Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Qehr zêde dibe ji ber hewlên Hizbulah yên veguhestina çekdarên DAIŞ bo rojhilatê Sûriyê

AFP

Endamekî "Dewleta Îslamî" li derveyî pencereya basekê dinere li herêma Qelemon a Sûriyê roja Duşemê (28ê Tebaxê) di demekê de ku endamên DAIŞ û malbatên wan bo Dêrezorê tên veguhestin weke beşekê ji lihevkirineke bi navbênkariya Hizbulah ji bo bidawîkirîna hebûna wê li Lubnanê. Roja Çarşemê, rêya wan ji aliyê êrîşeke hevpeymaniyê ve hat girtin. [Luey Bişara/AFP]

Endamekî "Dewleta Îslamî" li derveyî pencereya basekê dinere li herêma Qelemon a Sûriyê roja Duşemê (28ê Tebaxê) di demekê de ku endamên DAIŞ û malbatên wan bo Dêrezorê tên veguhestin weke beşekê ji lihevkirineke bi navbênkariya Hizbulah ji bo bidawîkirîna hebûna wê li Lubnanê. Roja Çarşemê, rêya wan ji aliyê êrîşeke hevpeymaniyê ve hat girtin. [Luey Bişara/AFP]

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike êrîşeke asmanî pêk anî ji bo rêgirtin li çekdarên ku ji Lubnanê tên derxistin ku bigihin rojhilatê Sûriyê, berdevkekî hevpeymaniyê roja Çarşemê (30ê Tebaxê) got.

Bi sedên çekdarên DAIŞ roja Duşemê ji herêma sînorî ya di navbera Lubnan û Sûriyê de hatin derxistin li gorî rêkeftineke agirbestê bi navbênkariya Hizbulaha Lubnanî, û berê wan dan bajarokekî di destê DAIŞ de nêzîkî sînorê rojhilatî yê bi Iraqê re.

Rêkeftina derxistinê qehreke berfireh li pey xwe anî, bi taybetî li Iraqê, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku rêkeftin "neyê qebûlkirin" û "tadayiyê digihîne gelê Iraqê".

Wî got ku Iraq şerê DAIŞ dikir, û çekdarên wê nedişandin Sûriyê.

"Gerek çekdarên DAIŞ ên dijmin li meydana şer werin kuştin, ne bi basan bi rêya Sûriyê bo sînorê Iraqê werin veguhestin bêyî razîbûna Iraqê," şanderê serokê Amerîka bo hevpeymaniya dijî DAIŞ Brêt Makgurk di nivîsekê de bi rêya medyaya civakî got.

"Hevpeymaniya me dê alîkar be ku were piştrastkirin ku ev terorîst qet nikarin derbasî Iraqê bibin an jî ji paşmayên 'xîlafeta' xwe ya ku diherife birevin," wî got jî.

Berdevkê hevpeymaniyê Ryan Dilon roja Çarşemê piştrast kir ku êrîşeke bi bombeyan a hevpeymaniyê rêya karwanê girt.

"Ji bo rêgirtin li karwanê ku bêtir ber bi rojhilat ve biçe, me rê girt û pireke biçûk wêran kir," Dillon got, bêyî ku hûragahiyên din bide.

"DAIŞ gefeke cîhanî ye," wî got. "Veguhestina terorîstan ji cihekî bo cihekî din bi rêkeftina ligel kesekî din ne çareseriyeke herdemî ye."

Rêkeftineke derxistinê ya nedadperwer

Rêkeftina derxistinê navbera DAIŞ û Hizbulaha Lubnanî hat pêkanîn, ku Hizbulah destêwerdanê di şerê Sûriya cîran de dike ji bo xutkirina rejîma Sûriyê.

Hizbulah êrîşeke çend-hefteyî li dijî DAIŞ li aliyê Sûrî ji sînorê bi Lubnanê re pêk tîne, hevdem ligel êrîşeke ji aliyê hêzên Lubnanî ve ji aliyê Lubnanî ji sînor.

Şer roja Yekşemê bidawî hat ligel ragihandina rêkeftinekê ku li gorî wê hêzên DAIŞ bi basan bi dirêjahiya bi hezarên kîlometran ji sînorê rojavayî yê Sûriyê ligel Lubnanê bo sînorê rojhilatî ligel Iraqê tên veguhestin.

Çekdar û sivîlên DAIŞ, di nav de zarok, berî du rojan ji herêmê derketin, lê roja Çarşemê basên wan hîn li dergehê parêzgeha Dêrezorê bûn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov piştrast kir ku paşketinek hebû lê negot çima, û çavkaniyên rejîma Sûriyê ku AFP gihişte wan qebûl nekirin ku tiştekî bibêjin.

Şirovekarê Iraqî Hîşam Haşimî rêkeftina derxistinê bi "nedadperwer" wesif kir, anî ziman ku ew "DAIŞ ji Lubnanê diavêje Iraqê".

Rojnamevan Selma Xefacî got ku derxistin dê rê bide "nûrêxistin û organîzekirina DAIŞ, ku wan diavêje şerekî nû li dijî Iraqê".

Roja Duşemê, teqîneke li paytexta Iraqî ku DAIŞ girte stûyê xwe 11 kes kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ji kerema xwe guh bidin peyvên Nesrullah. Bi alîgirî nenivîsin.

BERSIV BIDE