Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Encumena Sivîl a Tebqayê alîkariya kesên hewcedar dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Malbatên Sûrî yên ku ji Reqa direvin tev kelûpelên xwe digihin bajarê Tebqayê. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Malbatên Sûrî yên ku ji Reqa direvin tev kelûpelên xwe digihin bajarê Tebqayê. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Encumena Sivîl a Tebqayl kar li ser peydakirina pêdiviyên sereke ji xelkê bajar û awareyan re dike, tevî kêmpeydabûna çavkaniyan û kêmbûna alîkariyê ji rêxistinên navdewletî ve.

Heta vê dawiyê, ew serperiştiya belavkirina alîkariyan dike û piştrast dibe ku heta jê tê ew alîkarî digihin sûdmendên armanckirî.

"Li ser asta mirovî, pirsgirêka ku encumen rastî tê hejmara zêde ya awareyan e," cîgirê hevserokatiya encumenê Xelîl Uweys got.

Nêzîkî 25,000 aware li deverê hene, ku piraniya wan ji parêzgeha Reqa û deverên li jêr kontrola rejîmê ne, di nav de gundewarên Helebê, Tedmur û Dêrazor, wî ji Diyaruna re got.

Zarokên aware alîkariyên xwarinê ji Encumena Sivîl a Tebqayê werdigrin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Zarokên aware alîkariyên xwarinê ji Encumena Sivîl a Tebqayê werdigrin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Awareyên ji bajarê Reqa û gundewarên derdorê pena li vê dibistana Tebqa wergirtine, ku alîkariyê û pêdiviyên bijîşkî ji encumena sivîl a bajar werdigrin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Awareyên ji bajarê Reqa û gundewarên derdorê pena li vê dibistana Tebqa wergirtine, ku alîkariyê û pêdiviyên bijîşkî ji encumena sivîl a bajar werdigrin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Ev yek hejmara tam a xelkê Tebqa û gundewarên wê digihîne 45,000 kesan, wî got.

"Piraniya wan bê penageh in, û hinek li dibistan û avahiyên hikûmetê dijîn," wî got jî. "Encumen bi alîkariya xwebexşan, nan, av û xwarinên germ rojane dide awareyan û xelkê hewcedar jî."

Daxwaznameyeke ku ji civaka navdewletî û rêxistinên mirovî re li şûna awareyan hat şandin bersiveke biçûk li pey xwe anî, Uweys got.

Encumen van alîkariyan bi yeksanî li ser kesên wergirtî belav dike, û selikên xwarinê li ser kesên herî hewcedar belav dike, wî got. Ew herwiha xizmetên bijîşkî pêşkêş dike, bi taybet ji zarok û kesên bitemen re.

Vaksînên zarokan berîtî ne, wî got jî, ji ber ku piraniya wan xizmetên bijîşkî yên parastinê wernegirtin li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Mitbexên hawarçûnê

"Zêdebûna rojane di hejmara awareyan de ji Reqa û deverên din dihêle ku nemumkin e be ku alîkariya mirovî ya pêwîst ji hemûyan re were pêşkêşkirin," Azad Dûdekî, ku serokatiya tîma Heyva Sor a Kurd dike ku li Tebqa kar dike, got.

Rojinan, bi sedên gihiştiyên nû hene, ji Diyaruna re got, "û piştgiriya navdewletî hema bêje nîne".

Ji ber vê yekê dibe bar li ser milê encumenê bi tenê ku pêdiviyên sereke bide weke çadir, doşek û betaniyan, ligel xwarin û avê, wî got.

Hinek rêxistin hewl didin ku kêmbûnê çareser bikin, wî anî ziman jî, "lê rola wan li ser çend deveran sînordar e, û ew baştir dibînin ku alîkariyan bi rêya encumenê bide, ji ber ku dikare wan bi dadperwerî û bi awayekî rêxistî belav bike".

Encumenê mitbexeke hawarçûnê ya sereke daniye ligel hejmareke din ji mitbexên biçûk li deverên ku gelek aware li wan in, wî got.

"Bikarkirina van mitbexan pişta xwe bi hewlên encumenê girê dide ligel dayînên ku ji xelkê û rêxistinên alîkariya navdewletî werdigre," wî got jî.

Heyva Sor a Kurd hevahengiyê bi encumena sivîl dike ji bo peydakirina vaksînan ji zarokan re ligel pêdiviyên bijîşkî yên din, wî got.

"Heft firin li devera Tebqa vegeriyane karkirinê ji bo dabînkirina pêdiviyên bajar, wî got, anî ziman ku bêtirî 10,000 rebteyên nan rojane belaş tên parvekirin.

Ard û sûtemeniya ku nanpêjgeh bi hewceyî wan e ji bo karkirinê ji aliyê encumenê ve tê dabînkirin.

Piştgiriya civakî

Encumena Sivîl a Tebqa çadir, doşek û betanî li ser awareyan belav kirine, lê ne bes in ji bo dabînkirina pêwîstiya hemû hewcedaran, Dudekî got.

"Encumen awareyan li malên vala li herêmê û li hin dibistanên ku îsal nayên vekirin bicih dike," wî got.

Şêniyê Reqa Fethî Selûm ji Diyaruna re got ku berî mehekê reviya Tebqa ligel hevjîna xwe, dayika xwe û çar zarokan.

Wî got ku ew bi şans bû ku karî li ser traktorê xwe bireve, ku betanî, doşek û pêdiviyên din lê bar kirin, û li avahiyeke ku tê avakirin bicih bû bi alîkariya kesûkarên xwe li Tebqa.

"Encumena Sivîl a Tebqa me bêyî alîkarî nahêle," wî got. "Lê belê, heta ku jê tê xwarinê dide me û rojane nanê germ belaş dide me."

"Hestekî piştgiriya civakî li deverê heye, navbera xelkê û awareyan," wî got. "Herkes ji ciddîbûna qonaxê agahdar e û ji pêwîstiya bikaranîna asta herî kêm ji çavkaniyan."

Berîtî ji bixwarinkirina zarokan û peydakirina guhdana bijîşkî ye ji wan û kesên bitemen re, wî got.

Gelek rêxistin kar dikin ji bo peydakirina pêwîstiyên xelkê bi piştgiriya encumenê û bi rêya ofîsên Heyva Sor a Kurd, wî got, tevî kêmbûna çavkaniyên berdest.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500