Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Encumena Sivîl ya Reqayê herêmên rizgarkirî ji mayînan paqij dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Pisporên rakirina mayînan li cebilxaneyên ne teqiyayî digerin li herêmên gundewarî li bakurê Reqayê. [Wêne ji Rêxistina Roj bo Kontrolkirina Mayînan hatiye wergirtin]

Pisporên rakirina mayînan li cebilxaneyên ne teqiyayî digerin li herêmên gundewarî li bakurê Reqayê. [Wêne ji Rêxistina Roj bo Kontrolkirina Mayînan hatiye wergirtin]

Weke tedbîrekê ji bo ewlekarîya giştî, Encumena Sivîl ya Reqayê karê rakirina mayîn û cebilxaneyên ne teqîyayî ji herêmên parêzgehê yên ku ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin dike.

Mistefa Şîlan, endameke di tîma rakirina mayînan de, tîma girêdayî Yekîneyên Parastina Gel yên Kurdî (YPG) got, kar bi hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) û tîmên pispor di rakirina mayînan de yên girêdayî rêxistinên cuda tê pêkanîn.

Di nav de Rêxistina Roj bo kontrolkirina Mayînan (RMCO) ,QSD û tîmên Asayişê bo rakirina mayînan, wî ji Diyaruna re got, herwiha wî anî ziman ku ji tîma wî hatibû xwestin ku mayînan li bakurê Reqayê rabike.

"Encumena Sivîl ya Reqayê, bi hevkarîya van partîyan, xebatê dike ku hişmendîyê bilind bike derbarê xeteriya mayînan û çawa bi awayê herî baş bi wan re bidin û bistînin," wî got, li gel ew kar dikin daku wan ji hemû herêman rabikin.

"Dewleta Islamî" (DAIŞ) Ev mayîn li bakurê parêzgeha Reqayê çandin. [Wêne ji Rêxistina Roj bo Kontrolkirina Mayînan hatiye wergirtin]

"Dewleta Islamî" (DAIŞ) Ev mayîn li bakurê parêzgeha Reqayê çandin. [Wêne ji Rêxistina Roj bo Kontrolkirina Mayînan hatiye wergirtin]

W got ku bi dirêjahiya salekê, bêtir ji 15,000 mayîn ji deherêma ku ji Holê dest pê dike heta Minbic û gundewarên Reqa û Dêrazorê hatin rakirin.

Mîkanîzma xeberlêdanê

Zêde li ser paqijkirina herêmên armanckirî, tîm bi awayekî rojane bersiva niştecîyên xwecihî didin, yên radigihînin ku ew materyalinan dibînin, materyalên ew guman dikin ku mayîn in yan bermahîyên şer ên teqîner in nêzîkî malên wan yan di malên wan bi xwe de.

Encumenê hisabekî Telegram (@Atlas03) amade kiriye daku wan li ser materyalên gumanbar û mayînan agadar bikin, Şîlan got.

Pêkanîn destûrê dide ku tu wêneyekê ji materyala gumanbar e bi cihê wê yê GPS re bar bike, wî şîrove kir. Piştî wergertina raportê, tîma ewlekarîyê ya herî nêzîk herêmê dorpêç dike heta tîmên rakirina mayînan digihin cihê bûyerê û bi materyalê re didin û distînin.

Li hin herêmên gundewarê Reqayê, cihê ku pêwendî ji ber sîgnala mobayil û peywendîya bi tora înernetê re ya lawaz tê gîrokirin, lê belê ev rêbazê xeberlêdanê her û her nayê pêkanîn.

"Piştre niştecî xwe li rêbazên nerîtî [yê agadarkirinê] digirin, ew kesekî dişînin navenda ewlekarîyê ya herî nêzîk daku wan agadar bikin derbarê wê materyala gumanbar," wî got.

Mayîn û cebilxaneyên ne teqîyayî tên berhevkirin û li devereke dûr tên teqandin.

Kampanyayên hişyarkirinê bi hevkarîya Encumena Sivîl ya Reqayê bi awayekî berdewam tên pêkanaîn daku sivîlan hîn bikin bê çendî mayîn xeternak in û divê ew çi bikin daku jîyana xwe biparêzin gava ku ew mayînekê bibînin, Şîlan got.

"Belavok li niştecîyên ku li civînan amade ne tê belavbkirin û hejmarek ji pisporan pişgirîya derûnî û jixwebawerîyê ji wan kesên ku ji ber mayînan ziyan gihaye wan dabîn dikin," wî got.

"Hêzên ewlekarîyê û rêxistinên têkildar li herêmên rizgarkirî berdewam havkarîyê bi encumena sivîl re dikin daku herêmên [DAIŞ] ji wan vekişî misoger bikin û wan ji mayînan û bermahîyên şer ên ne teqîyayî paqij bikin," Salih Osman, niştecîyeke li gundewarê bakurê Reqayê, got.

Ev yek tê pêkanîn daku em jîyana sivîlan misoger bikin, wî ji Diyaruna re got.

"Destûr tune ku ew vegerin bajarok û gundên xwe heta were piştraskirin ku gefa mayînan hatîye rakirin," wî got.

Ji niştecîyan re xeternak e

DAIŞ deverk nehiştiye û mayîn bi awayekî ket û ber lê neçandine berî ku ew jê vekişe, Osman got.

Wî got ku mayîn li zevîyên çandinîyê belawela ne, bi dirêjahiya rêyên sereke û yên duwemîn û di malan û deverên niştecîhî de, ev yek dihêle ku geşt li gelek deveran tijî xetera tund be

Piranîya hesên ku tên ziyankirin sivîl, cotkar û şivan in, wî anî ziman.

"Gefa herî mezin li herêmê ji alîyê mayînan ve ye, mayînên ku DAIŞ li şûn xwe hiştin, ên ku gelek xelk bi wan hatin kuştin û bûn sedema ku gelek niştecî dest û lingên wan jê bûn," serokê komîteya tendirustîyê di Encumena Sivîl ya Reqayê de, Sedam Hiwêdî, got.

Encumen dixebite da misoger bike ku herêmên ew birêvebrîya wan dike, vala ne ji mayînan, wî got, wî anî ziman ku deverên gelek niştecî li wan hene, yên ew xizmeta wan dikin, aniha bi awayekî tam ji mayîn û bermayîyên şer ên teqîner paqij in.

"Sivîl hatine agadarkirin ku li deverên nehatine ragihandin ku ew vala ne ji mayînan negerin û xwe bispêrin rêyên ku ji alîyê QSD ve tên bikaranîn," wî ji Diyaruna re got.

Ew hatine şîretkirin ku dûrî materyalên gumanbar bimînin û bi lez Asayîşê agadar bikin derbarê van materyalan, ên dê herêmê dorpêç bikin û bang li pisporên rakirina mayînan bikin daku bi rewşê re bidin û bistînin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500