Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şerê derxistina DAIŞ ji Reqayê nêzî dawiyê dibe

AFP

Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) cihê xwe di avahiyekê de digrin li eniya şer a rojhilatî li Reqayê roja 5ê Cotmehê. [Bulent Kilic/AFP]

Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) cihê xwe di avahiyekê de digrin li eniya şer a rojhilatî li Reqayê roja 5ê Cotmehê. [Bulent Kilic/AFP]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dibêjin ku ew nêzî "heftiya dawî" ji pêngava xwe ya derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Reqayê, asêgeha wê ya li Sûriyê, bûne di demekê de ku xîlafeta xweragihandî ya rêxistinê li wir diheje.

Jidestdayîna Reqayê dê yek ji zincîrek ji binketinên rûxêner beji rêxistina tundrew re, piştî ku wê rûberên yekcar berfireh ji zeviyan li Iraq û Sûriyê kontrol dikirin.

QSD dora 90% ji Reqayê kontrol kiriye ji dema derbasbûna bajêr di Hezîranê de, piştî şerên bi mehan bo dorpêçkirina bajêr.

Şervanên hevbendiya Kurd û Ereban aniha li taxên li jêr kontrola DAIŞ pêş dikevin ji du eniyan ve li bakur û rojhilatê bajêr, fermandar Rojda Felat, a ku serkêşiya pêngava "Xezeba Feratê" dike, roja Yekşemê (8ê Cotmehê) got.

Wê got ku hîna şer li seranserê eniya şer dijwar e, DAIŞ jî segvanan, xwekujan bikar tîne û cihên xwe di tunêlan de qayimtir dike daku pêşketina QSD rawestîne.

Hinek cih mane

Çekdarên tundrew hîna dest dideynin li ser nexweşgeha niştîmanî ya Reqayê, stadyoma futbolê û taxên nişîn ên li derdorê, di nav de xaçerêya Naîm, a ku DAIŞ xelk lê serjê dikir.

"Şer û pevçûnên bi navber îro li derdora naxweşgehê û stadyomê qewimîn," serokê navenda medyayî ya QSD, Mustefa Balî, roja Duşemê got.

"Tu pêşketineke berbiçav nebû, lê topbarankirin û nîşangirtin berdewam in."

Şervanên QSD nexweşgeh dorpêç kir beriya kontrolkirina Naîmê, Elî Şêr, fermanderekî meydanî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), got.

Tê gotin ku DAIŞ sivîlan weke mertalên mirovî li nexweşgehê bikar tîne, ev yek jî xebatên kontrolkirina vî cihî aloz dike.

Kolonel Ryan Dîlon, berdevkê hevpeymaniya navdewletî ya ku piştevaniya pêngava QSD dike, got ku DAIS nexweşgehê wekî serbazgehekê bikar tanî û ew "gelekî asêkirî bû".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500