Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Ard li bajarê Restenê yê Humsê nemaye

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karkerên nanpêjan li bajarê Restenê, li gundewarê Humsê, nan pêjandin daku belaş li ser niştecîyan belav bikin. [Wêne ji Encumena Xwecihî ya Restenê]

Karkerên nanpêjan li bajarê Restenê, li gundewarê Humsê, nan pêjandin daku belaş li ser niştecîyan belav bikin. [Wêne ji Encumena Xwecihî ya Restenê]

Encumena xwecihî ya bajarê Sûrî Resten li bakurê parêzgeha Humsê bangeke hewarçûnê ji rêxistinên navdewetî re şand piştî ku ard li bajar nemabû, karkerekî hewarçûnê yê xwecihî ji Diyaruna re got.

Encumen êdî nikare nan belaş li niştecîyên xizan ên bajar belav bike ji ber dorpêçkirina dijwar ya ku ji alîyê hêzên rêjîma Sûrî ve hatiye sepandin, karkerê encumenê Enwer Izedîn got.

Encumena xwecihî bang roja Çarşemê (4ê Cotmehê) weşand piştî wê tekez kir ku danên bajar ji ard yekcar nemaye û ardê ku firin karîbin pê berdewam bikin nemaye, wî got.

"Hêzên rejîmê hemû alîkarîyên xwarinê qedexe kirine, di nav wan de ard, ku derbasî bajar bibin daku zextê li niştecîyan bikin daku nazyarîyan bikin" û bihêlin ku ew derbasî bajar bibin, wî ji Diyaruna re got.

Izedîn destnîşan kir ku ev nofê dawî yê ard yê tê çaverêkirin derbasî bajar bibe berî sê mehan ji alîyê NY hat wergirtin.

"Firnên bajar ewidîne ku 80% ji nan li niştecîyên bajar belaş belav bikin û yê mayî bi nirxine navî bên firoştin yê ku 25% kêmtir bûn ji nirxê nan li deverên din," wî got.

Mebest ji nanê belaş ew e ku barê niştecîyan sivik bike niştecîyên ku zehmetîyên madî ji ber dorpêçkirina ku li ser bajar hatiye ferzkirin û şerê berdewam jiyan dikin, wî got.

"Pêdivîyên xwarinê yên din li bazaran li ber nemanê ne û yekcar tu alîkarîyên xwarinê nînin daku bên belavbikin," Izedîn got.

Jîyan li bajar zêde dijwar e

Piranîya niştecîyên bajar, 60,000 kes in, di sektorê çandinîyê de kar dikin, sektorê ku hema bibêje bi temamî rawestiyaye, wî got.

"Rewş li Restenê ji hemû alîyan ve dijwar e, hema bibêje hemû kar rawestiyane, bi taybet di warê bazirganî û çandinîyê de," çalakvanê medyayê yê Helebî Fêsel Ehmed ji Diyaruna re got.

Zêdetir jî, karmendên hikûmetê mûçeyên xwe wernagirin, wî got.

Herwiha dibistan jî li bajar rastî berhengarîyan tên, wî got, wî anî ziman jî ku dibe ku ew proseyên hînkirinê rawestînin ji ber kêmbûna amûran, pêdivîyan û pirtûkên dibistanê.

"Heta zarok li ser erdê li dibistanê rûdinin, yên ku hatin sazkirin daku tenê guncan bin ji bo pêşwazîya şagirdan bikin," Ehmed got.

Wî got ku zêdeyî dorpêça ji alîyê hêzên rêjîmê, cihê Restenê kêşeyên wê zêde kirine ji ber ku bajar dikeve dûrî rêyên ku rêxistinên navdewletî bikar tînin daku alîkarîyê pêşkêş bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500