Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Malbat berhengariya astengiyan dikin daku vegerin Deşta Nînewayê

Xalid Ta'î

Desthilatdariyên Îraqî beldozerekê bikar tînin daku paşmayiyan paqij bikin piştî ku berdane "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji taxa Hemdaniya ya li Deşta Nînewayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Şaredariya Hemdaniyê]

Desthilatdariyên Îraqî beldozerekê bikar tînin daku paşmayiyan paqij bikin piştî ku berdane "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji taxa Hemdaniya ya li Deşta Nînewayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Şaredariya Hemdaniyê]

Gelek xelkê ku di welatê xwe de bêwar bûne, tevî ku xizmetên sereke li herêmê kêm in, vedigerin gund û bajarokên xwe li Deşta Nînewayê li bakurê Îraqê, berpirsyarên Îraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Nişteciyên xwecihî neçar bûn ku birevin dema "Dewleta Islamî" (DAIŞ) destê xwe danî ser rûberin berfereh ji Deşta Nînewayê di Havîna 2014an de.

Aramî heta asteke bilind vegeriyaye navçeys Hemedaniyê, devera şaristanî ya herî mezin li Deşta Nînewayê, ku hêzên Îraqî ew di Cotmeha 2016an de vegerandibûn.

Waed Silêman, ê 48 salî , di nav wan hezarên nişteciyên ku vegeriyane ye.

“Ez bi malbata xwe re vegeriyam berî sê mehan ji ber me êdî nema karîbû li bêwariyê bijîn," wî ji Diyaruna re got. "DAIŞê gelek mal şewtandin, di nav wan de mala min û aniha ez hewl didim ku ji nû ve ava bikim."

"Jiyan li vê derê zehmet e, lê ne zehmetir e ji jiyana li kampê, bi kêmanî ez li mala xwe me," wî got.

Xizmet astengiyên sereke ne

Niştecî "bi hejmarin baş ku bi awayekî balkêş her roj zêde dibin" û vedigerin deverê, serokê encumena herêma Hemdanyê Fêsel Iskender ji Diyaruna re got.

Zehmetî hene, lê nişteciyên bêwar tercîh dikin ku vegerin bêtir ji ku li kampan bimînin, wî got.

"Ev zehmetî ne girêdayî rewşa ewlekarîyê ne," wî got, wî şîrove dikir "rewş aram e û tu xemên di vî warî de nînin".

Astengîyên sereke girêdayî xizmetan in, wî got, binesazîya Hemdanîyê û malên wê yên taybet rastî ziyanin dijwar hatine li ser destên DAIŞê.

Îroj em kar dikin daku em hemû jêderên xwe bikar bînin û em asteke baş ji xizmetan ji xelkê re dabîn bikin," wî got."Me elektrîk û av vegerande navenda navçeyê, me gelek dibistan û nexweşxaneya Hemdanîyê jî nû kir".

Herwiha navçe û gundên din derdê kêmbûna xizmetan dikişînîn û hewldanên nûavakirinê yên berfereh tên xwestin, Iskeder got.

"Hewcedarîya me bi alîkarîya hikûmetê heye ji ber karînên me sînordar in," wî got, ji ber sêyekek ji malên taxê hatine wêrankirin û ziyan gihiştiye wan".

"Ji bo em vegerê bilez bikin devê em xelkê qerebû bikin an jî alîkarî bi wan re bibe daku malên xwe ji nû ve ava bikin," wî got.

"Dora çarîyekê ji niştecîyan ji wan deveran revîyane,"serokê Rêveberiya Koçberiyê li Nînewayê Mihemed Ihsan got. "Xelk hewl didin ku berhengarîya hemû astengîyan bikin daku vegerin malên xwe."

"Ên vedigerin, ne ji girûpek an ji mezhebekî tenê ne, lê belê ev xelk ji hemû pêkhateyan in, mîna Kristiyan, Şebek, Êzîdî û Kakeyî," wî ji Diyaruna re got.

"Tiştê dihêle em geşbîn bin ew e ku xelk berdewam vedigerin,"Ihsan got, wî anî ziman ku desthilatdarîyên xwecihî hewildanan dikin daku xizmetên sereke dabîn bikin.

Rewşa ewlekarîyê pêş dikeve

Rewşa ewlekarîyê li Deşta Nînewayê aram bûye, endamê encumena şaredarîya Hemdanîyê Ebû Rebîh Heyanî ji Diyaruna re got.

"Ji 100% dever ewle ye û hêzên bes ji artêş, polîs û Pêşmergeyên Kurd, herwiha hêzên xwecihî hene daku wê biparêzin," wî got.

Vê yekê niştecîyên xwecihî han dan daku vegerin, tevî kêmbûna xizmetan û zirara ku gihaye malên wan, wî got, zor li gelek kesan hatibû ku malên xwe li ser hesabên xwe nû bikin.

Birêveberîya navçeya Hemdanîyê elektrîk û ava vexwarinê li gelek deveran vegerand û proje di sektorên xizmetê ên din de pêk anîn, Heyanî got.

"Em hêvîdar in ku em pêşketineke mezintir di vî warî de pêk bînin daku em deveran vegerînin weke berê û çêtir jî," wî got.

Heyanî got, di dema bê de, pêşbînî heye ku hejmara kesên ku di welatê xwe de bêwar in, yên vedigerin Deşta Nînewayê, bi awayekî berfereh mezin bibe.

"Ruxsetên ewlekarî hatine derxistin daku niştecî vegerin 10 gundan li navçeya Hemdanîyê yên ku aniha di kampên bêwarîyê de dijîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500