Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Iraq û Siûdiyê deriyê sînorî yê navbera xwe vedikin piştî 27 salan ji girtinê

Ala Husên li Bexdayê û Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Haciyên Iraqî berê xwe didin Mekê bi rêya derbaskirina deriyê sînorî yê Erer navbera Siûdiyê û Iraqê. [Wêne ji Polîsên Enbarê hatiye wergirtin]

Haciyên Iraqî berê xwe didin Mekê bi rêya derbaskirina deriyê sînorî yê Erer navbera Siûdiyê û Iraqê. [Wêne ji Polîsên Enbarê hatiye wergirtin]

Weke beşekî ji gaveke giştî ji bo pêşxistina pêwendiyên xwe, Iraq û Siûdiyê deriyê sînorî yê Erer piştî 27 salan ji girtinê vekirin, bi vê yekê gaveke berbiçav avêtin ji bo nêzîkirina herdu welatan, pisporan ji Diyaruna re got.

Deriyê sînorî bi awayekî demkî di 8ê Tebaxê de hat vekirin, weke her sal ji bo rêdan ji Iraqiyan re ku Heca xwe bo Mekê pêk bînin.

Lê belê, îsal derî dê vekirî bimîne, ku biryar e di hefteya yekem a Îlonê de bi awayekî fermî û herdemî were vekirin.

Vekirina deriyê sînorî li Enbarê hat rêxistinkirin di dema serdanên navbera berpirsên herdu welatan de, weke beşekî ji nêzîkbûneke siyasî ya nû di navbera Iraq û şahnişînê de bi rêya giringîdan bi berjewendiyên hevbeş.

Haciyên Iraqî deriyê sînorî yê Erer derbas dikin ji bo pêkanîna Hecê li Siûdiyê. Biryar e ku derî bo herdemî were vekirin di Îlonê de. [Wêne ji Polîsên Enbarê hatiye wergirtin]

Haciyên Iraqî deriyê sînorî yê Erer derbas dikin ji bo pêkanîna Hecê li Siûdiyê. Biryar e ku derî bo herdemî were vekirin di Îlonê de. [Wêne ji Polîsên Enbarê hatiye wergirtin]

Deriyekî bazirganî yê girîng

Vekirina sînorê bejayî gaveke girîng e ku berîtiyên siyaseta derve ya Iraqî nîşan dide, Fehed Mişaan, yê ku di komîteya aborî ya encumena parêzgeha Enbarê de kar dike, got.

"Ligel sûdên aborî yên girîng ji vekirina deriyê sînorî, ew tek xala derbasbûna bejayî ye ku ji bo veguhestina kelûpelên bazirganî û xizmetguzariyan di navbera herdu welatan tê bikaranîn," wî ji Diyaruna re got.

Ev yek dê pevguhertina aborî navbera Iraq û Siûdiyê de pêş bixe.

"Berhemên Siûdî gelekî daxwazkirî ne li ba kiryarên Iraqî, ku ev yek dihêle ew derî girîngtrîn rêya derbasbûnê û navendên hawirdekirinê ji Iraqê re be," wî got.

Hikûmeta federal li Bexdayê dê dahatên girîng ji tarîf û bacên ku ji bo derbaskirina derî tên standin qezenc bike, Mişaan got.

Tevî ku deriyê sînorî girêdayî hikûmeta federal e, lê qanûn rê dide veguhestina navbera 35 û %40 ji dahatên wê bo hikûmeta xwecihî, wî anî ziman.

Ev yek dê rê bide xerckirineke giştî ya bêtir li Enbarê, di demekê de ku gelekî bi hewceyî çavkaniyên darayî ye ji bo nûavakirinê.

Çarekirina pirsên ewlekarî

Derî girêdayî rêya navdewletî bo Bexdayê ye ku di nava biyabana Enbarê re derbas dibe, ku li wir "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çendîn kemîn û êrîş pêk anîne.

"Eger yekîneyeke zêdetir li wir were bicihkirin ji bo ewlekirina rêya ku digihe deriyê sînorî, ew dê %100 ewle be," endamê encumena parêzgeha Enbar Neyîm Kiûd ji Diyaruna re got, anî ziman ku karwanên haciyên Iraqî bêyî tu bûyereke nexwestî tê re derbas bûn.

Ji bo piştrastbûn ku ewlekarî parastî ye, wî got, gerek planeke ewlekarî ligel bicihkirineke serbazî ya berdewam were bicihkirin ji bo ewlekirina her yek ji rê û deriyê sînorî.

"Em naxwazin ku erkê ewlekirina rêya navdewletî [ku digihe deriyê sînorî] raspêrin polîsên Enbarê," wî got. "Gerek Wezareta Hundir hêzeke taybet pêşkêş bike ji bo parastina rêyên derve, û em bi hêvî ne ku lîwayekê ji hêzên parastina sînor peyda bike ji bo ewlekirina deriyê sînorî."

Bexdayê nîşan daye ku ew cidî ye derbarê vekirina deriyê sînorî bi rêya destnîşankirina hêzên ewlekarî yên zêdetir ji bo ewlekirina wî û rêya navdewletî bo Bexdayê, endamê encumena parêzgeha Enbarê Falih Îsawî ji Diyaruna re got.

"Rê ewle ye ji bo destpêkirina tevgera bazirganî û derbasbûna kelûpelan," wî got.

Kêmkirina karîgeriya Îranî

Hevdem, di demekê de ku Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê aloziyên navbera Iraq û Siûdiyê de istixlal dikin ji bo berfirehkirina karîgeriya xwe li Iraqê bi rêya pêkanîna milîsan, vekirina deriyê sînorî yek ji rêyên kêmkirina vê karîgeriyê ye, pispor dibêjin.

Nûvekirina deriyê sînorî yê Erer nîşaneke ku ev alozî dihelin, ji ber ku Iraq û Siûdiyê gihiştine rêkeftineke siyasî û nêzîkbûneke stratejiyan, efserê artêşa Siûdî yê xanenişîn û şêwirmendê serbazî lîwa Mensûr Şehrî got.

Vekirina derî daxwaz û vîna herdu welatan nîşan dide ku rehenda stratejîk bo pêwendiyên xwe vegerînin, wî ji Al-Mashareq re got.

Têkhelkêşa coxrafî û strektûra civakî pêwendiyên gelekî baş ferz dikin, ku xuya ye ev yek niha derdikeve, wî got jî, û pêbendbûneke hevbeş bi şerê li dijî terorê peyda dike.

Tevgerên bazirganî yên çalak herwiha dê alîkariyê bikin di kêmkirina hejmûna Feyleqê Pasdaran, wî got, ji ber ku pevguhertina bazirganî dikare deverên Siûdî û Iraqî yên ser sînor çalak bike û pêwendiyên navbera herdu welatan de baş bikin.

Bi taybetî, wî got jî, pêwendiyên civakî û êlî yên pêşketî, dê alîkariyê bidin têkbirina mercên hejmûna Îranî li Iraqê.

"Nîşanên pêşîn ên hevahengiya ewlekarî berî niha di hevahengiya ewlekarî li deriyê sînorî de ji her du aliyan ve ji bo parastina rêyên ku digihin wî cihî xuya dibin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500