Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Girtiyên Badûş ên îdamkirî di goreke komî de hatin dîtin

Xalid Ta'î

Di vê wêneyê de tê dîtin ku tîmeke pisporan li ser vegerandina bermayiyên qurbaniyên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji goreke komî li parêzgeha Selahedînê kar dikin, wêneya ku li ser înternetê di 16ê Tîrmehê de hat weşandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Tendirustiya Îraqî]

Di vê wêneyê de tê dîtin ku tîmeke pisporan li ser vegerandina bermayiyên qurbaniyên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji goreke komî li parêzgeha Selahedînê kar dikin, wêneya ku li ser înternetê di 16ê Tîrmehê de hat weşandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Tendirustiya Îraqî]

Hêzên Îraqî du gorên komî yên nû li bakurê Mûsilê dîtin, gorên ku bi sedan cenazetên girtiyên girtîgeha Badûşê têde ne yên ku ji aliyê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ve berî sê salan hatibûn kuştin, berpirsyaran got.

Ji çaxa ku ew gor hatine kifşkirin, hêzên ewlekariyê lêkolînan dikin bê çi bi serê van qurbaniyan hat û ew hewl didin ku cihê binaxkirinê bikolin û bermayiyên wan vegerînin, berdevkê Fermandariya Operesyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl got.

Di axaftineke bi Diyaruna re, roja Çarşemê (30 Tebaxê), Resûl got ku cihên goran li Badûşê ne, 15 kîlomitran bakurê Mûsilê, berî çend rojan hatine dîtin.

Herdu gor bermayiyên girtiyên îdamkirî dihewînin, wî not kir ku "yek ji herdu cihên bermayiyên 430 qurbaniyan dihewîne û ya din 70an, û hejmara tam digihe 500 qurbaniyan".

Hikûmeta Îraqî dest bi hewldanan kiriye daku bermayiyên mirovî ji herdu cihan rake ji bo ku testa DNA ji her qurbaniyekî re çêbike ku dê bidin ber nimûneya DNA a ku ji endamên malbatên wan hatine standin daku wan nas bikin, wî got.

Raportên medyayî yên berê ev yek eşkere kirin û tekez kirin ku goreke komî ji girtiyên îdamkirî re heye, li gor şehadeta şervanên xwecihî.

'Bêguman' qurbanî kesên girtî ne

Gora komî ya yekemîn li deverê piştî kêmî heftiyekê hat kifşkirinJi dema ku hêzên Îraqî di 8ê Adarê de girtîgeha Badûşê ji DAIŞê standin, Resûl got.

Piraniya qurbaniyan ji parêzgehên naverast û yên başûrî ne, ev yek destnîşan dike ku ardûyê operasyonên îdamkirinê mezhebiyet bû, wî anî ziman.

"Bê guman herdu gorên ku hatine kifşkirin ên girtiyên Badûşê bûn," serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewayê Mihemed Îbrahîm ji Diyaruna re got.

"Me agahî derbarê vê tawana tirsnak werdigirtin," wî got û me bihîst ku DAIŞê "pêşî hemû girtî civandin" -- hejmara tam dora 3,000an bû.

Piştre rêxistinê "ew girtiyên ji parêzgehên naverast û yên başûrî nas kirin, wê xwe sparte agahiyên ji aliyê girtiyên din ve", wî anî ziman, berî ku wan gulebaran bike û fîşekan berde laşên wan.

"Kêm girtî ji komkujiyê sax man, bi alîkariya nişteciyên xwecihî yên ew birin devera Deşta Nînewayê," wî got.

Piraniya girtiyan cezayên tawanên piçûk diqedandin dema DAIŞê di 11ê Hezîrana sala 2014an de êrîş kir, Îbrahîm got.

Pispor kar dikin daku laşan nas bikin.

Ji çaxê ku gorên komî hatine kifşkirin ve, tîmek ji pisporên bijîşkî û berpirsyarên berz ji Nînewayê hat çêkirin daku vê rewşê bişopîne, Îbrahîm got.

"Hîn rêyeke dirêj li pêşiya tîmê ye, daku hemû bermayiyan vegerînin û bi awayekî bijîşkî wan ezmûn bikin," wî got. "Piştî ku qurbanî hatin naskirin, ew dê wan bidin dest malbatên wan daku bi awayekî guncan wan binax bikin."

Cihên goran yên ku nû hatine kifşkirin mînakeke din e li ser hovîtiya DAIŞê û tawanên wê yên bêsînor li dijî mirovatiyê, serokê komîteya mafên mirov a encumena parêzgeha Nînewayê Xezwan Hamid got.

"Di van herdu salên dawî de, hejmareke mezin ji gorên komî li Nînewayê hatine dîtin, cihê ku qurbaniyên bêsûc ji hemû paşxaneyan têde hatin binaxkirin," wî ji Diyaruna re got.

"Gelek gor hebûn yên ku li bajarokên Şingal û Sinûnê hatin dîtin, lê belê ya herî kambax gora komî ya li Xesfayê bû -- yan ya ku jêre dihat gotin 'korta mirinê'," wî got.

Cenazeyên qurbaniyan nedane dest malbatên wan, lê belê ew di gora komî de li Xesfayê nêzîkî Hemam el-Elîlê danîne ser hev li başûrî Mûsilê, wî got.

Di dema dagirkirina Mûsilê de, DAIŞê kuştinên komî derheqê nişteciyên bajar de pêk anîn, nişteciyên ku wê weke kesên bêwefa raçav dikirin, wî got, tê texmînkirin ku dibe bêtir ji 5000 laşan di gorên komî yên li deverê de hebin.

"Ev tawan delîl in li ser serdemeke tarî di welatê me de û divê ji aliyê cîhanê ve weke komkujiyekê were raçavkirin" wî got.

Hamid got ku komîteya wî kar dike daku hemû binpêkirinên ku DAIŞê kirine belege bike û raportên bi hûragahî berhev bike daku wan bişînin ji rêxistinên têkildar re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500