Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî DAIŞ ji Ekaşatê li Enbarê der dixin

Xald Ta'î

Hêzên Iraqî li dervey bajarokê Ekaşatê hatine dîtin dema wan xwe ji operesyoneke serbazî re amade dikir daku "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji herêma nêzîk derxin, di 15ê Îlonê de. [Muad Dilêmî/AFP]

Hêzên Iraqî li dervey bajarokê Ekaşatê hatine dîtin dema wan xwe ji operesyoneke serbazî re amade dikir daku "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji herêma nêzîk derxin, di 15ê Îlonê de. [Muad Dilêmî/AFP]

Hêzên Iraqî roja Şemîyê (16ê Îlonê) bi ser ketin û "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji Ekaşatê, nêzîkî sînorê Sûriyê derxsitin.

Navçeya Rutbayê hat rizgarkirin weke beşekî ji opersyona serbazî ya berfereh daku DAIŞ ji deverên Ferata Jorîn derxin li rojavayê parêzgeha Enbarê.

Artêş, polîs, pasvaniya sînor û şervanên xwecihî zor li DAIŞ kirin daku ji bajarok vekişe piştî çend saetan ji destpêkirina şer.

"Bajarok bi awayekî tam hatibû rizgarkirin û 145 kîlomitir li ser rêya ku ber bi başûr ve dibe ji Rutbayê di Ekaşatê re heta bajarê Qaimê hate misogerkirin," parêzgarê Rutbayê Imad Mişel Dilêmî roja Duşemê (18ê Îlonê) got.

"Hêzên me erkê xwe bi serkeftineke mezin pêk anî," wî ji Diyaruna re got.

Parastina erda rizgarkirî dê ne hêsan be, ji ber ew li pêşiya biyabaneke berferef vekirî ye, wî anî ziman.

"Hewcedariya me heye ku em hejmareke têr ji hêzên ewlekariyê û mêrên êlan belav bikin û gelek berbend, asêgeh û xalên pêşkinînê ava bikin daku em nehêlin milîs gefê li deverê bikin û dest bi êrîşên nişkî bikin," wî got

Tîmên ewlekariyê teqemeniyan radikin

Tîmên endazyariyê yên serbazî dest pê kirine teqemeniyên ku DAIŞ li her derê li bajarok û li dirêjahiya rêya biyabanî çandibûn radikin, Dilêmî got.

"Roja Duşemê, hêzan dest bi erkê teqandina mayîn û bombeyên bidestçêkirî (IEDs) kirin û fitîlên malên bombekirî radikirin," wî got.

Sê mal û bombeyeke bidestçêkirî, roja Yekşemê, li ser rêya hêzên ewlekariyê dema ew di sikakên bajarok de bi pêş ve diçûn teqiyan û xwekujekî otombîleke bomekirî li rex yekîneyên komando teqand daku pêşketina wan rawestînin.

Dilêmî got ku teqemeniyan pênc leşker kuştin û hejmarek jî birîndar kirin.

"Hewldan, daku em herêmê ji teqemeniyan misoger bikin, dê berdewam bin heta em pişrast bin ku xeter bi dawî bûye û pêdiviya vê yekê bi wext heye," wî got.

Hêzên ewlekariyê, di kampanyaya li ser Ekaşatê de, rastî tu dozeên mirovî yên girîng nehatin, wî not kir, ji ber ku piraniya nişteciyan bi qeflan bar kirin berî demekê ku êrîş dest pê bike.

"Tenê dora 43 malbatan hebûn nêzîkî bajarok dijîn, ên ku karîbûn birevin û roja Yekşemê bigihin navenda bajarê Rutbayê," wî got.

Vegerandina Ekaşatê serkeftineke bi kwalîte ye ji hêzên Iraqî re ji ber ew dergeheke digihêne Qaimê, asêgeha DAIŞ a herî mezin li rojavayê welat, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500