Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Belgeyeke nû nîşan dide ku Îran çekdaran vedigheze Sûriyê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên ku Feyleqê Pasdaran piştevaniya wan dike, yên Lîwayê Fatmiyûn, tên dîtin ku bo Sûriyê rêwîtiyê dikin bo tevlîbûna di şer de. [Wêne ji Şiyar Turko hatiye wergirtin, bi rêya hisabên medyaya civakî yên Afxanî]

Belgeyeke nû eşkere dike ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Feyleqê Pasdaran) geştên asmanî yên medenîbikar tîne bo veguhestina çekdarên xwe û yên hevalbendê xwe bo Şamê, şarezayekî karûbarên Îranê ji Diyaruna re got.

Ev jî binpêkirineke zelal e ji zagonên veguhezandina çekan û çekdaran ên ku Amerîka û NY biryar li ser wan dane, Şiyar Turko, yê ku xwendina wî derbarê metodên fînansekirin û geşesendina Feyleqê Pasdaran e, got.

Wêneyên milîsên ser bi Feyleqê Pasdaran ve yên ku bi rêya Xetên Asmanî yên Îranê hatine veguhezandin li gelek rojname û malperên herêmî û navdewletî û hisabên medya civakî belav bûne.

Ev wêne, hinek ji wan sala 2016an hatine girtin û hineke din jî di nîvê sala 2017an de, piştrast dikin ku çekdên Lîwayê Fatimyûnê yê Afxanîbi balafirên medenî yên Îranî hatine veguhezandin, wî got.

Çekdarên Afxanî di basekê de tên dîtin, ji balafirgeha Şamê tên veguhestin piştî gihiştina wan bo Sûriyê. [Wêne ji Şiyar Turko hatiye wergirtin, bi rêya hisabên medyaya civakî yên Afxanî]

Çekdarên Afxanî di basekê de tên dîtin, ji balafirgeha Şamê tên veguhestin piştî gihiştina wan bo Sûriyê. [Wêne ji Şiyar Turko hatiye wergirtin, bi rêya hisabên medyaya civakî yên Afxanî]

Çekdarine ji Lîwayê Fatimiyûnê yê Afxanî tev çekên xwe piştî gihiştina wan bo Sûriyê bi balafirên medenî yên Îranî. [Wêne ji Şiyar Turko hatiye wergirtin, bi rêya hisabên medyaya civakî yên Afxanî]

Çekdarine ji Lîwayê Fatimiyûnê yê Afxanî tev çekên xwe piştî gihiştina wan bo Sûriyê bi balafirên medenî yên Îranî. [Wêne ji Şiyar Turko hatiye wergirtin, bi rêya hisabên medyaya civakî yên Afxanî]

"Ew belgeyeke zelal in li ser kiryarên proveksyoner ên Îranê ," wî got, "ji ber ku ew nişan didin ku balafirên medenî yên Îranî çekdarên ser bi Feyleqê Pasdaran ji balafirgehan ji Îranê vediguhezin Sûriyê bo rolê di şerê lidar de bibînin."

Ev jî binpêkirineke zelal e ji Biryarên Encumena Ewlekarî ya NY 1747 (2007), 1929 (2010) û 2105 (2013) re, wî got.

Biryara NY 1747 rê nade ku "Îran tu çekan an matryalên têkildar pirçek bike, bifroşe anjî veguhêze bi dîrekt an nedîrekt ji xaka xwe ya bi rêya welatiyên xwe û herwiha bikaranîna balefiran".

Ev kiryar wesîtiyên Xezîneya Amerîkî yên 2012ê yên bûne Fermanên Çîbicîkirinê 13572 û 13224 ên têkildarê veguhezandina alavên serbazî, çek û çekdaran bi balafirên medenî bo Sûriyê binpê dikin, Turko got.

Tê çaverêkirin ku NY û Amarîka cezayên nû ji ber vê çalakiyê bisepînin, wî got, "ji ber ew êrîşeke dubaredar e û rolê di dirêjkirina şerê Sûriyê de û hêzdarkirina hebûna komên terorîst li Sûriyê dilîze".

Bi rêdayîna belavkirina van wêneyan, Turko got, xuyayî ye ku Feyleqê Pasdaran dixwaze ku tehediya civaka navnetewî bike, ji ber ku dikarî rê nede ku belav bibin an jî bên girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev nûçe kesên bi rûmet ên bi lezûbez hatin alîkarîyê bikin reş dike. Hevdem, tu nûçe derbarê tecnîdkirin û veguhestina çeteyan ji seranserê cîhanê bo ew tevlî DAIŞê û komên çekdar ên dî bibin tune ne. Ew komên çekar ser bi Mosad in û di berjewendîya berfirehxwazîya Emerîkayê de dixebit, li hember pereyên xenzîrên Kendavê û Erebistana Siûdî, û wan welat wêran kir, kuştin kirin, û jinên azad dîl girtin, û ew şandin bazargehên koletîyê li seranserê cîhanê, yan jî ew weke kolejinên şer bi kar anîn, li gorî fetwayên Wehabî.

BERSIV BIDE