Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam avahiyên hikûmî li Idlibê kontrol dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şêx Hesen Dixêm vedigere bo gundewarên Idlibê piştî qedandina sê salan li derveyî welat ji ber nakokiyekê ligel Eniya Nusra. Dixêm destpêkê piştgiriya diyalogê bi Tehrîr el-Şam re dikir, lê belê wî bi lezûbez helwesta xwe guhert. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Şêx Hesen Dixêm vedigere bo gundewarên Idlibê piştî qedandina sê salan li derveyî welat ji ber nakokiyekê ligel Eniya Nusra. Dixêm destpêkê piştgiriya diyalogê bi Tehrîr el-Şam re dikir, lê belê wî bi lezûbez helwesta xwe guhert. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hevbendiya Tehrîr el-Şam, ya ku Eniya Nusra ya berê gelekahiya wê pêk tîne, rêveberiya avê li bajarê Idlibê û avahiyên encumena xwecihî kontrol kirin, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Ev gav avêt daku fişarê li xelkê bajar û rihsipiyên wî bike bo bipejirênin ku hevbendî birêvberiyeke sivîl dabimezrîne daku bi karûbarên Idlibê û deverên hawîdora wî rabe, çalakvanê medyayî Museb Esaf got.

Piştî ku hevbendî piştrast bû kudê insiyatîva wê ku ji rihsipiyên bajêr re hat pêşinyazkirin -- bo damezrandina rêveberiyeke medenî -- bê xitimandin, wê dest bi zordariyê li şêniyan kir, wî got.

Weke tehedî, hevbendiyê rihsipî û çalakvên ku bi karûbarên rojane yên bajêr radibin kirin armanc, dest jî danî ser avahiyên encumena bajar û rêveberiya avê li bajêr.

Endamekî Tehrîr el-Şam sivîlan li nêzî avahiya parêzgeha Idlibê pişkinîn dike. Hevbendiya tundrew du avahiyên giştî li bajêr kontrol kirin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamekî Tehrîr el-Şam sivîlan li nêzî avahiya parêzgeha Idlibê pişkinîn dike. Hevbendiya tundrew du avahiyên giştî li bajêr kontrol kirin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hevbendiyê herwiha li endamên encumenê qedexe kir ku erkên xwe bicih bikin û ji wan re got ku ji niha û pê de, dê emîr û endamên Tehrîr el-Şam bajar û deverên hawîrdora bajar birêve bibin.

Li gorî Esaf, encumena xwecihî ne bi ser ti partiyên siyasî ve ye.

"Endamên encumenê ji aliyê şêniyên bajar ve hatin hilbijartin, û wan heta bi 2013an ve karûbarên bajêr birêve dibir," wî got.

Wî got ku ragirtina karûbarên encumena medenî dengvedaneke nerênî ya xelkê li pey xwe anî, ligel tensyon û tirsên ji dubare destpêkirina pevçûnan.

Tensyon ji aliyê endamên Tehrîr el-Şam ve tên gurkirin, yên ku gotegotan li bajêr belav dikin, û qedexekirin li ser sivîlan tundtir dikin mîna nehiştina çixareyan, lidarxistina zemawendan û mûzîkê bi bihaneya bicihanîna şerîetê.

Esaf got, aniha bajar bê kehreba, av û xwarin e.

"Sala xwendinê ya nû hema bêje destpê dike, û şênî bi tirs in ku dê Tehrîr el-Şam kontrola prosesa perwerdahiyê û minhajan bike, wekî ku 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) li deverên li jêr kontrola xwe kir," wî got.

Manorên siyasî

Esaf got ku di hewldaneke bo hêsankirina pêvajoya damezrandina wê ji encumeneke medenî ya nû re, Tehrîr el-Şam dixwaze ku zora çalakvanên siyasî û rihsipiyan bibe, bi rêya vexwendina wan bo dîdara Ebû Muhemed Colanî, serkêşê Eniya Nusra.

Wê herwiha hejmarek ji kesayetên opozîsyona Sûrî, ku li derve dijîn, vexwendin bo danûstandinan, di nav de endamên Hevpeymaniya Niştîmanî bo Şoreşa Sûrî û Hêzên Opozîsyonê, Hikûmeta Demkî ya Sûrî û Encumena Îslamî ya Sûrî.

Hinek, mîna Ehmed Ebû Zêd, Ûsama Ebû Zêd û Şêx Ebas Şerîfê, redkirina xwe ji vê diyaloga bêsûd re nîşan dan.

Weke wan îdia kir ku ev gotûbêj bi tenê alaveke ku Eniya Nusra bi rêya wê xwe li pişt perdeyeke medenî veşêre daku xwe ji her êrîşeke gengaz a hêzên hevpeymaniyê bi dûr bigre, piştî ku hevbendî weke rêxistineke terorîst hate dîzayinkirin.

"Yek ji vexwendiyan, Şêx Hesen Dixêm, lêkolînerê biwarên komên tundrew ku li dijî hebûna Eniya Nusra ye, lê wî destpêkê gotûbêj qebûl kirin bo normalîzekirina rewşê," Esaf got.

Esaf got ku Dixêm di destpêkê de bawer dikir ku derfetek heye bo garantîkirina serbestberdana girtiyên li ba Tehrîr el-Şam, ku gelek ji wan efserên Artêşa Azad a Sûriyê ne.

"Lê belê, ew ji helwesta xwe roja 28ê Tebaxê vegeriya, û qebûl nekir ku gotûbêjan dewam bike piştî eşkerebûna merema rasteqîn a hevbendiyê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500