Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ sivîlên ku ji Dêrazorê direvin talan dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Sûrî ji deverên gundewarên Dêrazorê yên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" direvin kampa awareyan a li Eyn Îsayê. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Sûrî ji deverên gundewarên Dêrazorê yên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" direvin kampa awareyan a li Eyn Îsayê. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji aliyê diravî ve sivîlên ku dixwazin ji deverên li jêr kontrola rêxistinê birevin li bakurê rojhilatê Sûriyê istixlal dikin, li beramberî ku rê bidin wan ku birevin, şêniyekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Malbatin ji gundewarên Dêrazorê ji deverê bi alîkariya qaçaxçiyan direvin daku li kampekê li bajarokê Eyn Îsa li gundewarên Reqa ku di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ye bicih bibin.

Mîrên DAIŞ li parêzgehê niha bi eşkere daxwaz ji sivîlan dikin ku qasekî mezin ji pereyan bidin wan daku rê bidin wan ku birevin, cotkarê ji Dêrazorê Mihemed Esaf Obeyda got.

Ew herwiha li xelkê qedexe dikin ku tu kelûpel an jî xwarinê bi xwe re bibin , wî ji Diyaruna re got.

Obeyda got ku wî 500,000 lîreyên Sûrî ($970) dan DAIŞ daku rê bidin wî û malbata wî -- hevjîn, dayik û du zarokên wî -- ku ji Dêrazorê biçin Eyn Îsa.

Endamên rêxistinê dest danîn ser hinek parçeyên zêr ên dayika wî piştî ku gef li wan xwarin ku bihêlin ku jin werin pişkinîn ji aliyê yekîneyên jin ên DAIŞ, wî got.

"Wan herwiha dest danî ser hinek madeyên xwarinê û şîrê zarokan," wî got jî.

DAIŞ bêhêvî ye

"Ev bûye diyardeyek li herêma Dêrazorê," Obeyda got, anî ziman ku berê istixlalkirina xelkê bi awayekî nerasterast dihat kirin bi rêya qaçaxçiyan ku beşekî mezin ji pereyên ku kom dikirin didan mîr û endamên rêxistinê.

"Lê belê, niha kesên ku direvin neçar in ku pereyan bidin rêxistinê jî û qaçaxçiyan jî yên ku wan vediguhêzin cihine ewle," wî got.

Mameleya bi qaçaxçiyan re girîng e, wî got, ji bo xwedûrxistin ji rêyên xeternak û deverên bi mayînan mişt.

Obeyda got ku qaçaxçî beramberî her malbatekê 150,000 lîreyên Sûrî ($290) werdigrin.

Endamên DAIŞ niha wisa dikin weke ku hebûna wan li Dêrazorê nêzîkî dawiyê ye, wî got.

Rêxistin hewl dide ku "çiqas jê were pereyan kom bike bi çi awayî be, berî ku [endamên wê] werin kuştin an jî birevin devereke din", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500