Şerêkî giran Yekşemê (17ê Îlonê) di navbera komên çekdar de li Kefir Betna, bajarokekî dikeve hermêa Xûteya Rojhilatî ya Şamê, derket û hejmarek ji sivîlan hatin kuştin û birîndarbûn, çalakvanekî ji Diyaruna re got.
Şênî ditirsin ku ev ceng, ên ku Tehrîr el-Şam -- hevbendiyeke tudrew e û Eniya Nusra hêza wê ya zaldar e -- li dijî koma opozîsyonê Feyleq el-Rehman dest pê kiriye, dibe tevlîheviyê li herêmê zêde bike û bibe sedem ku rewşa şerrawestandina ligel hêzên rejîmê têk biçe.
Endamên Tehrîr el-Şam hejmarek ji xaniyan li ser tixûbê bajarok di saetên zû yên roja Yekşemê dorpêç kirin, çalakvan Muhemed Bêk ji komîteya hevrêzên Xûteya Rojhilatî, got.
Wan xwest ku wan xaniyan bikin baregehan bo hêzeke nû ya girêdayî Tehrîr el-Şam, ku bi navê Rabîtet Ehl el-Merc û Qîtaa el- Canûbî (Girseya Gelê Zozan û Sektora Başûrî), wî ji Diyaruna re got.
"Şêniyan hewl da ku rê nedin milîtanan ku dest deynin ser xaniyan," wî got, ev jî bu sedema derketina şerê bi tifingan û birîndarbûna çend kesan.
Feyleq el-Rehman destêwerdan kirin û ligel Tehrîr el-Şam ketin şer de, wî got, û da zanîn ku şer berfereh bû û heta saetên sibehê dewam kir.
Her du alî gihiştibûn rêkeftinekê ku li gorî wê diviyabû endamên Tehrîr el-Şam ji herêmê vekişin bo kêmkirina nerehetiyê.
"Lêbelê, komê rêkeftin binpê kir û pevçûn serê sibehê dest pê kirin û segvanên komê malên sivîlan û baregehên Feyleq el-Rehman kirin armanc," Bêk got.
Şerkirina bo hebûnê
Heta êvara Duşemê, çar kesên sivîl hatin kuştin û deh kesên din ji aliyê endamên Tehrîr el-Şam ve hatin birîndarkirin, ên ku herwiha du çekdarên Feyleq el-Rehman jî kuştin.
Sê endamên Tehrîr el-Şam jî di şer de hatin kuştin û hejmarek hejmareke din hat birîndarkirin, hejmarek ji her du aliyan hat dilkirin.
"Tehrîr el-Şam hewl dide ku bi awayekî ji awayan li herêmê bimîne dema tê gotin ku êrîş li dijî tên daku hebûna wê li deverê bidawî bikin," wî got
"Rêxistinê hewl da ku destên xwe deyne ser malên nişteciyan daku wan ji koma xwe ya nû re bikin navend, koma ku bi awayekî sereke ji çekdarên wê pêk tê, ew hewildanek bû daku hîkariyekê bidin ku milîsên wê dest ji deverê berdane daku ji dûrî êrîşa gengaz bin," Bêk got.
"Nişteciyên deverê xembar in ku dibe ev êrîşên han, erîşên ku ji aliyê Tehrîr el-Şam ve hatine destpêkirin ber bi hilweşandina agirbesta bi rêjîma Sûrî re bibe, wî got.
Salên dorpêçkirin û şer bi îlana agierbest û êxistina Kefer betnayê di nav zonên kêm şer de bi dawî bûn.
Kêmkirina şer li başûrê Sûriyeyê beşeke ji planeke berferehtir daku çar "zonên kêm şer" li beşên li jêr kontrola opozîsyonê ne li welat çêbikin.
Rûsya û Îran hevbendên hikûmeta Sûrî ên sereke û opozîsyona bi piştgiriya Tirkiyê meha Gulanê li hev kirin daku her çar zonan cêbikin weke peymanekê ya ku armanca wê agirbestek berdewam pêk bîne.