Nûçeyên Iraqê
Mafên Jin

Polîsê Nînewayê gelek serbazên jin tejnîd dike

Xalid Ta'î

Polîsên jin ên Iraqî di merasîmên Nîsana 2016an de silavê dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Komîteya Jinan ya girêdayî Wezareta Karê Hundir hatiye wergirtin]

Polîsên jin ên Iraqî di merasîmên Nîsana 2016an de silavê dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Komîteya Jinan ya girêdayî Wezareta Karê Hundir hatiye wergirtin]

Di rojên tên de, polîsê Nînewayê dê pêşwaziya gelek jinan di nav refên xwe de bike.

Ev biryara ku ji alîyê wezareta karê hundir ya Iraqî ve hatiye pejirandin, weke beşekî ji hewldanê ye daku ewlehiyê li parêzgehê misoger bikin piştî têkbirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Bîrokeya ku gelek jinan han bidin daku tevlî hêza polîsê bibin ne bîrokeyeke nû ye, serokê polîsê Nînewayê emîd Wasiq Hemdanî ji Diyaruna re got.

"Lê îro em hewl didin ku em vê fikreyê li ser erdê cîbicî bikin di rêya sazkirina programeke taybet a ku dê alîkarîyê bike di derçûna gelek polîsên jin ên pispor de," wî got.

Ev yek dê ji aliyê polîsê Nînewayê ve were organîzkirin, wî anî iman û dê di nav de korsên rahênanê yên pêşketî ji bo tecnîdkirina jinan hebin, korsên ku dê ji aliyê rahênerên Iraqî û biyanî ve werin hînkirin.

Rolên gelek ên polîsên jin

Hemdanî got ku hêza polîsê derdê kêmbûna karmendên jin dikişîne.

"Aniha tenê 24 jin di hêza polîsê de hene," wî got, wî anî ziman "herî kêm hewcedariya me bi 100 polîsê jin heye".

"Hewcedariyeke lezgîn bi polîsên jin ên rahênankirî heye daku jinên têne sazemeniyên hikûmî seh bikin," wî got.

Herwiha jin dikarin werin rahênankirin daku çavdêriya torên jinên tawanbar û yên girêdayî DAIŞ bikin daku girtina wan jinan hêsan bikin, wî anî ziman.

Hewcedarî heye ku jin di beşin din de ji xizmeta polîs mijûl bibin, mîna welatîyî, pasport û beşê trafîkê, wî got, herwiha di birêvebirina girtîgehan de û çavdarîkirina pêkanîna mafên mirov.

"Bi rastî beşdarbûna jinê di parastina ewlehyê de ne berdest e," endamê komîteya ewlekariyê ya encumena parêzgeha Nînewayê, Hesan Şebîb, got.

"Çi gava di vî warî de ya ku dê beşdarbûnê zêde bike ew gaveke erênî ye û em pêşwaziya wê dikin, ji ber ku ew dê bi awayekî erênî li ewlehiya bajarên me û parastina welatiyên me vegere," wî ji Diyaruna re got.

Berî dagirkirina DAIŞ ji Mûsilê re, jinan di Xizmetguzariya Parastina Saziyan de kar kir, erkê wan bû ku parastina avahiyên hikûmeta Iraqî, saziyan û karmendan bikin.

"Aniha piştî rizgarkirina Mûsilê, divê hejmara wan zêde bibe û beşdarbûna wan di xizmeta welatê wan de berfereh bibe," Şebîb got.

Breingarbûna îdîolojiya DAIŞ

Hewcedarî heye ku em hişmendiyê bilind bikin ku pêwîstî heye ku jin hebin tevlî polîs bibin û di çêkirin û parastina ewlekariyê de beşdar bibin, Şebîb got.

"Jinan bi awayekî serkeftî, şehrezayiya xwe di gelek qad û pîşeyan de tekez kirin," pisporê ewlekarî Casim Hanûn ji Diyaruna re got.

Aniha ew xizmetên polîs û ewlehiyê yên sereke di gelek siwênkarên hikûmetê de pêk tînin, di nav de muxaberat, karûbarên sivîl û beşên ragihandinê, wî got.

"Ji ber vê yekê, hewcedarî heye ku em hejmara karmendên jin di polîsê Nînewayê de zêde bikin û em gelekî xwe bispêrin jêhatiyên wan," wî anî ziman.

"Beşdarbûna wan ya çalak, bi taybet aniha ku nû parêzgeh ji serdemeke terorî ya tarî derketiye, faktorekî sereke ye di piştrastkirina hewldanên ewlekarî û rawestandina çalakiyên terorîstî de ," wî got.

Beşdarbûna mîna vê dibe ku alîkariyê bike di "şopandina û darizandina jinên terorîst, çavdêriya jinên ku dibe bi îdîolojiya DAIŞ bi bandor bûbin bikin û herwiha cengewariya tawana civakî û tundiya xwemalî, Hanûn got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500