Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tê îdiakiriin ku dîsan pêjna Bexdadî tê ligel herifîna xîlafeta DAIŞ

Salaam Times

Lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî damezirandina tiştê bi navê "xîlafeta" xwe radigihîne di vê dîmena ku ji vîdyoyekê ku Hezîrana 2014an belav bû hatiye wergirtin. Bexdadî xwe veşartiye û kêm caran ruyê xwe nîşan dide. [File]

Lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî damezirandina tiştê bi navê "xîlafeta" xwe radigihîne di vê dîmena ku ji vîdyoyekê ku Hezîrana 2014an belav bû hatiye wergirtin. Bexdadî xwe veşartiye û kêm caran ruyê xwe nîşan dide. [File]

ISLAMABAD -- "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) roja Pêncşemê (28ê Îlonê) tomareke deng belav kir ku idîa dike ku ya lîderê wê, Ebû Bekir Bexdadî ye, ew tê de bang li endamên rêxistinê dike ku li hember dijminên xwe "liberxwe bidin" hevdem ligel şikestinên wê yên stratejîk li Iraq, Sûriyê û Efganistanê.

Lê ne xuya bû ku ew nameya, ku ji aliyê girûpeke medyayî ya girêdayî DAIŞ ve hat belavkirin, kengî hatiye tomarkirin.

Tê de, kesek ku dengê wî weke yê lîderê DAIŞ e êrîşî welatên di hevpeymaniya navdewletî de, yên ku şikestinên mezin gihandin çekdarên DAIŞ li Sûriye û Iraqê, dike.

"Lîderên [DAIŞ] û serbazên wê dîtin ku rêya bo... serkeftinê hewceyî hedarê û berxwedana li dijî kafiran e, ne girîng e hevalbendên wan kî ne," kesê ku qaşo Bexdadî ye, di tomarê de got. "Em dê bimînin, em dê li ber xwe bidin û em dê bisebir in... Em teslîm nabin."

Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk dîlanê digerînin di demekê de ku wan cihek li eniya rojhilatî ji Reqayê di 24ê Îlonê de kontrol kir. Şervanên Sûrî bi piştgiriya hêzên hevpeymaniyê şer dikin bo jinavbirina dawîn endamên DAIŞ ên mayî ku xwe li Reqaya asêgeha xwe ya dawî, ya ku diherife, asê dikin. [Bulent Kilic/AFP]

Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk dîlanê digerînin di demekê de ku wan cihek li eniya rojhilatî ji Reqayê di 24ê Îlonê de kontrol kir. Şervanên Sûrî bi piştgiriya hêzên hevpeymaniyê şer dikin bo jinavbirina dawîn endamên DAIŞ ên mayî ku xwe li Reqaya asêgeha xwe ya dawî, ya ku diherife, asê dikin. [Bulent Kilic/AFP]

Nameya Pêncşemê, eger were piştrastkirin, dê yekem name be ji Bexdadî ji Mijdara par ve, dema ku bang li çekdarên DAIŞ ên ku berevanî li bajarê Mûsilê yê Iraqî dikir ku heta dawî şer bikin .

Piştî wê bi demeke kurt, yekîtiya nav endamên DAIŞ ji hev ket, piştî çendîn mehan ji cudabûn, şerê navxweyî ûjidestdana bajarê Mûsilê di Tîrmeha îsal de..

Piştî ku di 2014an de nêzîkî sêyeka axa Iraqê di destê wê de bû, aniha DAIŞ tenê beşekî biçûk ji welat kontrol dike û hêzên Iraqî û yên hevpeymaniyê çekdarên wê ji hemû aliyan ve dorpêç kirine.

Li Sûriyê, dorpêça Reqaya, ku bi nav paytexta "xîlafetê" tê naskirin, berdewam e, di demekê de ku erdê di destê rêxistinê de li vî welatî bilez kêm dibe.

Li Efganistanê, ku DAIŞ hewl dide ku asêgehekê li Parêzgeha Nengerhar dabimezrîne, hêzên Efganî û yên hevpeymaniyê par gurzên mezin li rêxistinê dan.

"Şerkirina heta mirinê" nemaye

Tevî ku Bexdadî hewl dide ku eniyeke yekgirtî ava bike, guhertina dawî di stratejiyê de nîşan dide ku tora terorîst di qonaxên xwe yên dawî de ye li ser asta cîhanî.

"DAIŞa ku carekê soz dida ku heta mirinê şer bike niha stratejiya wê rastî guhertinê hatiye," li gorî raporteke ku 15ê Îlonê hat belavkirin ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Islamabad ve, ku nîşan bi şerê dawî li ser sînorê Lubnan û Sûriyê dide.

Di heyama şerekî şeşrojî di Tebaxê de li ser sînorê Lubnanî-Sûrî, DAIŞ rastî şikestineke rezîl hat, raportê got.

Endamên DAIŞ ên rizgarbûyî -- ku hejmara wan zêdetirî 300an bû -- û weke vê hejmarê ji kesûkarên wan danûstandin kirin li ser peydakirina rêyeke ewle ji wan re bo bajarokê ser bi Dêrazorê ve li Sûriyê, li nêzîkî sînorê Iraqî, Public Radio International ragihand.

"Ev guhertin di stratejiyê de ji 'şerkirina heta bi mirinê' bo xweteslîmkirin û daxwazkirina rêyeke ewle guhertineke stratejîk di siyaseta DAIŞ de nîşan dide," raporta Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Islamabad got.

"Girûp ... niha şer dike daku bijî," li gorî nivîskarê raportê, Lêkolînerê Alîkar Mihemed Ebas Hesen ji Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Islamabadê.

Danûstandin nîşan dide ku "DAIŞ gavekê ji jinavçûnê dûr e", wî got. "Rêkeftinê herwiha hêvî da hêzên ku şerê rêxistinê dikin ku ew di dawîya dawî de êdî dikare were şikandin."

Vemirandina DAIŞ bi yekcarî

"Destêwerdana ji aliyê çend hêzên navdewletî ve derbeyek li hêza DAIŞ li Sûriyê da ku vê yekê ev rêxistina çekdar li ser asta cîhanî jî qels kir," emîdê xanenişîn Mehmûd Şah ji Pêşawer, sekreterê ewlekarî yê berê ji Deverên Êlî yên ku Hikûmeta Federal wan birêve dibe, got.

"Şerê xwînî navbera DAIŞ û Talîban li Efganistanê di Nîsanê de nîşaneke din bû ku DAIŞ rastî kêşeyan tê û dê nikaribe bo demeke dirêj xwerabigre," Şah got.

Ji ber ku Talîban ne tevlî DAIŞ bû ne jî îdyolojiya wê qebû kirin, hebûna DAIŞ li Efganistan -- û karîna wê ku derbasî Pakistanê bibe -- li jêr metirsiyê ye, wî got.

"Dibe ku DAIŞ li Iraq û Sûriyê weke xîlafeteke navendî bidawî hatibe, lê çalakiyên wê dê bimînin kêşeyek li beşine cuda ji cîhanê, di nav wan de Pakistan û Efganistan," Ebdula Xan, rêveberê Enstîtuya Pakistanê bo Lêkolînên Ewlekî û yên Krîzan a ku baregeha wê li Islamabad e, got.

"DAIŞ dê bimîne metirsiyeke cîhanî, û kesên ku alîgirên îdyoylojiya wê ne dê bimînin ku werin kişandin li vir û wir," wî got, behsa alîgirên "gurekî bi tena xwe" li derveyî asêgehên xwe li Rojhilata Navîn kir.

Ji ber van sedeman, gerek danûstandinên bi DAIŞ re werin bidawîanîn, raporta Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Islamabadê, got.

"Eger rê jêre were dayîn ku xwe binûrêxistin bike, grûp dê bi hêzeke hovtir vegere," wê got. "Ji bo rawestandina bûyerên wisa û weke mercekî bo aştiyê, gerek DAIŞ bi yekcarî were jinavbirin."

"Çirîska kêm a xîlafeta xwe-ragihandî gerek were vemirandin," raportê di dawiyê de got.

"Gerek hêzên navdewletî alîkariya hev bikin ji bo bidawîanîna şerên biwekalet û tundrewbûnê û ku dest bi operasyonekê li dijî DAIŞ bikin ji bo bidawîanîna rijandina xwînê li sernaserî cîhanê," Mubaşir Mîr, analîzerê ewlekarî û edîtorê Daily Pakistan li Keraçî, ji Pakistan Forward re got.

"Bêyî xebatên hevdeng ji aliyê civaka navdewletî ve, tundrewbûn ji cîhanê nikare were bidawîanîn," wî got.

[Cavîd Mehmûd di amadekirina vê raportê de beşdar bû.]

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500