Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Bexşîna pirtûkan pirtûkxaneya Zanîngeha Mûsilê vedijîne

Xalid Ta'î

Ciwanên Iraqî pirtûkên Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Mûsilê ewle dikin, pirtûkxaneya ku "Dewleta Îslamî" ew talan kir û piştre şewitand. [Wêne ji rûpela Facebook a Eyn el-Mûsil hatiye wergirtin]

Ciwanên Iraqî pirtûkên Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Mûsilê ewle dikin, pirtûkxaneya ku "Dewleta Îslamî" ew talan kir û piştre şewitand. [Wêne ji rûpela Facebook a Eyn el-Mûsil hatiye wergirtin]

Pirtûkên bexşînkirinê ji seranserê cîhanê tên bo dubare stokirina Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Mûsilê berî destpêkirina sala akademî ya nû di Îlûnê de.

Dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dest danî ser bajarê parêzgeha Nînewa, wê piraniya pirtûk û manyûskrîptên nirxdar ê kêmpeyda yên pirtûkxaneyê talan kirin û piştre agir bi avahiyêû paşmahiya naveroka wê xistin.

Ji dema ku hêzên Iraqî dubare zanîngeh kontrol kirin, ew "bi saziyên niştîmanî û navdewletî re kar dike bokomkirina bi hezarên pirtûkan", serokê Zanîngeha Mûsilê Ubey Seîd Dîweçî ji Diyaruna re got.

Wî got ku aniha pirtûk tên dabeşîn û bipaşgehkrin daku ew ji tevahiya xwendekaran û lêkolîneran re berdest bin.

"Gelek ji pirtûkên akademî yên neberdest û cudacuda gihiştin destên me, ligel dawîn alîkariya ji Zanîngeha Kornell li Amerîka, ku aksîsê derbasbûna pirtûkxaneya wê ya elekîtronî dame," wî got.

Wî got ku ev pirtûkxaneya dijîtal 450 kovarên zanistî û tezeyên akadîmî di warên zanistên çandiniyê de himêz dike, ku xwendekarên fakwalîtiyên zanistên çandinî û dewar, daristan û bayolcî dikarin sûdê jê werbigrin.

Pirtûkxaneya Îskenderiya li Misrê 1,500 navnîşan bi beşê Aşûrbanîpal, ku di lêkolînên şûnwarî û hîroglîfî de pispor e, bexşî.

Pirtûkxaneyê herwiha pirtûkên ku ji aliyên kesayetan û peymangehên taybet ve hatine bexşîn wergirtin mîna Sendîkaya Rojnamegerên Iraqî û Zanîngeha Diyala.

"Me soz daye ku pirtûkxaneyên dubare avabikin û gloriya wê ya berê wekî jêdereke zengîn a zanist û zanînê vegerînin," Dîweçî. "Hevpişkî û oferên me yên comerd ji çendîn jêderan hene û em ji hemû daneran memnûn in."

Dora milyon pirtûkên akademî û zanistî windabûne, Muhemed Casim, Sekreterê giştî yê Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Mûsilê, got.

"Ev hemû saman ji aliyê milîtanên DAIŞ hatin şewtandin ji ber ku ew li dijî ronî û jiyanê ne û dixwazin îdyolojiyeke çewt belav bikin û hişên xwendekaran jehr bikin," wî ji Diyaruna re got.

"Carê 3,500 belgeyên me yên nirxdar hebûn, di nav de manyûskrîpt û kovar, yên temenê wan 300 sal bûn, herwiha kopiyên ji Qur'ana pîroz a ku dîroka wê vedigere sedsala 9emîn, ev jî hatin talankirin û şewitandin," wî got.

Pirtûkên ji DAIŞ hatibûn veşartin

Casim got, bi tenê dora 15,000 pirtûk ji kavalkirinê filitîn, ji ber ku ew di guncikeke pirtûkxaneyê hatibûn îmbarkirin ku nehatibû têkbirin.

Wî got ku hetiya bihûrî, şêniyekî Mûsilê 7000 pirtûkên ku wî ji pirtûkxaneyê biribûn û li mala xwe veşartibûn, bo nekevin destên DAIŞ de, vegerandin.

"Hinek ji van pirtûkan ji pirtûkxaneya me ne, lê hineke din ji pirtûkxaneya giştî ya Nînewayê ne," wî got.

"Em aniha kedkar in bo vegerandina pirtûkxaneyê bo rewşa wê ya orcînal," wî got, not kir ku wan heta niha dora 20,000 pirtûkan ji daneran wergirtine.

Wî got jî ku komîteyeke taybet pirtûkan ji daneran werdigre û wan dabeş û bipaşgeh dike daku ji xwendekaran re berdest bin û wan bikar bînin.

"Em bi çendîn aliyan re hevahengiyê dikin, û Zanîngeha Hoston piştgiriya me dike," wî got. "Em herwiha çaverêyî gihiştina 3,000 pirtûkan ji Alîkariya Navdewletî ya Pirtûkan."

Bi dehên salan, pirtûkxaneya Zanîngeha Mûsilê "yek ji diyartirîn pirtûkxaneyên Iraqê û cîhanê bû", endamê encumena Nînewayê Husên Tatanî ji Diyaruna re got.

Wî got ku pirtûkxane jêdereke qerase a zanînê bû di warên çandî û wêjevanî û zanistî de.

"Em her corê alîkariya bo vejînkirina pirtûkxaneyê han didin, û xebatên di vê derbarê de pêşwazîkirî ne û em bi hemû awayî piştgiriyê dikin," wî got.

Tatanî hêviya xwe ku dê pirtûkxane û zanîngeh ji tevahiya cîhanê piştgiriya vejînkirina pirtûkxaneya Zanîngeha Mûsilê anî ser ziman.

Wî got ku divê hemû hevpar bi hev re kar bikin bo pêkanîna vê armancê, "ji ber ku ziyana ku gihişte pirtûkxaneyê azardar e û gelek şokdar bû lê em hêvî dikin ku tiştê me wenda kir qerebû bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bedew e!

BERSIV BIDE