Nûçeyên Iraqê

Iraq serkeftinê dijî DAIŞ li Nînewa radigehîne

AFP

Hêzên Iraqî nîşana serkeftinê çêdikin dema ku ew ber bi Eyadiyê ve, li bakûrê Teleferê, diçin, di dema qonaxên dawî yên şer de ji bo derxistina "Dewleta Islamî" DAIŞ ji deverê li 30ê Tebaxê. Serokwezîr Heyder Ebadî rizgarkirina temam a bajar û parêzgehê roja 31ê Tebaxê ragihand. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî nîşana serkeftinê çêdikin dema ku ew ber bi Eyadiyê ve, li bakûrê Teleferê, diçin, di dema qonaxên dawî yên şer de ji bo derxistina "Dewleta Islamî" DAIŞ ji deverê li 30ê Tebaxê. Serokwezîr Heyder Ebadî rizgarkirina temam a bajar û parêzgehê roja 31ê Tebaxê ragihand. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Iraq roja Pêncşemê (31ê Tebaxê) ragihand ku hêzên wê bajarê li parêzgeha Nînewa Teleferê û devera derdora wê vegerandin di serkeftinke din a gelek mezin de li dijî "Dewleta Islamî" (DAIŞ).

Telefer navenda nişîn a dawî bû li bakûrê Iraqê ku hîna li jêr kontrola rêxistinê bû û jidestdana wê DAIŞ ji cihê ku demekê navenda îmdadê bû di navbera erdên wê li Sûriyê û Iraqê.

"Kêfxweşiya me temam bû, serkeftin hat bidestxistin û parêzgeha Nînewa niha bi temamî di destên hêzên me de ye," daxuyaniyekê ji ofîsa Serokwezîr Heyder Ebadî got.

Piştî 12 rojan ji şer, Ebadî ragihand ku Telefer "cihê xwe li nava erdên welat vegerand".

Vegerandina temam a parêzgeha Nînewa piştî hefteyan ji dema ku hêzên Iraqî bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî DAIŞ ji Mûsilê derxist tê, sê salan piştî ku rêxistinê "xîlafet" li Iraq û Sûriyê ragihand.

DAIŞ ji dawiya sala 2014an ve, dema ku hevpeymaniya navdewletî pêk hat, gelek ji erdên ku ew kontrol dikir li herdu welatan ji dest daye.

Çekdarên DAIŞ li Iraqê niha tenê bajarê Hewîca û hinek deverên li biyabana li ser sînorê ligel Sûriyê kontrol dikin.

Rêxistinê Hezîrana sala 2014an Telefer girt. Wê demê, hejmara nîştecihên bajar nêzî 200,000 kesan bû, lêbelê berpirsan got ku dema şerê vegerandina bajar roja 20ê Tebaxê pêk hat nehat zanîn çend li bajar mabûn.

"Dawiya DAIŞ li bakûrê Iraqê"

Cîgirê fermandarê hevpeymaniyê, lîwayê Birîtanî Rupert Jones, got ku ketina Telefeêr dê bê dawiya DAIŞ li bakûrê Iraqê.

"Rizgarkirina bajar, û cihên mayî ji parêzgeha Nînewa, dê bi taybetî dawiya hebûna serbazî ya DAIŞ li bakûrê Iraqê bîne," Jones got

Berpirsan gotibû ku giritina Telefer dê hîna bizehmetir bike ji rêxistinê re ku çekdaran û çekan dinavera Iraq û Sûriyê veguheze.

DAIŞ herwiha rastî xesarên mezin bûye li Sûriyê, ku li wir Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) zêdetirî nîvê bajarê Reqa vegerandiye.

Berpirsên Iraqî niha pêşbînî dikin ku êrîşeke nû dijî DAIŞ li Hewîca pêk bînin, bajarek li parêzgeha Kerkûkê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500