Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq dest bi şerê vegerandina Hewîca dike

Diyaruna û AFP

Hêzên polîsê federal ê Iraqî nêzîkî Hewîca bicih bûne ji bo beşdarbûn di rizgarkirina bajarê li parêzgeha Kerkûkê de ji "Dewleta Îslamî". [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsê Federal ê Iraqî]

Hêzên polîsê federal ê Iraqî nêzîkî Hewîca bicih bûne ji bo beşdarbûn di rizgarkirina bajarê li parêzgeha Kerkûkê de ji "Dewleta Îslamî". [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsê Federal ê Iraqî]

Iraqê roja Pêncşemê (20ê Îlonê) êrîşî hemû erdê xwe yê di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de kir, diavêje berevaniyên rêxistina ku "xîlafeta" xwe ya îdiakirî bo Sûriya cîran jî berfireh dibe.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqî berbangê êrîşek pêk anîn li ser molgeheke dorpêçkirî ya di destê DAIŞ de li bajarokê Hewîca, li parêzgeha Kerkûkê, tenê çend rojan piştî êrîşkirina li ser cihên din ên rêxistinê li welat, AFP ragihand.

Erdê di destê DAIŞ de bilez kêm dibe ji dema şikestina wê li Mûsilê di Hezîranê de, ku asêgehên wê yek bi yek rastî êrîşan tên ji herdu aliyan ve li ser sînorê bi Sûriyê re.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşbînî kir ku êrîşa li ser navçeya Hewîca dê bilez serkeftineke nû li ser rêxistina jihevketî pêk bîne.

Piştî şikestina DAIŞ li Mûsilê û vegerandina deverên derdorê, Hewîca û bajarokên derdorê cihên dorpêçkirî yên dawî yên di destê DAIŞ de li Iraqê ji bilî beşê li aliyê Deşta Firatê ji sînorê bi Sûriyê re.

"Di berbanga rojeke nû de, me qonaxa yekem a rizgarkirina Hewîca destpê kir, li gorî pabendiya me ji xelkê me re ku em hemû axa Iraqê rizgar bikin û rêxistina DAIŞ a terorîst jinav bibin," Ebadî got.

"Silav ji hemû hêzên me re, yên ku çendîn şerên rizgarkirinê di heman demê de dikin û yên ku serkeftin li pey serkeftineke din bidest dixin û dê ev yeke din be, bi alîkariya Xwedê," wî got.

Hêzên êlî di şer de beşdar in

Qonaxa yekem a şer dê giraniyê bide vegerandina aliyê rojhilatî ji bajarê ŞErqat bo bakurê rojavayê Hewîca, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re got.

Hêzên hevbeş ji Hêzên Teybet ên Iraqî, bersivdayîna bilez û polîsê fedral, di cengê de rolê dibînin.

Hêzên Iraqî dest bi şer kir piştî temamkirina bicihkirinê û amadekariyên ji bo pêşketin ber bi deverê ve di çend rojên borî de, rêveberê navçeya rojhilatê Şerqat Wesmî Sohn got.

"Nêzîkî hezar şervan ji êlên Şerqat û hêzên xwecihî yên din di şer de beşdar dibin," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên serbazî, bi piştgiriya asmanî ji hêza asmanî ya Iraqî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, biserketin di wêrankirina hêlên berevaniyê û asêgehên DAIŞ de, wî got.

Wan di çend saetên destpêkê de şeş gund, di nav de Kawa, Sîsbana, Hesarok, Şandera Jorîn, Hoştar û Laluk rizgar kir, berdevkê Fermandariya Hevbeş emîd Yehya Resûl got.

Bîst û pênc endamên DAIŞ heta niha hatine kuştin, wî ji Diyaruna re got.

Endamên DAIŞ xweradest dibin

"DAIŞ diherife, û di rojên berî destpêka şer de, bi dehên endamên rêxistinê xweradest kirine," Sohn got.

Wan berê malbatên xwe dane aliyê rojava ji Şerqat, ku di destê hêzên Iraqî de ye, wî got, di demekê de ku wan xweradestî hêzên Pêşmerge kir ên ku nêzîkî aliyê bakurî û rojhilatî ji Hewîcea bicih dibin.

Sohn got ku piraniya xelkê rojhilatê Şerqat reviyaye berî ku şer destpê bike.

"Bi sedên malbatan rojane direviyan, û di rojên dawî de ev hejmar kêm bû bo ne bêtirî şeş an heft malbatan di rojê de," wî got.

"Hêzên ewlekarî selametiya sivîlên asêmayî têxin di pêşiya berîtiyên xwe de," wî got.

Tirs li ser sivîlan

Rêxistinên mirovî tirsa xwe nîşan dan ji çarenivîsa sivîlên ku di êrîşê de asêmayî ne.

"Her 85,000 sivîl hîn li û derdora Hewîce, di nav de derdora 40,000 zarok in, ku niha rastî demeke xirab tên ji ber ku ditirsin ku di şer de asê bimînin an jî êrîşên asmanî li wan bidin," rêveberê Komîteya Rizgarkirina Navdewletî Jason Kajer got.

"Ji kesên ku biryar didin ku birevin re, metirsiyeke mezin heye ku rastî nîşangirên DAIŞ werin an jî bi mayînan werin kuştin," wî got.

DAIê erdê li jêr kontrola xwe wêranbûyî dît di çend mehên borî de ji ber çendîn êrîşên li dijî çekdarên wê li Iraq û Sûriyê.

Roja Sêşemê, hêzên Iraqî dest bi êrîşekê kirin li Geliyê Firatê li dijî cihê din ji herdu cihên dorpêçkirî yên DAIŞ li Iraqê.

Û li parêzgeha Dêrazorê yê li rojhilatê Sûriyê, DAIŞ rastî du êrîşan tê -- yek ji hêzên hikûmetê û ya din ji şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve.

Li jor Firatê jî, QSD niha 90% ji bajarê Reqa kontrol dike, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Çarşemê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500