Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Encumena Sivîl ya Reqayê roleke sereke di piştgirîya ew kesên hewcedar de dilîze

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Encumena Sivîl ya Reqayê wergirtina xwarin û alîkarîyê ji niştecîyên herêmên rizgarkirî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re hêsan dike. [Wêneya Ebdulselam Hemsork]

Encumena Sivîl ya Reqayê wergirtina xwarin û alîkarîyê ji niştecîyên herêmên rizgarkirî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re hêsan dike. [Wêneya Ebdulselam Hemsork]

Ji meha Nîsanê ve, Encumena Sivîl ya Reqayê (RCC) alîkarîya girîng ji niştecîyên herêmên rizgarkirî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne (IDPs) re, ên ku ji zonên şer û xeterê reviyane dabîn dike.

Encumen ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk ve di 18ê Nîsanê de li bajarokê Eyn Îsayê, dora 50 kîlometran bakurê Reqayê, hat damezrandin.

Encumen alîkarîya hewarçûn û ya bijîşkî dabîn dike, lê 14 komîteyên wê yên berdewam zextên dijwar li wan hatibû daku karê xwe berdewam bikin ji ber hejmara kesên bêwar di encama şerên rizgarkirina Reqayê de zêde bûye.

Encumena Sivîl ya Reqayê bi hevserokatîya mêrekî û jinekê ye, di nav de sê serokên cîgir hene, yek ji wan dive jin be. Cîgir payayên sekretêr, yê ku raportan radigihîne û xeznedarîyê nobedar dikin.

Encumena Sivîl ya Reqayê alîkarîya pêwîst ji wan kesên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatine bêwarkirin û niştecîyên herêmên rizgarkirî re dabîn dike. [Wêneya Ebdulselam Hemsork]

Encumena Sivîl ya Reqayê alîkarîya pêwîst ji wan kesên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatine bêwarkirin û niştecîyên herêmên rizgarkirî re dabîn dike. [Wêneya Ebdulselam Hemsork]

Xwarin û alîkarîya bijîşkî

Ofîsa encumenê ya rêxistinên mirovî "guh dide hemû tiştên têkildar bi kesên di welatê xwe de bêwar in û niştecîyên xwecihî re li herêmên ku encumen birêveberîya wan dike", birêveberê ofîsê Ebdu Selam Hemsork ji Diyaruna re got.

Ew ji wan re guhdana sereke ji xwarin û derman û hin tiştin sereke ên din dabîn dike, wî got, herwiha wî anî ziman ku ew kampan ji kesên di welatê xwe de bêwar re yên ku ji herêmên li jêr kontrola DAIŞ direvin ava dike.

Tu hejmarên deqîq ji kesên ku ji xismetên ofîsê sûdê digirin nîne, ji bilî kampa Eyn Îsayê, ya ku RCC birêveberîya wê dike, ya ku aniha mêvandarîya 8,200 bêwaran dike, wî got.

Aşxaneya bihewarçûnê, ya girêdayî encumenê, danên rojane li kampê dabîn dike û 3,200 rebteyên nan belaş belav dike, wî got.

Lê belê , wî got, alîkarîya ku ji alîyê rêxistinên mirovî ve ji kampên mayî re tê dabînkirin têr nake.

Piranîya alîkarîya berdest ji alîyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve tê, piranî jî daxwazên ofîsên rêxistinên mirovî yên girêdayî RCC.

Di nav van rêxistinan de, Ferat, Mewede, Guhdan, Bihewarçûn û Bipêşvebirina Navdewletî, herwiha UNHCR, UNICEF, Parastina Zarokan û Bihewarçûna Biharê û hineke din.

Ji alîyê bijîşkî ve, hevkarîya me bi Heyva Sor ya Kurdî û bi branşên Bijîşkên Bêsînor (MSF) ên Firesî û Holendî re heye", Hemsork got.

Xwebeş 24 saetan dixebitin

Komîteya tendirustîyê ya RCC tam ji xwebexşan pêk tê, serokê komîteyê Sedam Hiwêdî ji Diyaruna re got.

"Em xwebexş in, em dora 24 saetan kar dikin daku em xizmetên herî piçûk ji niştecîyên herêmên rizgarkirî û yên ku hîn dê werin rizgarkirin re dabîn bikin", wî got.

Komîte serperiştîya siwên karên tendirustîyê li herêmên rizgarkirî li gundewarê Reqayê dike û ji şeş endamanên ji pisporîyên cuda pêk tê, di nav de bijîşk, dermansaz û birêveber, wî got.

Komîte hevkarîyê bi rêxistinên bijîşkî û yên ne bijîşkî yên navdewletî re dike daku xismeta niştecîyên Reqayê bike, wî anî ziman.

"Me ew bi lêkolîneke meydanî li ser rewşa gundewarê Reqayê dabin kirin, di nav de nûkirina navendên [bijîşkî] yên ziyan gihayî wan û navendên guhdana lezgîn ên sereke," wî got.

Wî nîşan da ku wan behsa bikêrhatina rahênana kadirê bijîşkî kir, di nav de bijîşk, hemşîre, beerdestîkên bijîşkî, daku karmendan ji wan navendan re dabîn bikin, wî got.

Lê mixabin, piştgirî ji rêxistinên navdewletî kêm e, Hiwêdî got.

Ji ber vê komîteyê, bi karmendên wê yên pispor ji bijşk û hemşîreyan, piranîya navendên bijîşkî û yên guhdana lezgîn bi awayekî xwebexş hatin vekirin, daku têra hewcedarîya girîng li van herêman bikin, wî got.

Komîte di 17êTebaxê de kampanyaya luqaha nexweşîya pûçbûna zarokan qedand ya ku bi hevkarîya Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî (WHO) û UNICEF hat cîbicîkirin, wî got, kampanyaya ku dora 105,000 zarok tê de hatin luqahkirin," Huwêdî got.

Nexweşî belav bûbûn, di nav de Leşmanîya, taya êşa giran û mîrkutk, wî got, wî anî ziman ku ew " xeteriyê dibîne û divê ku cîhan berpirsiyariya baştirkirina rewşa van kesan bike stûbariya xwe".

"Komîte ji ber nebûna navendên guhlêdana tengavî yên nêzî navenda sereke ya guhlêdanê dinale," wî got.

Herikîna mezin a bêwaran

Ayid Îsa, 50, cotkarê ji gundewarê Reqayê ku aniha li kampa Eyn Îsa dijî, got ku piştî ku pevçûn dijwar bûn ew neçar bû ku tev malbata xwe bireve deverên li jêr kontrola QSD.

"Encumena Medenî ya Reqayê hatina me û vegyhestina me bo kampekê kordîneke kir, û me li kampê çadireke bo em tê de bihewin, xwarinên germ û hewarçûnên ku dihatin belavkirin ji aliyê hinek rêxistinan ve wergirtin" li jêr çavdêriya encumenê, wî ji Diyaruna re got.

"Ev guvaşa ku sedema wê hejmara mezin a bêwaran e li kampê dihêle ku hinek caran dayîna alîkariya hêdî bibe," Îsa got.

Wî got ku hinek bêwarên ku xizm û xwediyên wan li deverê dijîn alîkariya malbatên destkurt dikin û wiha xebatên Encumena Medenî ya Reqayê temam dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500