Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Nişteciyên Dêrazorê encumena xwe ya sivîl damezrandin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk eqîd Telal Silo û nûnerên êlan di civîna destpêkê de beşdar bûn. [Wêne ji Encumena Sivîl ya Dêrazorê hatiye wergirtin]

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk eqîd Telal Silo û nûnerên êlan di civîna destpêkê de beşdar bûn. [Wêne ji Encumena Sivîl ya Dêrazorê hatiye wergirtin]

Nişteciyên Dêrazorê roja Duşemê (24ê Îlonê) encumeneke sivîl damesrandin daku birêveberiya deverên ku ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) rizgar kirin bikin.

Du hevserok, cîgirên wan û endamên komîteyên cuda di civînê de hatin hilbijartin û ew dê yekser dest bi kar bikin.

Ev komîte dê giraniyê bidin hemû aliyên birêveberiyê, ji şertûmercên jîyanê li deverê heta guhdana tendirustî, aborî, hînkirin û ewlekariyê.

Encumena destûrî ya Encumena Sivîl ya Dêrazorê civîneke berfereh roja Duşemê li dar xist, welatiyê Dêrazorê, Salim Hemûd, ê ku di konferensê de beşdar bû, got.

Niştecî û êlên xwecihî di civînê de hatin raberkirin, wî ji Diyaruna re got, her weke ku Reqa ûTebqaencumenên sivîl û birêveberiya sivîl li Minbicê.

Herwiha delegeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Encumena Serbazî ya Dêrazorê jî di civînê de beşdar bûn .

Beşdaran tekez kir ku girîng e hemû pêkhatiyên etnîk û olî di birêveberiya herêma Dêrazorê de beşdar bibin, herwiha jin û ciwan û divê sûdê ji pisporiyên berdest bigirn.

"Berêtî, ji dema tê re, hatin destnîşankirin, ên ku guhdana nişteciyên bêwar û hemû birên civakê di nav xwe de dihewîne, ji gundên herî piçûk heta bajarên sereke, divê nişteciyek jî neyê paşguhkirin," wî got.

Birêveberî hat bijartin

Civînê bingeh ji kar re danî daku di dema bê dest pê bikin û du hevserokên encumenê hilbijartin, Leyla Hesen û Xesan Yûsif.

Diyab Cîlat, Ehmed Beta, Kemal Mûsa, Şemsa Husên û Semer Ebdulla weke cîgirên serokan hatin hilbijartin, Hemûd got.

Herwiha encumenê komîteyên ku dê yekser dest bi kar bikin destîşan kirin.

Ev komîteyên hînkirin, xizmet, şaredarî, ewlekariya navxweyî, herwiha parastin, ciwan, werzîş, jin, arkeolojî, çand, çandinî, dewar, aborî, malbatên şehîdan, dadweriya civakî, malî, rêxistin û karûbarên mirovî, rêxistaina encumenê û guhdana tendirustî ne.

Hemûd got ku encumen dê beş, plan û erkên xwe di dema ku tê de di rêya civînên pêşerojê de berfereh bike.

"Armanc ew e ku encumen dê bibe sîsika encumena ku dê birêveberiya Dêrezorê bike piştî ew bi awayekî tam ji DAIŞ were rizgarkirin û sûdê ji hemû pisporiyên berdest ên nişteciyên herêmê bigire," wî got.

Encumenê navendeke demkî li bajarokê Cezrayê ava kir heta ku bajarê Dêrezorê were rizgarkirin, wê demê navend dê were guhestin, Hemûd got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500