Şêniyê Felûca Ela Brahîm neçar bû ku hertiştê li ba xwe bifroşe daku xwarinê ji malbata xwe re bikre piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) êrîşî bajarê wî kir.
Xelkê bajarê li parêzgeha Enbarê li jêr rehma DAIŞ bûn, wî ji Diyaruna re got, û neçar bûn ku rewşeke gelekî xirab tehmul bike ji ber ku xwarin kêmpeyda û buha bû.
"Nirxê kelûpelan duqat bû dema ku berdest jî bûn," Brahîm got. "Neçar bûm hertiştî bifroşim -- ferşan û alavên elektironî -- tenê ji bo kirîna hin kîloyên ard, birinc û şekir."
"Ew roj nadihatin tehmulkirin û em neçar kirin ku jiyana xwe têxin jêr metirsiyê û birevin daku em ji birçîbûnê nemirin," wî got.
Brahîm û malbata xwe ji bajar reviyan, û vegeriyan piştî ku hat rizgarkirin.
Ew niha şofêrê teksiyê kar dike, wî got, anî ziman ku li gorî vegera bo nirxên berî dema DAIŞ, "pereyên ku ez qazanc dikim têra me dikin".
Alîkariya hikûmeta federal
"Em yekser alîkariyên xwarinê digihîne her bajarekî dema ku tê rizgarkirin," berdevkê Wezareta Bazirganiyê Mihemed Hemedanî ji Diyaruna re got. "Madeyên li ser karta paran niha berdest in li hemû bajarên rizgarkirî, bêyî istîsna."
"Ewlehiya xwarinê li ba me heye, û xelk dikarin madeyên sereke ji Wezareta Bazirganiyê werbigrin beramberî nirxên erzan," wî got jî. "Madeyên bes hene."
"Em hewl didin ku derbasbûna hemû cureyên kelûpelan asan bikin û bazirganiyê vejînin," wî got jî, anî ziman ku hewlên wezaretê berdewam in ji bo kontrolkirina nirxan, û nirxê xwarinê bi taybetî.
Kîsekî ard ê 50-kîlo berî li deverên bin destê DAIŞ bi nirxekî gelekî zêde dihat firotin, wî got, lê niha me ji xelkê re peyda kiriye bi nirxekî sembolîk ji 500 dînaran ($0.43), wî got, weke nirxê şekir, zêt û birinc jî.
Wezareta Çandiniyê tedbîran distîne ji bo vejandina sektorê çandiniyê li deverên rizgarkirî, berdevkê wezaretê Hemîd Nayif ji Diyaruna re got.
"Ev sektor rastî zehmetiyên mezin tê ji encama DAIŞ, ji ber sekinandina berhemanîna operasyonên xwedîkirina ajelan," wî got.
"Em niha hewl didin ku vegerin berhemanîna çandinî heta em pêwîstiya xwecihî dabîn bikin, bi taybetî li deverên rizgarkirî," wî got jî.
Heta vê dawiyê, Nayif got, wezaretê şitil, semad û dermanên kêzikan bi nîvheq pêşkêş dike, û herwiha qerzên asan pêşkêş dike ji bo "kirîna mekîneyan û alavên reşandina avê, û xwedîkirina sewalan, mirîşkan û masiyan".
Wezaret herwiha alîkariya cotkaran dike ji bo kirîna dexlûdanên sereke weke genim bi rêjeyên bilindtir, û dema vegerandina qerzan ji hikûmetê re dirêjtir kir "ji bo dayîna cihekî ji cotkaran re heta ku dexlûdanên wan şên bibin".
Bandoreke erênî ya van tedbîran li ser peydakirina xwarinê bo xelkê rizgarkirî heye, ligel kontrolkirina nirxan, Nayif got.
"Her tişt asayî ye"
Rewşeke asayîbûnê hêdî vedigere bajarên rizgarkirî li Enbarê, endamê encumena parêzgehê Kerîm Kerbûlî ji Diyaruna re got.
Xwarin niha berdest e, wî got, û ti tiştek nîne ku cihê tirsê be ji aliyê ewlehiya xwarinê ve ligel vegerandina tevgera bazirganî û çandinî, tev piştgiriya dewletê ji xelkê re.
"Nirxên li hemû bajarên rizgarkirî heman nirxên li Bexdaya paytext in, û li bajarên din," wî got. "Tu nirxên zêde ya jî kêmbûna madeyan tune ye."
"Kelûpel bi asanî diherikin bajaran, û em hêvîdar in, ligel vekirina deriyê sînorê yê Tirêbîl [ligel Urdunê], ku tevgereke bazirganî û qazanceke bêtir hebe," wî got jî.
Hevdem, wî got, xelkê bajarên dawî yên ku li jêr destê DAIŞ mane "dorpêçkirî û birçî ne", wî got, anî ziman ku "DAIŞ xwarinê ihtikar dike".
Rêxistin destpêkê endamên xwe bixwarin dike, û tişta mayî bi nirxên gelekî zêde difroşe.
Bi Xwedê, ev mezintirîn derew e. Telîsa ard bi 500 dînarî ye. Wekîl ji her kesekî 1250 dînarî werdigre û beşên xwarinê tenê butlek zêt e û sê kîlo birinc û neh kîlo ard e, hinek caran şekir didin û zêt anjî birincê nadin. Niha gelê Iraqî ev çar meh in karta parên xwarinê dixwaze, û wan ji destpêkê pereyên wê dane. Dewlet dixwaze welatî gelekî bi hewceyî wê bin.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT