Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî dest bi pêngava duyem ji êrîşa li ser Hiwêcayê dikin

AFP

Hêzên Iraqî roja 2ê Îlonê bi pêş ve çûn daku Hiwêcayê vegerînin piştî ku wan destên xwe danî ser bajarokê bakurî Şirqatê û "Dewleta Islamî" (DAIŞ) jê derxist. [Ehmed Rubêî/AFP]

Hêzên Iraqî roja 2ê Îlonê bi pêş ve çûn daku Hiwêcayê vegerînin piştî ku wan destên xwe danî ser bajarokê bakurî Şirqatê û "Dewleta Islamî" (DAIŞ) jê derxist. [Ehmed Rubêî/AFP]

Hêzên Iraqî îro Înê (29ê Îlonê) dest bi pêngava duyem ji êrîşa li ser bajarokê bakurî Hiwêcayê kirin, yek ji asêgehên dawî li welat ên ku hîn li jêr kontrola "Dewleta Islamî" (DAIŞ) in.

Operasyon hat piştî DAIŞ a ku jê re tê gotin tomareke deng a serkêşê xwe Ebû Bekir Bexdadî weşand, ew tê de wan han dide ku berxwedanê bikin, ev destwerdana yekem e di dora salekê de, AFP ragihand.

Ji nameya Bexdadî ya berî vê ji aligirên xwe re ji Mijdara par ve, erdê ku hîn li jêr kontrola rêxistinê ye li ser sînorên "xilafetê" yên ku sala 2014an de îlan kir kêm bûye tenê weke parçeyekî ji rûbera berê.

"Operasyoneke serbazî ya mezin dest pê kiriye bo rizgarkirina Hiwêcayê û deverên derdora wê," fermandarê operasyonê ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela, di daxuyaniyekê de got.

Hêzên Iraqî dest bi êrîşekê kirin daku deverên tundrewan ên li derdora Hiwêcayê roja 21ê Îlonê vegerînin. Bi lez wan bajarokê Şirqatê di roja duyem de vegerand berî ew ber bi Hiwêcayê ve herin.

Yarela got êrîşa ku roja Înê dest pê kir pêngava duyem ji operesyonê ye û armanc kir ku Hiwêcayê û bajarokên Ebasî, Riyad, Raşid ên li rojava, rojhilat û başûrê wî vegerînin.

Hêz aniha ber bi bajarokê Ebasî ve bi pêş ve diçin, wî got.

Artêş, polîsê fedral, yekîneyên dijî terorîzmê û Hêzên Destwerdana Lezgîn, herwiha xwebexşên êlan jî di operesyonê de cih digrin.

Dever li rojhilatê Çemê Dicleyê û başûrê yek ji çemikokên wî yên sereke, Zabê Piçûk, dikeve û hêzan pirên serav di şevê de ava kirin daku karibin dest bi êrîşê bikin, Yarela got.

Serokwezîr Heyder Ebadî pêngava duyem ji operasyona vegerandina deverê piroz kir.

"Weke me berê soz dabû kurên welatê xwe, em dê her bostekê ji xaka Iraqê vegerînin û em dê çeteyên DAIŞ ên terorîst bikujin," wî got.

"Em li kevîka serkeftineke nû ne, daku em nişteciyên van deveran ji wan kesên tawanbar rizgar bikin."

Devera Hiwêcayê yek ji her du deverên ku hîn li Iraqê li jêr destên DAIŞê ne, ligel dirêjahiya Newala Feratê nêzîkî sinorê Sûriyê ya ku ew jî li jêr êrîşê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500