Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Angaştinên derwîn ên DAIŞ rastgotina wê gumanbar dike

AFP

Mûme, pêlîstok û gul di bîranîna qurbanîyên êrîşa terorî de ya ku 14ê Tîrmehê y li Nîsê qewimî tên danîn, êrîşa ku kemyonekê da ser komek xelkên ku Cejna Bastîlê piroz dikirin."Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi lez angaşt kir ku ajovanê kemyonê, Mihemed Lihiwêc Bohlîl, yek ji alîgirê wan e, lê pispor dibêjin ku tu delîl nehatine dîtin ku diyar bikin têkilîya wî bi rêxistinê re heye. [Ane-Kristin Poujoulat/AFP]

Mûme, pêlîstok û gul di bîranîna qurbanîyên êrîşa terorî de ya ku 14ê Tîrmehê y li Nîsê qewimî tên danîn, êrîşa ku kemyonekê da ser komek xelkên ku Cejna Bastîlê piroz dikirin."Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi lez angaşt kir ku ajovanê kemyonê, Mihemed Lihiwêc Bohlîl, yek ji alîgirê wan e, lê pispor dibêjin ku tu delîl nehatine dîtin ku diyar bikin têkilîya wî bi rêxistinê re heye. [Ane-Kristin Poujoulat/AFP]

Demeke dirêj, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dihat naskirin ku wê xwe nedikir berpirsyara êrîşên terorî ji bilî yên ku wê plan û sirûş kirine, lê bawerbarîya wê di vî warî de gelekî van mehên dawî kêm bûye, ji ber têkçûnên wê yên serbazî yên li pêy hev, perpirsyar û pisporan got.

Roja Yeşemê (1ê Cotmehê) rêxistinê berpirsyarîya êrîşa Las Vegasê li Amerîkayê angaşt kir, digot ku sekvan, yê 64 salî jimarkerekî karkenar bû, leşkerek bû di rêxistinê de.

Roja din, rêxistinê daxuyanîyeke din weşand angaşt dikir ku qumarçî Stefen Padok vê dawîyê bû misilman û ew bi navê şer Ebdul Bar Amrîkî ve dihat naskirin.

Peygeran û pisporên derbarê DAIŞ bi awayekî berfereh ev angaşt gumanbar kirin û gotin ku wan tu "têkilî" di navbera Padok û tu rêxistina terorî ya navdewletî de nedîtiye.

"Îro DAIŞ meyldar e ku her êrîşekê bike stuyê xwe ji ber ku di çilmisîneke serbazî re derbas dibe" û hecedar e ku"hebûneke xwe di fedaya medyayî de biparêze", Wezîrê Karê Hundir ê Firensî Cêrard Kolomb roja Sêşemê got.

Rêxistin her û her heman rêbazî bikar tîne daku berpirsyarîya xwe ji êrîşê re angaşt bike, heta eger êrîş têk biçe yan were betalkirin jî.

DAIŞ ji êrîşkeran dixwaze ku dilsozîya xwe ji rêxistinê re destnîşan bikin bêrî êrîşê yan di dema pêkanîna êrîşê de.

Eger ew yek ne gengaz ba, divê yê tawanbar delîlê wê li mal yan di siwareya xwe de hiştiba, heta eger tenê sorgewezeke reş ya rêxistinê ba yan tomarkirineke deng yan vîdyo ba ku dilsozîya wî ji rexistinê re destnîşan kiriba.

Lê guman derbarê ku rêxistin berpirsyarîya êrîşê angaşt dike dest pê kirin derdikevin holê piştî êrîşa Nîsê, ya ku 86 kes tê de hatin kuştin dema xortekî Tûnisî yê 31 salî bi kemyona xwe da ser komek xelk.

Tevî ku DAIŞ bi lez xwe kire berpirsyara êrîşê, tu delîl nehatin dîtin ku têkilîya ajovan, Mihemed Lihwêc Bohlîl, bi DAIŞ re yan bi îdîolojîya tundrew re heye.

Angaştine gumanbar

Tu têkilîya vê komkujiyê bi cîhadîyan re tune ye, tawanbar kêşeyên wî yên derûnî yên mezin hebûn," Ferhad Xesroxavar , pisporekî derbarê karûbarên îslamê ji Dibistana Lêkolînênên Pêşketî di warê Zanistên Civakî de li Parîsê (EHESS) ji AFP got.

"Lê tu kes guhdarîyê nake, Kêlîkin hene civak kor dibin û dikevin davka Dewleta îslamî de," wî got.

Angaştinên gumanbar derbarê berpirsyarîyê de zede dibûn ji ber rêxistina tundrew derdê têkçûnên pey hev li Sûrîyeyê û Iraqê jiysn dike, û "xilafeta" wî kêm dibe.

"Di van mehên dawî de, DAIŞ bi awayekî nîşanbar hejmarek ji angaştinên derewîn kirin derbarê êrîş û bûyerên ku tu têkilîya cîhadîyên terorîst pê re tune ne," Paul Kruickshank ji Navenda Bergirîkirina Terorîzmê li West Pointê got.

"DAIŞ, bêkêr e û nikare balê bikişîne , ew dê di van rojan de her tiştî angaşt bike, ew dizane ku alîgirên wan dê bawerîya wan bi hikûmet û medyayê neyê," wî got.

Eger sekvanê Las Vegasê "kesekî ola xwe veguhertiye, kesekî dê nas kiriba", pisporê tunreyetîya îslamî Şîraz Mahir li ser Twîterê nîvîsî.

"Heval. malbat û Sepandina qanûnê dê ev yek diyar kiriba," Lêkolîner û nivîser di Fakulteya Padîşahî de li zanîngeha Londonê anî ziman.

"Têkçûnên rêxistinê li meydanê û xisareta wê ji asêgehên wê yên sereke re, mina Mûsil li Iraqê û Reqa li Sûriyê, angaştinkirinên berpirsyarîyê yên herî dawî şirove dike," pisporê tevgerên Îslamî Mathieu Guidère got.

"Îro, karmendê berpirsyar ji ajansa Emaq a propagandayê ya girêdayî rêxistinê li pêşîya televîzyonê rûdine [li nûçeyan temaşe dike] ... û angaştinên berpirsyarîyê diweşîne," wî got.

"Êdî em nema rastî takekesên ku delîlan dixwazin tên," wî got. Karmendê Emaqê "berpirsiyariyê derbarê her tiştê di ber çavên wî re derbas dibe angaşt dike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500