Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

DAIŞ dibîne ku zehmet e ew xwe li biyabana Enbarê veşêre

Xalid Taî

Navgînên artêşa Iraqî û helîkopterek li biyabana Enbarê belav dibin, dema ku hêzên welat şerê "Dewleta Îslamî", dikin roja 9ê Adara 2016an. [Ehmad Rubeyî/AFP]

Navgînên artêşa Iraqî û helîkopterek li biyabana Enbarê belav dibin, dema ku hêzên welat şerê "Dewleta Îslamî", dikin roja 9ê Adara 2016an. [Ehmad Rubeyî/AFP]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dibîne ku her diçe zehmet dibe ku ew biyabana Enbarê bingehekê ji êrîşên xwe re bikar bîne, berpirsekî leşkerî yê Iraqî eşkere kir.

Rêxistinê hewl dida ku waregeheke ewle li biyabana Enbarê dabimezrîne, fermandarê Operasyonên Cezîrê, lîwa Qasim Muhemedî roja Sêşemê (10ê Cotmehê) ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew hewl dide ku cihekî li biyabanê li nêzî bajarê Rutbayê bibîne daku xwe ji bordumanên asmanî û operasyonên serbazî dûr bixe.

Rêxistin "hewl dide ku dubare xwe li biyabanê bicih bike, sûdê ji devera berfireh werbigre bo xwe bi awayekî demkî veşêre û wê bike kenalek bo êrîşkirina li ser bajarên rizgarbûyî mîna Remadî, Hît û Kubeysê", Muhemedî got.

DAIŞ sala 2014an êrîşî Enbarê kir ji aliyê biyabanê ve, û li wê derê çekdar, navgîn û çekên xwe kom kirin, beriya ku êrîşî bajarên mezin bike.

"Lê aniha rewş cuda ye," wî got. "Tevî hewldanên wê, rêxistin rastî zehmetiyên pir mezin tê di bikaranîna biyabanê de careke din."

"Hêzên me çalakî û pêngavên sabit pêk tînin di kûrahiya biyabanê de daku milîtanan nêçîr bikin û kamp û asêgehên wan wêran bikin," wî got jî. "Operasyonên maliştinê û paqijkirinê encamên baş tomar dikin".

Tu cih tune ye ku DAIŞ xwe lê veşêre

Dê nehêsan be ku DAIŞ navendên fermandariya xwe û xelên xwe ji bajarên Rewa û Qaim bibe veguhêze biyabanê, Muhemedî got.

Wî got ku her tevgereke wiha dê bê destnîşankirin û armancgirtin ji aliyê hêzên asmanî yên Iraqî û yên hevpeymaniyê ve, û da zanîn ku cihên kêmtir mane yên ku DAIŞ dikare xwe li wan veşêre.

"Rêxistinê dora 85% ji karînên xwe yên mirovî û çek ji dest dane û li devera berteng a sînorî li rojavayê Enbarê asê maye," wî got, û ew wekî "şikestî û lawaz" pesinand.

"Operasyonên me yên serbazî devera li jêr kontrola terorîstan li vê herêma, ku jêre tê gotin Rûbarê Ferata Jorîn û heta bi bajarê Reqayê li Sûriyê dirêj dibe, kêm kir," wî got.

"Hîna jî çalakî û tevgerên dijmin di navera Iraq û Sûriyê de hene, lê belê xebatên me berdewam in bo vegerandina zeviyên li jêr kontrola terorsîtan û sînordarkirina çalakiyên wan," wî got.

"Nêzîk em dê bajarê xwe rizgar bikin û kontrol xwe li ser sînorên rojavayî yên welat bi temamî bisepînin, û em dê rê nedin rêxistinê ne bi dizî derbas bibe û ne jî cihê piyê xwe li Enbarê çêbike," wî got.

Ji 19ê Îlonê ve, hêzên Iraqê pêngaveke serbazî ya berfireh dane destpêkirin bo DAIŞ ji bajar û bajarokên li rojavayê Enbarê derbixin.

Wan kariye heta aniha Anahê vegerînin, herwiha Ekaşatê ûû Reyhaniyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500