Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êlên Enbarê di tevgerê de ne bo rêgirtin li ber gihiştiyên DAIŞ ên nû

Xalid Taî

Şervanê êlên Enbarê tevlî rahênanekê dibin bo amadekarî ji cenga li hember "Dewleta Îslamî" re. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Heşda Êlên Hedîsayê hatiye wergirtin]

Şervanê êlên Enbarê tevlî rahênanekê dibin bo amadekarî ji cenga li hember "Dewleta Îslamî" re. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Heşda Êlên Hedîsayê hatiye wergirtin]

Hêzên êlan li parêzgeha Enbarê ketin tevgerê de bo bersivdayîna her gefên gengaz piştî raportên qal dikin ku endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berê xwe daye deverên wan, jêderinan ji êlan ji Diyaruna re eşkere kir.

Li gorî şervanên êlên Iraqî, hêzên piştevaniyê yên DAIŞ hêdî hêdî digihin deverên li jêr kontrola rêxistinê de li beşê rojavayî ji parêzgeha Enbarê.

Endamên tên "nofê pêşîn" ji çekdarên gihiştî ne piştî rêkeftina navbera Hizbulah û DAIŞ, wan got.

Rêkeftin, ku reaksyonên qehrê ji aliyê berpirsên Itaqî ve li pey xwe anîn, rê da derxistina hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞ û malbatên wan ji deverên derdora Ersal ên Lubnanî bo navçeyên Sûriyê yên hevsînorê Iraqê.

"Agahiyên me yên piştrastkirî hene ku hinek ji van terorîstan derbasî xaka Iraqê bûne," Neîm Kiûd, endamên encumena parêzgeha Enbarê, got.

"Em hejmara wan a tam nizanin," wî got.

Kiûd ji Diyaruna got ku ew hatiye agahdarkirin ku endamên DAIŞ dixwestin derbasî Huseyba, ya dikeve navçeya Qaim bibin, lê milîsên ku deverê kontrol dikin nepejirandin rê bibine wan ji ber sedemên nenas.

"Di derencamê de, ew çûn deverên Iraqî yên li jêr kontrola DAIŞ, bi nav jî dever ev in: Rewa, Anah, û Ekşat, û li wir bicih bûn," wî got.

"Ev agahî gihiştine me, ji şervanên êlan, bo hêzên me bikevin tevgerê û xwe amade bikin ji bersivdayîna her çalakiyeke terorî re ya ku dibe gefê li ewlehiya parêzgeha me bike," Kiûd got.

Herwiha, wî got, hêzên Fermandariya Operasyonên Cezîrê "bi awayekî têr hazirî ji parastina deverên me yên rizgarî kirin".

Kiûd got ku ew piştgiriya rêkeftina Hizbulah-DAIŞ nake.

"Iraqê çendîn qurbaniyên bi xwîna zarokên xwe dane bo nehiştina gefa terorîstan û rêgirtin li ber reva wan bo welatên cîran û cîhanê," wî şirove kir.

"Berevajî, rêkeftinê rêçikeke ewle ji terorîstan re peyda kir û berê wan da sînorên welatê me, di cihê şerkirin li dijî wan û nehiştina hebûna wan," wî got.

Rewşa amadebaşiyê

"Hêzên êlan di rewşa amadebaşiyê de ne," Şêx Nafî Cuxeyfî, serkêşekî êla Cuxeyfa ya ku şerê DAIŞ li Hedîsa dike, got.

"Rewşa ewlehî li parêzgehê bi destekî ji hesin hatiye kontrolkirin," wî ji Diyaruna re got. "Hêzên Operasyonên Cezîrê, Firqeya 7ê ya Artêşê, û şervanên êlan amade ne ku bikevin tevgerê de."

"Me çend şer li dijî terorîstan kirine û me gelek pêngav li dijî wan dane pêş ku di wan de em serkeftî bûn," wî got.

Cuxeyfî got ku rewş ji endamên DAIŞ re li deverên li jêr kontrola rêxistinê li rojavayê Enbarê "pir leq e".

"Weke encamekê ji şikestinên ku ew rastî hatin, herî dawî li Enbarê,ew nema ne hêza wan heye û ne jî dikarin operasyonên êrîşkirinê yên mezin lidar bixin. "Ew dê yek încê ji bajarên me yên rizgarkirî nebin."

Encamên rêkeftina Hizbulah

Rêkeftina Hizbulah "derxistina herî kêm a 790 çekdarên DAIŞ û malbatên wan" ji deverên çiyayî bi dirêjahiya sînorê Lubnanî re hêsan kir, analîzerê ewlekarî Casim Henûn ji Diyaruna re got.

Wî got ku çekdaran Lubnan bi sê nofan lipey xwe hişt.

"Nofê pêşîn ji 300 milîtan û malbatên wan ku bi karwaneke bejahî rêwîtî dikrin pêk hat û ew aniha gihiştiye sînorê Iraqê yê bi Sûriyê re li Enbarê," wî got.

Wî got ku qewl bû ku herdu nofên din jî di heman demê de bigihin, lê balafirên hevpeymaniyê pêşveçûna wan xetimand, û ew neçar kirin ku berê xwe bidin herêmên li jêr kontrola DAIŞ li Sûriyê.

Rêkeftina Hizbulah "şokek bûn ku gefeke dîrekt ji ewlehiya welatê me re bû, bi awayê bazarî yê danûstandina bi komên terorîst re yên mîna DAIŞ", wî got.

"Iraqî şok bûn ku hinek hene ligel terorîstan rêkeftinan dikin û peymanan bi wan re girê didin dema ku [Iraqî] wan dorpêç dikin û şerê wan dikin û danûstandinan bi wan re nakin," Henûn got.

"Tirsên me yên rasteqîn ji encamên rêkeftinê hene, û aniha divê hêzên êlan û ewlekariyê hemû xebatên xwe bixin tevgerê de bo nehiştina vê xeteriyê," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500