Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Zî Qar piştî êrîşên DAIŞ rêkarên ewlehiyê tund dike

Ela Hisên ji Bexdayê

Stafê ewlehiyê nêzî otombîleke têkçûyî disekinin ku di êrîşa kujer a "Dewleta Islamî" ya 14ê Îlonê de li ser xwaringehekê û li ser xaleke pişkinînê a li ser rêya rêya navdewletî li Nasiriya. [Wêne ji malpera el-Sahirûn a polîsên Şerqatê hatiye wergirtin]

Stafê ewlehiyê nêzî otombîleke têkçûyî disekinin ku di êrîşa kujer a "Dewleta Islamî" ya 14ê Îlonê de li ser xwaringehekê û li ser xaleke pişkinînê a li ser rêya rêya navdewletî li Nasiriya. [Wêne ji malpera el-Sahirûn a polîsên Şerqatê hatiye wergirtin]

Piştî cotêrîşên li Nasriyayê, paytexta parêzgeha Zî Qar, desthilatên xwecihî û fedralî tedbîrên ewlehî zêde kirin daku sivîlan ji tundûtûjiya gengaz biparêzin.

Roja 14ê Îlonê, çekdar û xwekujên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) du êrîşên kujêner pêk anîn , ku bi êrîşa li ser xwaringehekê li ser rêya navdewletî li rojavayê Nasriyayê dest pê kir.

Piştî ji wesayîta xwe daketin, agirê berdan jin, zarok û pîrên ku li xwaringehê amade bûn.

Pişt re ber bi xaleke pişkinînê ya ewlekariyê ve çûn û wan otombîleke bombekirî ku li tenîşt otombîlên sivîlan sekinî bû teqand.

Êrîş 84 kuştî û 93 birîndar hiştin, piraniya wan sivîl bûn, û hejmareke mezin a zarokan jî.

Pêşxisitina ewlehiyê li deverên dûr

Berpirsên ewlekariyê gotin ku diyare ku DAIŞ ev dever kir armanc ji ber ku ew li ser rêyeke sereke bû, ku hebûna ewlehiyê qelstir bû û xalên pişkinînê kêmtir bûn, û rê bi deverên biyabanî ve girêdayî ne, ku dibe bibin bingehek ji operasyonên rêxistinê re.

DAIŞ nikarî bi dizî derbasî bajaran bibe ji ber sedema rêkarên ewlekarî yên tund li xalên derbasbûnê, lewra wê deverên li ser rêyên sereke û li biyabanê kir armanc, serokê komîteya ewlekariya encumena parêzgeha Zî Qarê Cebar Mûsewî got.

"Rêxistina terorîstî, DAIŞ, ku berpirsyariya êrîşê kir stûyê xwe, sivîlên li ser rêyeke derve ku Besra bi Zî Qar, Musena û parêzgehên din ve girê dide li beşê rojavayî yê welat kir armanc," wî ji Diyaruna re got.

Ev rê bi awayekî sereke di zeviyên berfireh ên biyabanî re diçe," wî got.

Piştî êrîşan, Wezareta Hundir, bi rêya karbidestên ewlekariyê li Bexdayê û Nasriyayê û Fermandariya Operasyonên Rafîdeyn, ku serperiştiya ewlekariyê li parêzgehên başûrî dike, "nexşe rêyeke nû" danî, Mûsewî got.

Ev ji planên ewlekarî yên berê cuda ye ji ber ku ew valahiyên di kevera ewlekariyê de û livîna tundrewan li deverên dûr berçav digre, wî zelal kir.

Hîna, wî got, "70% ji planên nû, ku nihênî ne, temam bûne û dê li ser erdê bêne pêkanîn piştî qedandina temam û qebûlkirina fermî".

Stafê ewlekariyê û pêdawîst

"Piştî ku plan bên bicihkirin, tê pêşbînkirin ku dê rewşa ewlehiyê li bajaran û derdora wan bê aram be," Mûsewî got.

Bê qalkirina hûragahiyan, wî got, plan "armanc dike ku parastina xwaringehên li ser rêyên derve bike û çavdêriya livîna wesayitên li ser rêyên navdewletî bike, ligel tundkirina ewlehiyê li xalên pişkinînên li ser rêyên derve û hevahengiya livîna karwanên serbazî bike û pişkinîna nasnameyên wan bike".

Mûsewî bang li hukmeta fedralî kir ku fokusê li ser ewlehiya Bexdayê neke li ser hesabê parêzgehên din.

Wî got 5,000 karmendên ewlekarî yên zêdetir pêwîst in ji bo piştgirîkirina polîsê Zî Qar, û bal jî kişand ku bingeha polîsê berpirs e jiZindana Nasriyayê , ku yek ji mezintirîn zindanên dewletê ye.

"Terorîstên Iraqî û biyanî yên tundrew" li wir rastî hukmên xwe tên, wî got.

Mûsewî amûrên soner bo alîkarîkirina dîtina teqemeniyan xwest -- ku li xalên pişkinînê yên derbasbûna bajar tên danîn û li ser rêyên derve weke hewlek ji bo dîtina otombîlên teqîner -- û kûçikên polîsî yên ku bo bihnkirina teqemeniyan hatine rahênankirin.

Şerê niha şerekî agahî û istixbarartî ye, wî anî ziman jî, bang li hukmeta fedralî kir ku piştgiriya ajansên istixabaratî li parêzgehê bike bi rêya rahênan û amûrên zêdetir.

Perlemantarê Iraqî Hekîm Zemîlî, ku serokatiya komîteya ewlekarî ya parleman dike, ji Diyaruna re got ku "hebûna qels a îstixbaratî qels û nebûna agahiyan sedemên êrîşa dawî ya ku li Nasriya pêk hatin bûn.

Parêzgehên Iraqî yên başûrî, Zîqar di nav de, bi dijwarî hewcedarê hewilên ewlekarî yên zêdetir û korsên rahênankirinê yên bihêz in, herwiha amûrên taybet, ku dibe alîkarî bike di nehiştina pêkhatina êrîşan li paşerojê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500