan dide ku çekên bêdeng hatine bikaranîn.

Otombîla ku êrîşkar lê siwar dihatin hatiye naskirin bi rêya kamîrên çavdêrîkirinê û corê Kiya taksî ye, û dîmenên kamîran çar çekdarên maskdar nîşan didin.

Bang bo îsyana giştî

Roja piştî bûyerê, rûsipiyên bajêr, di nav de kesayetên xuya û bazirgan, banga îsyaneke giştî kirin bo şermezarkirina nebûna zagonê ya ku belav bûye ji dema ku Tehrîr el- Şam destê xwe daniye ser baregehên ewlehiyê.

"Ew bi aweyekî xuyayî di misogerkrina ewlehiyê de binketiye û rê daye çeteyên xwe ku bi kêfa xwe gendeliyê bikin li herêmê," Esaf got, "vê yekê hişt ku girtina li ser malan dizîna otombîlan geş bibe."

Xwenîşaneke bê organîzekirin piştî xaksipartina sê zêrkeran qewimî, ku têde sloganên şermezarkirina kiryarên Tehrîr el-Şam û daxwazkrina mafê parastinê hatin bilindkirin.

Esaf got ku hinek dibînin ku Tehrîr el-Şam rê dide ku rewşa nebûna zagonê dewam bike daku piştre kontrola xwe bisepîne wekî tek çareyê.

Wî got, hevdem, "dewriyên ewlekariyê" bi kom pêk tên û dijberên wê digrin, him kesatî û him jî komên hevrik.

"Hejmarek ji bazirganan û şêniyan hewl da ku tîmên ewlekariyê yên taybet pêk bênin bo parastina mal, dukan û mulkên xwe, lê hevbendiyê ew sekinandin," Esaf got.

Wî da zanîn jî ku hejmarek ji ciwanên ku xwe ji vê stûbariyê re dabûne pêş hatin binçavkirin bo lêpirsînê, û ew nehatin serbestberdan "heta ku wan soz da ku vî karî careke din nekin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500