Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hevpeymanî foroşgehên şiştina pereyên DAIŞ dike armanc

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Pevguhêrên pereyan li benda kiryaran in li firoşgeke pevguhertina diravan û şandina pereyan li gundewarên Dêrazorê. Xwediyên vî karî rastî derencamine tund tên eger hevahengiyê bi "Dewleta Îslamî" re bikin. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Pevguhêrên pereyan li benda kiryaran in li firoşgeke pevguhertina diravan û şandina pereyan li gundewarên Dêrazorê. Xwediyên vî karî rastî derencamine tund tên eger hevahengiyê bi "Dewleta Îslamî" re bikin. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Ji bo xwevedizînê ji dorpêça navdewletî li ser mameleyên wê yên diravî, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) firoşgehên şandina pereyan bikar tîne daku pereyan bi qaçaxî derxe derveyî Sûriyê, pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Ji bo pêkanîna vê yekê, rêxistin beşekî şikestbar ji xelkê bikar tîne -- Sûriyên ku pişta xwe bi pereyên ku ji derve tên girê didin weke çavkaniya sereke ya dahatê.

Dema ku wî firoşgeheke pevguhertina diravan û şandina pereyan li Dêrazorê birêve dibir, xwedanê firoşgehê Husên Sefar ji Diyaruna re got ku ew rastî guvaşeke mezin ji DAIŞ dihat heta ku di dawiyê de neçar bû ku firoşgeha xwe bigre.

Sefar, ku niha xwediyê firoşgeheke şandina pereyan û pevguhertina diravan li bajarê Idlibê ye, nikaribû tiştekî bike derbarê pevguhertin an jî şandina pereyan bêyî pişkinîna ji aliyê "ofîsa diravî" ya rêxistinê ve.

DAIŞ piştre qedexe kir ku li ofîsa xwe pevguhertina pereyan bi diravên biyanî bike, wî got, bi taybetî bi dolarê Amerîkî û Yoro.

Piştre, wî got jî, DAIŞ fermanek derxist ku tê de ji hemû karmendên di sektorê taybet de daxwaz kir ku pereyan bi lîreya Sûrî bişînin.

Fermaneke piştî wê ji wan daxwaz kir ku pereyanbi dirava DAIŞ bişînin û ku dirava biyanî rojane yekser radestî rêxistinê bikin, wî got.

Bi rêya pevguhertina pereyan bi lîreya Sûrî yan jî bi dirava wê, DAIŞ dikare diravên biyanî yên nirxdar ji xwe re bikar bîne, wî got.

"Rêxistinê du caran bac li ser her transfêrekî ferz dikir û distand, carekê dema şandinê û carekê dema wergirtinê, û rêjeya wê li gorî mêjerê şandî û çavkanî yan jî welatê armanc bû, û carinan digihişt 15%," Sefar got.

Operasyoneke navdewletî li ser fînansekirina DAIŞ

Di mehên dawî de, guhertineke balkêş hebû, Sefar got.

Di hersê mehên dawî de, take pereyên ku bo Dêrazorê tên şandin ewên ku ji kompaniyên şandina pereyan ên ruxsetkirî li welatên biyanî tên, wî got.

"Hemû şandinên bêserûber ku berê digihan xelkê bi hev re sekinîn," wî got, anî ziman jî ku karmendên di sektora pevguhertina pereyan de vê guhertinê vedigerînin operasyona navdewletî li ser fînansekirina DAIŞ.

"Şandin bûye rayê jiyanê ji Sûriyan re," çalakvanê medyayî û şêniyê Dêrazorê Ebû Rehman Dêrî ji Diyaruna re got.

"Kar tune ye, û karmendên Sûrî û penaberên li derve bûne çavkaniya sereke ya dahatê ji Sûriyên di nav welat de," wî zelal kir.

Rewşa darayî li deverên jêr destê DAIŞ a herî xirab e, ji ber vê yekê şandin ji jiyana malbatan re gelekî girîng in, wî got.

Tevî ku transfêrên darayî li jêr kontroleke tund in, gelek Sûriyên ku li derve dijîn dikarin pereyan ji kesûkarên xwe re bişînin bi rêya kompanî û bazirganên nefermî, wî got.

Hinek ji van şandinan alîkariyê bi DAIŞ re dikin, lê belê dibe ku hinên din rastî istixlalê werin.

"Bi ferzkirina bikaranîna dirava xwe di pevguhertinan de, DAIŞ dirava xurt li ba xwe dihêle û heta ku mifaya xwe ji şandin û pevguhertinan zêde dike," wî got.

Êrîşên hevpeymaniyê hevahengkaran dikin armanc

Kompaniyên pevguhertina pereyan li Sûriyê yên ku hevahengiyê bi DAIŞ re dikin dibin armanca êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.

Hevahengkarê bi DAIŞ re Fewaz Mihemed Cubeyr Rawî, ku Kompaniya Henîfa ya Pevguhertinê ku çendîn şaxên wê hene birêve dibir, di êrîşekê de roja 16ê Hezîranê li Ebû Kemal hat kuştin.

Asankarê darayî yê DAIŞ û spîkarê pereyan ê navdewletî Samir Idrîs di 7ê Hezîranê de di êrîşeke nêzîkî Meyadîn de, li Sûriyê, hat kuştin, li gorî daxuyaniyeke Wezareta Berevaniyê ya Amerîkî.

Serkirdatiya bilind a rêxistinê pişta xwe pê girê dida di şandina pereyan bi rêya sînoran de ji bo fînansekirina êrîşên terorî yên derve, daxuyaniyê got.

"Hewlên rêgirtin li DAIŞ ku mifayê ji şandinên pereyan werbigre û belavkirina lîsteyên ewlekarî yên navên kompaniyên û kesên ku di vî warî de kar dikin û guman li ser wan heye lixwe digre," Besam got.

Operasyon li ser operêterên ruxsetnekirî li hejmarek ji welatan hatin pêkanîn, wî got jî, û kesên ku destê wan di çalakiyên gumanlêkirî de heye hatin jinavbirin.

Qedexekirinên li ser transfêrên navdewletî

"Piraniya welatan astengiyên tund li ser pirsa ş andina pereyan datînin," Besam got, anî ziman ligel ronîkirina van çalakiyan, "DAIŞ neçar bû ku rêyên alternatîv bibîne" ji bo pêkanîna van pevguhertinên darayî.

Ji bo xwevedizîn ji van astegiyan, DAIŞ operatîvên ku pêwendiyên wan bi Sûriyê hene şandin derve ji bo pêkanîna tor û kesên ku dixwazin ku bazirganiya pevguhertina pereyan bikin.

Ev operatîv an bi temamî alîgirên rêxistinê ne, yan jî ji aliyê rêxistinê ve hatin kişandin ji encama rewşa wan a darayî, wî zelal kir.

Hinek hene ku pereyan dişînin Sûriyê yan jî jê dişînin bêyî nasîna nasnameya xwediyê pereyan, Besam got.

Piraniya van şandinan qebareyên kêm in û kêmtirî $500 ne, wî got, û piraniya caran navbera $100 û $300 de ne.

"Ew şandinên mehane ji malbatên ku kesûkarên wan li derveyî welat in," wî got.

Dibe ku hinek bifikrin ku ev qebare kêm in û ti metirsiyê çênakin, wî got, lê metirsî ne di qebareya transfêrekî ye lê belê di qebareya tam a transfêran de ye.

Bi hev re, dibe ku bigihin bi sedhezarên dolaran di mehekê de, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500